Cenevre 2 Kanton 3 ~ HAWARNET Nêrîn

2/6/14

Kete hefteye duduyan Konferansa CENEV 2, lê li gorî saloxan, xwedanên vê projeyê negihiştine tu encaman... 
______________________________________________________________________________




FORUMA HEVBEŞ
  


Hawar Net



06 Sibat, 2013 Weşandin:1021 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com






______________________________________________________________________________




Jixwe weke gotina ‘beşera pêncşemê ji çarşemê ve diyar e’, ji despêkê ve aşkere bû ku ev Konferans nikare tu encama wergire, ji ber ku xwediyên dozê yên bingehîn ne li wir in, an jî “we” nehiştiye ku beşdar bibin.

Ma gelo yên beşdar nebûn an nehatin beşdarkirin, lazim bû ku xwe li hêviya biryarên wan ragirtana? Ez yên din nizanim lê yek ji xwediyê dozê, dozvanê şoreşê, gelê kurd got “na xêr, ez li hêviya kesî ranawestim, ez ê biryara çarenûsa xwe bi serê xwe bidim û ez ê rêvebiriya civaka xwe saz bikim û îlan jî bikim”.

Êrê welle, gelê me yê ROJAVA, him got û him jî kir, jixwe ne bi tenê niha despêkiriye, ji mêj ve ketibû nava kar û xebat û têkoşîna azadbûnê.
Bi temamkirina amadekariyên xwe yên Xweseriya Demokratîk re, hema li pey hev rêvebiryên  KANTON  1 (Cizîr),  KANTON 2(Kobanê) û KANTON 3(Efrîn) îlan kirin, destê we xweş be, we çavê kul derman kir; li we û me û Kurdistanê û Rojhilata Navîn û mirovahiya hemû cîhanê pîroz be!

Ez bawer dikim ev modela Xweseriya Demokratîk a gelê me, bi taybetî ya ROJAVA, ji niha ve diyar dike ku ji hemû pergalên cîhanê demokratir û aştîxwaztir e.
Swîsre, di cîhanê de weke welatekî herî aştîxwaz û demokrat tê zanîn ê baş e yên ku li wira kombûne, xwedêgiravî ji bo pirsgrêka bi giştî Suriyeyê çareser bikin, lê ew nûnerên rêxistin û dewletên beşdar in, ma gelo nayên zanîn ku her yek ji wan bi awayekî ji bo berjewendiyên xwe xwedî par in ji wî şerê giran li Suriyeyê.

Bi tenê yê ji despêkê de şer naxwaze û bi riya siyasetek demokratîk li çareseriyê digere gelê Kurdistanê ye, her wiha dixwaze xaka xwe ji aştî û aramî û demokrasiya giştî re jî bike zemîn.
Lewma mirov dikare ji niha ve bêje ev modela ROJAVA, dikare Kurdistanê bike berendamê xwedî rola Swîsra Rojhilata Navîn.

Bêgûman şaxê pirsgrêka me yê navnetewayî jî heye û helbet nayê jibîrkirin ne niha û ne dema were, lê eger yek mafê te nas neke û bide mandelê/înkar bike, wê gavê tu ne mecbûrî ku xwe li benda kêfa wê/wî ragirî an jî rûnê bigrî û gazincan bikî. Na xêr eger li CENEVRE, Montro an li erdekî din çareserî nehat pejirandin, em li xwe na heyirin û şerpeze nabin; em jî wê çaxê li  Amûdê, li Kobanê, li  Efrînê û … hwd, dicivin û bi şahiyên mezin mafê xwe yê xwezayî, îradeya xwe ya azad, ji rayagiştî ya cîhanê re aşkera dikin, îlan dikin.

Ma gelo ji vêna xweştir û mafdartir tiştek heye? Erê heye, azadbûna hemû Kurdistanê ye, rabûna sînoran ji nava gelê me ye, heta rabûna sînoran ji navbêna hemû gelên herêmê û cîhanê ye…

Receb çû Îranê, Gul çû Îtalyayê, Davudoglu jî li Swîsre ye…M.Berzanî û Ruhanî jî li Swîsre ne!(ev mijar bi serê xwe şîrove jê re divê). Ji ber ku di siyaseta herêmê de, bi giranî jî di ya Misrê û Suriyeyê de şikest, li hundur jî ew hevalbendê xwe yê stratejik (Gulen) bi hev ketin. Ev gera wan a pînekirinê ye, lê xwedê zane cawê wan rizya ye derzê wan pîne nagrin. Bi tenê riya wan ev maye ku, li ser Pêvajoya Çareseriya Demokratîkratîk bimeşin, an na bi yekcarî hildiweşin.
Îlankirina rêvebiriyên her 3 KANTONAN li gelê me pîroz be!

Ahmet Aktaş.

Cenevre 2 Kanton 3

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org