Budceya 2014 ê û serxwebûna Kurdistan ê ~ HAWARNET Nêrîn

2/6/14

Gelek caran lezkirin di şirovekirna bûyerên siyasî da, akamên xirab jê di kevin, belê ji wê xirabtir bêdengbûne li ser astê hindek rûdanên mezin, weku ewa evro li Îraqê û Kurdistanê çêdibît.. 
______________________________________________________________________________




RÊNAS CANO
  


Hawar Net



06 Sibat, 2013 Weşandin:1354 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com






______________________________________________________________________________




Di pêngaveka çaverêkirî da, hukmeta Malikî tepik havêtiye di gorepana herêma Kurdistanê da, weku hêrişberek xwenîşanda û budceya sala 2014 bêy deng û razîbûna kurdan pesendkirin.

Berî vê pêngavê pavêt, Malikî weku siyasetmedarek pêngava xwe ya hoşiyaryê havêt û daxwaza hemû perlemantarên kurd kir û bi aşkirayî niyazên xwe ragehandin. Ev pêngave bi du rûyan dihête xwandin, yê êkê ew bû ku li dûv çareseriyekê bigerît berî budce derbazbît. Yê duwê jî hinartina nameyeka gefkî bû bo herêmê bi rêya perlemantarên kurd li Bexda yê, lê verêj û yaku ji hemiyan giringtir jî ew bû ku di wextekê pêvaneyda dengdan li ser pirojeyê bêbehirkirna herêmê ji budceya 2014 ê hate dan.

Bi karînana kartên fişarê di yariya siyasî da, karekê çaverêkirye û gelek caran bi rewa dihête li qelmdan, belê vê carê bi dîtina me karteka tirsnak û gelek hestiyar hatiye bikarînan.
Babetê serekiyê yaryê hinartina pitrola herêma Kurdistanê bû bo ji dervey herêmê, beramberî birîna behra salaneya hukmeta herêmê ji dahatiyê giştyê Îraqê, belê di nav rêzên babetî da gelek tiştên dî dihêne xwandin.

Li ser astê herêmê, du hêzên hevseng di gelek rûyan da ku Îran û Turkiya ne vê carê weku yarîzanên serekî yaryê diken, nek lipişt xetêne! Çunku mifadarê serekî ji hinartina pitrola herêmê; Turkiya û herêma Kurdistanêye. Ji layekê dûve, hukmeta senterî (Îraqa fîdral) û Îran xwe dibînin ku zerermendên serekî bin, ji ber vê yekê pêngava serok wezîrên Îraqê pêngaveka çaverêkrî bû û dakokîkirna wî jî li ser vê pêngavê divêt ya çaverêkirî bît.

Hemî amaje bo hindê di çin ku pesendkirna budceya 2014 ê li civata wezîran, bi hêztirîn karta Malikî bît bikarînayî, belê heta nuke nediyare ka dê herêm çi kart bikarînît, belkî weku her car pêngava êkê ewbû ku şandekê danûstandkar rêya Bexda girteber, renge karta ji hemiyan berdesttir ewbît ku hukmeta herêmê bi wê yekê razî bibît beramberî pirvekirna behra herêmê bi rengekê rastewxu ji dahatê pitrola herêmê! Belê ev yeke ji layê hukmeta senterîve dê zenga tirsê bît!.
Pirsiyar li vêre ewe; heke herêmê mifa ji dahatê pitrola xwe ya xomalê wergirt bo dabînkirna budceyê, dê çi ramaneka siyasî hebît? Dê bi çi awa reftar digel hête kirin? Bêgoman wê demî dê pirsa serxwebûnê hête meydanê, çunku hukmeta fîdral bi aşkirayî dê Kurdistanê zirbarket ji Îraqîbûnê, eve egerê serekî bû ku me li destpêkê amaje bi hindê dayî ku Malikî bi tirstirîn kart bikarînaye!! Helbete wextê em behsê tirsê dikeyin, mebest jê nek tenha bo layekî, belku bo herdu layenan tirsdare! Çunku em dizanîn ku serbexwebûn girêdayî pitir ji fakterekiye û renge bo vî demî û hosa ji nîşkave karekê bisanahî nebît! Belê hevdem em dişêyin vê pêngavê bi hijmêrîn weku xala destpêkê bo pirojekê ji vî rengî ku bêgoman hêşta dê rêyeka dirêj bo gehştin bi qonaxa dumahiyê mînît!.

Dîtina me bo dîmenî, dê bi vî rengî bît: Bo me weku kurd delîveyeka zêrîne, bo dewleta Îraqî ya êkgirtî jî rîske û tirseka mezne! Ev dîmene dê bîte egerê wê yekê ku ji layê hukmeta Îraqa fîdralve hizir di çareseryên dîda bihête kirin, ev yeke jî piştgermyê didete şandê danûstandkar ku rengekê bêminetiyê pêve diyarbît di danûstandinên wanda, jiber vê yekê jî dihête çaverêkirin hukmeta fîdral nermatiyekê diyarbiket li hemberî vê pirsê, dîsa pêdaçûnê di wê biryarê da biket û egerên peşêmanbûnê jî gelekin, belê dîsa dê mînît bêjîn pêkvejiyaneka bi vî rengê herşedar û bi behane di navbera du pêkhatên ji êk nehatî û selîqe cuda da, li welatekê weku Îraqê dê şêt çend salên berevaniyê ji êkgirtineka bi necarî ket ku gelek caran ji layê pêkhateyê kurdve nav lê dihête yan êkgirtineka destkird. Jiber hindê dê bêjîn birîna budceya 2014 ê elindeka geşe bo pêdaçûnê di rêkevtina Sayskis-Pîku da, eger hukmeta Îraqê ya rijdbît li ser helwestê xwe..

Budceya 2014 ê û serxwebûna Kurdistan ê

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org