SÎRAÇ KIRICI
Li başûrê Kurdistanê bi awayek azad û demokratik hilbijartin pêk hat
Li rojavayê Kurdistanê derfetek statuyê ketiye destê kurdan
Li bakurê Kurdistanê şerê çekdari hat rawestandin..
Li rojhilatê Kurdistanê, idam kirin-dardekirina Kurdên azadi xwaz
Li rojavayê Kurdistanê, bê tifaqiya ENKS û MGRK
Li bakurê Kurdistanê, esir girtina bi hezaran kurdên azadixwaz
Tevî ev bûyerên xemgini û şabûyinê pêknehatina Kongreya Neteweyi bû sedema xeyal şikestinê.
Di sala 2013-an de li Kurdistan û Tirkyeyê gelek bûyerên din pêk hatin.
Di taliya 2013-an de ya heri balkeş
Şerê AKPê û Cemaatê
Beri salek kî bawer dikir ewê AKP û Cemaat bi vî şiklî werin hemberi hev. Rast e li rojhilata navin siyaset rojane tê guhertin..Şerê desthilatdariyê tu qaide û prensiban nas nake.mDi pêşwaziya 2014 de bûyera şerê AKPê û Cemaatê nişana vê yekê ye. Ev bûyera rojeva bukûrê Kurdistanê guherand. Di vî şerî de ewê kî zora kê bibe hîn ne diyar e. Ji aliyê me lê tiştek pir vekirî diyar e ku ewê sala pêş me şereka bi rojevek sexte bidome.
Dîsa filimek bi “Verisyon”eka din ya ergenekonê derdikeve pêş me..
Çend sal berê esker serdest bûn vê gave “burokrasî” Kî desthildatdarbe bira bibe ji para me kurdên bakurê Kurdistanê re çi dikeve ? Ev yeka pir eşkere ye. Xapandin û rûkeniyek sextet.
Di ev bûyeran de rewşa Tevgera Kurd
Dibê mirov vê rastiyê bêje, li hemberi bûyerên rojane tên guhertin tevgera bakurê Kurdistanê bê haziriye.
Bi ya min dibê kurd haziriya xwe yi 2014-an bikin…Ji kijan partiyan dibe bira bibe li hemberi dewleta dagirker dest bi gengeşi û konsepteka nû bike…Derê xeta HDPê, vê gave pêwistiya tevgera kurd bi alternatifeka sêyem û yekitiyê heye.
Dibê kurd ji vê yekê re çareyek bibinin.
G
elo ewê altarnatifa sêyem çawa ava be?
Bi ya min, 2014 ji alî muhalefeta Kurdistanê saleka pir gring e. Hewldan û partiyên ku dixwazin bi konsepteka nû derkevin pêşberî gel divê zûtirin roj bername û vizyona xwe pêşkeşî gel bikin.
Di şerê desthilatdariya AKPê û Cemaat, Tevgera Kurd ji qalibên teng bi dûrkevin ewê li bakûrê Kurdistanê riya bi destxistina mafên neteweyî hêsantir bikin.
Statû xwestin
Bala xwe didinê piraniya rêxistinên bakurê Kurdistanê, li ser daxwaziya ji Kurdistanê re statuyê li hev dikin.
Wê demê karin ji gengeşiyek wer dest pê bikin.. Tevgera kurd ji statu xwestinê çi fahm dike?
Di statû xwestênê de ewê hevkarên wan kî bin ?
Wek tê zanin, statuxwestin daxwaziyeka gelemperî ye. Di nav xwe de serxwebûn, federasyon, otonomi an riyek din a ku kurd karibin li hev bikin dihewine..
Ji bo bidestxistina yek ji van daxwaziyana hewcedariya tevgera kurd bi hevkari û baweriya neteweyî heye.
Berî hertiştî pêwistî bi bername û hedefek zelal heye.
Ji tecrube û salên derbasbûyî jî tê xwanê kirin ku ev yeka bi tena serê xwe têra azadi û bi destxistina statuyê nake..
Tekoşîna ji Kurdistanê re statu xwestin berî her tiştî bi xwedî hêz bûyin û di raya netewî û navteweyi de bi temsileka milli ava dibe…
Mixabin, çi yên xwedî hêz û çi ji tevaya muhalefetê heta vê gave me nikaribû riyeka maqul ji xwe re peyda bikin…
BDP û muxelefeta kurd ne „homojen „in
Ji bo ci BDP ji têde tevgera Kurd bi gişti ne homjen in? Bê guman gelek sedemên vê yekê hene.
Dinya hate guhertin, teknik pêşde cû û ya heri gring siyaseta legal bû sedem ku êdi herkes fikrê xwe eşkere dinivsine/dipeyive..
Ji proja HDPê ji diyar dibe yên xwedî hêz -PKK, bergeha BDPê dane aliyê siyaseta Tirkayetiyê…Her çiqas mîmarê vê projê were zanin jî di nav BDPê de tamarek/reheka xurt ya kurdan li diji vê yekê derdikeve..Bi xwe ev gaveka erinî ye…
Siyaseta giştî çi dibe bira bibe, yekcarna vekirî an bi dizî helwest datinin. Di hatina birêz Barzanî ya Diyarbekir de, di pêvajoya bi rêxistinbûyina HDPê de û di gengeşiyên li parlementoya Tirkiyê ya ji bo bêja Kurdistanê de mirov diyardeyên vê yekê pir vekiri dibîne. Ya herî balkeş axaftin/daxuyaniya serokê BDPê Selhattin Demirtaş ya di salvegera Roboskiyê de dide diyarkirin ku damareka xurt ya ji Kurdistanê re statu dixwazin di nav BDPê de heye..
Ev yeka gelek caran di nav tevger û rêxistinên muhalefetê ji heye. Di vê dinyaya nûjen de kes wek 10 sal berê ne homojen e.
Wexta tê û diqewime, ev tamara kurd û Kurdistanî çi di nav xwe de çi ji li dijî xwe helwestek neteweyi datîne..Ev diyardeyana mirov ji nûve berbi gengeşiyek yekitiyê dibe.
Rewş, statû û serkevtinên başûrê Kurdistanê li hole ye.. Li rojavayê Kurdistanê kurd ber bi statûyek diçin
Bi qeneta min, vê gevê pêwistiya tevgera kurdên bakurê Kurdistanê bi yekitiyek Kurdistanî heye..
Yên ji Kurdistanê re statuyê dixwazin dibê ji xwe re riyek nû peyda bikin..Bi kêmasi vê gave gengeşiyek wer kare bibe destpêkeka diyalogê.
Rûkeniya sexte ya AKPê û bi xemginiya xapînok ya HDPê
Ne hewceye em bi rûkeniya sexte ya AKPê û bi xemgîniya xapinok ya HDPê bixapin.
Ka gotinek me pêşyan heye “herkes li miriyên xwe digri” Ez ji dibêm ev dewleta û partiyên wê hîn tehamûlî perwerda bi zimanê zikmakiyê nakin, em ji hemû mafê xweyî neteweyî bêpar dijin. Bi gotineka din hîn şîna me li erdê ye-em bê welat in, em li mala dijminên xwe qehwa şiraniyê vedixwin..
Ji bo vê yekê jî di şerê AKPê û Cemaatê de, di proja demokratikbûyina Tirkiyê û HDPê de teref girtin ne karê me ye..
Hevpeyvina Ertugrul Kurkci ya vê taliyê nişana vê yekê ye..
Wek başurê Kurdistanê, kurdên Bakurê Kurdistanê jî yek bin edî kes nikare ber vê lehiya neteweyî bigre…Bûyerên wek parlementoya Tirkiyê, tekiliya nav her çar perçêyên Kurdistanê û bi tayibeti ji hevpeyvinên wek Ertugrul Kurkci ew ê damara kurditiyê di nav BDPê de hin xurtir bike..
Xeta Kurdistanî bi diyalogan xurt dibe
Divê em ji bîr nekin baskê –damarê kurd û Kurdistanê gelek caran di nav xwe de muamela zarokên jinbavê jî bibîne, lê belê di nav xwe de xurt e…Mirov kare bêje, pêleka li benda rewşê ye..
Di nav rexistinên Kurdistanê de danûstendinek li ser prensîb û hîmen Kurdistanî bidome ew ê ev pêla bibe lehi û ber bi çem, rubarên bakurê Kurdistanê biherike. Edî ewê çi kenên sexte û çi jî xemginiyên xapînok nikarbin ber vê lehiyê bigire…
Bi qeneta min tevgera kurd bi kêmasi muxalefet kare li ser konseptek-statû li hevke û vê yekê pêşkeşi BDPê bike. Hewildana Partitiya Kurdistanî kare di vî warî de însiyatif hilbigre.
Di xatir xwestina ji 2013an bûyerên şabûyinê
Di taliya 2013-an de bûyerên herî pir kêfa min jê re ha ev bûn. Lihevkirina ENKS (Encumana Niştimani Kurd li Suriyê) û MGRK (Meclisa Gel ya Rojavayê Kurdistanê) ye.
Û ziyareta Serokê Herêma Kurdistanê birêz Barzanî ya Amedê bû. Ev ziyareta ezbera tirkan xera kir. Telafuz-bilevkirina bêjeya Kurdistanê kêfeka bêhempa da min.
Bi ev hîsan sala we ya nû piroz dikim.
Bila sala nû azadî, demokrasî û adaletek wekhev bike para gelên Kurdistanê.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...