Amed ger ku dixwaze li dora tevger û serokatiya ~ HAWARNET Nêrîn

3/29/14


"Amed ger ku dixwaze li dora tevger û serokatiya xwe bibe xelek, divê cematê û AKP’ê ji Kurdistanê paqij bike. divê polîs, walî, qeymeqam û dadgerê wê bîke formalîte. Divê ji nava gelê me derbixin. Divê ev îrade derkeve holê. "
................................................................................................................................................................................................................................................



................................................................................................................................................................................................................................................
Serhad B . Rênas 
27 Adar, 2014 Weşandin:0242 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
................................................................................................................................................................................................................................................

AMED, bakurê Kurdistanê (HAWAR NET) - Endama Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel Delal Amed, der barê hilbijartinên 30’ê Adarê de bang li gelê Amedê kir û diyar kir ku  AKP’yek bi hêz an jî partiyeke bi hêz ya dewletê çareseriyê nayne û got divê partiyên pergalê û dewlet ji Paytexta Kurdistanê bê derxistin.

Delal Amed: Divê partiyên dewletê ji Amedê bên paqijkirin

Delal Amed der barê hilbijartinên 30’ê Adarê de bang li gelê Amedê kir û got: “Divê êdî Amed berxwedana xwe nîşan dibe, partiyên dewletê ji paytextê rabike. Bi heybeta herî mezin xweseriya xwe îlan bike û li hemû cîhanê tercîha gelê kurd nîşan bide.

DI NEWROZÊ DE GEL YEKITIYA NETEWÎ ÎLAN KIR

Delal Amed wiha got:

Di Newroza Amedê de 3 mîlyon kes hatin cem hev û berxwedana dîrokî nîşan dan.  Ruhê li qada Amed, li Qendîl, Mahabad û Rojava hebû.  Li hemû Kurdên Ewropa û Cîhanê heman ruh hebû. Hemû kurdan azadiya xwe qîr kir.  dîsa kongreya Netewî ya hatiye astengkirin di Newrozê de pratîk bûye û gel yekitiya xwe ya netewî  îlan kiriye. Gotin em bi sekn, daxwaz û berxwedana xwe li virin. Amediyan bang li hikûmetê kir û gotin ‘ya şer ya muzakere’.

BERXWEDANA KU 3 ÇOPÊN KIRVÎTÊ PÊXIST

Berxwedana Kawayê Hesinkar pêşxistiye, li Pîranê bi Şêx Saîd mezin bûye, li hemû Amed û Kurdistanê belav bûye. Ev kevneşopiya berxwedanê ya li Kurdistanê belav bûye, di sê çopên kirvîtê ya Mazlum Dogan bi Newrozê re mezin bûye. Gelê kurd kevneşopiya berxwedana xwe ji bedenên ku bûn Newroz, ji Zekiyeyan, Rahşanan, zarokên li kolanan hatin gulebaran kirin girtiye.

GELÊ KURD DIVÊ TERCÎHA XWE NÎŞAN BIDE

Îşkenceyên li girtîgeha Amedê hatin kirin, polîtîkayên zext û teslîmgirtinê li dijî gelê kurd bû. ji ber vê sedemê berxwedana hate nîşandan li hemberî hemû gelê kurd û mirovahiyê hat kirin.  Îro berxwedana gelê Amedê di asta herî jor de ye. Li Rojhilata Navîn, xwedî hêza ku dikare bihara Newrozê biafirîneye. Neviyên Şêx Saî, wek hevalên têkoşînê, wek şopdarên Mazluman, Kemalan û Hayriyan hatine asta ku vê serkeftinê bigihêjin zîrveyê. Divê êdî Amedê berxwedana xwe nîşan bide. Divê partiyên pergalê ji paytextê derbixe. Divê gelê kurd tercîha xwe nîşanê hemû cîhanê bidin.

 AMED DIVÊ AKP JI KURDISTANÊ PAQIJ BIKE

Amed ger ku dixwaze li dora tevger û serokatiya xwe bibe xelek, divê cematê û AKP’ê ji Kurdistanê paqij bike. divê polîs, walî, qeymeqam û dadgerê wê bîke formalîte. Divê ji nava gelê me derbixin. Divê ev îrade derkeve holê.  Gelê Amedê xwedî vê îradeyê ye ku vê pêk bîne.  Vê bike ev gelek watedare. Divê Hezaro, Çêrmug û Çunguş jî tevli bibe. di van hilbijartinên herêmî de gelê me divê bi girêdana xwe ya tevgera siyasî, îrade û pêşerojê hêza xwe dane holê.

HER KES DIVÊ RASTIYA AKP’Ê BAŞ BIBÎNE

Gelê me divê her tiştî baş bizane. Em wek gel di alî pêvajoya muzakare û aştiyê de amadene. Me ev di Newrozê de îfade kir. me bi sekna gerîlatiyê ev îfade kir.  daxwazên me ji îro de derneketine holê. Divê her kes rastiya AKP’ê baş bibîne. Pêvajoya diyalog û çareseriyê bi AKP’ê nehatiye destpêkirin. Berovajî vê ji roja ku AKP’ê hatiye desthilatdariyê pêvajoyê xitimiye. Kesî ev pêvajo neda destpêkirin û bûn asteng.

AKP’YEK BI HÊZ ÇARESERIYÊ NAYNE

Di vê esasê de hevdîtin berê jî hebûn. îro jî bi dewletan re tê kirin. AKP hebe jî dibe, tunebe jî dibe. Divê gel vê bibîne.AKP’yek bi hêz çareseriyê nayene. Ya heyî jî xera bike. partiyeke dewletê tiştekî nade kurdan. Ev 10 sale desthilatdare. Tu pêngavek navêtiye.  Ji ber vê yekê ez bang li Amedê dikim ku di 30’ê Adarê de bila her kes bi ruhê seferberiyê rola xwe bilîze.


Zana: Hunê di 30’ê Adarê de mizgînî bidin Îmraliyê

Namzetên BDP’ê yên hevserokatiya şaredariya bi dirûşemya “bi rêveberiya xweser ber bi nasnama azad ve” li navçeyê bi welatiyan re civiyan. Leyla Zana ku tevlî serdana buroya hilbijartinê a li Çermîkê bû ji girseyê axivî, got ku: “Pêwist nake ku em denga ji we daxwaz bikin.”

Parlementera Amedê a Serbixwe Leyla Zana, namzetê BDP’ê yê Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin Amedê Firat Anli, namzetên BDP’ê yên Hevserokatiya Şaredariya Çermûg Cemal Aydin û Zuhal Ocabaşi û Serokê BDP’a Navçeya Çermûg Haşim Demîrkol çûn serdana buroya hilbijartinê a Çermûg.

Heyeta BDP’ê a ku li goristana Tulindere a Çermûg ji aliyê bi hezaran kesî ve bi dirûşemyan hatin pêşwazî kirin, heya buroya hilbijartinê meşiyan. Piştî deqeyek rêzgirtinê vegeriya qada mîtingê, li qadê alên PKK, Konfederalîzma Demokratîk, YDG-H hatin daliqandin, dovizên bi nivîsa, “Çermik bi te serbilinde”, “yekî destê wî dirêje, yekî jî gûhê wî” hatin hildan.

‘JI ENQEREYÊ BI BALEFIRÊ TÊN Û DIBÊJIN ‘EM LI VIRIN’

Namzetên Hevserokatiya Şaredariya Çermûg ku gel silav kirin şûnde namzetê BDP’ê yê Hevserokatiya Şaredariya Amedê Firat Anli axivî, wiha got: “Kesek ji Enqereyê bi balefirê tê Çermûg û dibêje ‘em li virin’. Dibêjin em di ‘xizmeta we dene’. Ew heya ku ji Enqereyê tên em deh caran tên û diçin. Tovên me pêş bi salan hatine avêtin. Tovên me şitil dan. Gûl vebûn, mezin bûn. Êdî dema komkirina tovê me ye. Em rêzdariyê ji vî gelê xweşik fêr bûn. Yek tê dibêje; ‘dema ku ev tên kepenkên xwe bigirin’. Em bi zûrê kepenkan bi kesê nadin girtin. Li Amedê tenê me di rojên şînî û şahiyê de kepenkên xwe girtine. Heya ku şîna me nebe wê kepenkên me vekirî bin.”

‘EM DENG JI WE NAXWAZIN; WE BIRYAR DAYE!’

Parlementer Leyla Zana got ku heyecana pêş 23 salan cardin li Çermûg jiya û wiha got: “Pêş 23 salan hevalekî we hate vir. Ew girtin lê niha bi hezaran hevalên we li vê qadê ne. Weke ku Birêz Ocalan gotî; ‘Civaka bi rêxistin, civaka demokratîke’. Rêberê Gelê Kurd ji bo ku gel dibin vê sîrwanê de kom bike, gelek tekoşîn da. Em ji we deng na xwazin, we biryara xwe daye, tenê ez we pîroz dikim.”

‘HUNÊ DI 30’’Ê ADARÊ DE MIZGÎNÎ BIDIN ÎMRALÎ’

Zana hilbijartin weke “şoreşa demokratîk a ciwanan” bi nav kir û wiha got: “Ji jin û zilamê xwe koma 18 salî, cara yekem wê biçe hilbijartinekî wiha û wê di derbarê dahatûyê de pêşniyar bikin. Ev hilbijartin şoreşa demokratîk a ciwanane. Ez bawer dikim ku wê di 30’ê Adarê de hunê hesretê bi dawî bikin û mizginiya vê bidin Îmraliyê.”

Remzî Kartal: Divê partiyên sîstemê ji Kurdistanê bên birin

Hevserokê Giştî yê KONGRA GEL Remzî Kartal da xuyakirin ku rêveberiyên cewherî ya bi hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adarê re derkevin holê wê xweseriya demokratîk bi xwe bin û got, "Pêwîste bi coş, moral û motîvasyonê, bi rewşa cejnê em xebatên hilbijartinê bimeşînin." Kartal xwest di vê demê de hemû xeyd û dilşikestinî li aliyekî werin hiştin û deng ji partiyên dewletê re neyê dayîn.

Hevserokê Giştî yê KONGRA GEL Remzî Kartal der barê hilbijartinên herêmî yên vê Yekşemê werin kirin de daxuyaniyeke nivîskî weşand, hişyarî da û bang kir.

Kartal bîr û baweriya xwe ya serketina gelê Kurd di van hilbijartinan de, ku weke referandûmê tê dîtin bilêv kir û xwest, xeyd û dilşikestiyên heta niha li aliyekî bên hiştin û ji ber têkiliyên malbatî û eşîrî deng ji partiyên dewletê re neyên dayîn.

Kartal da zanîn ku daxwaza 'rêveberiya cewherî, nasnameya azad' a gelê Kurd li qadan berz kir, bi xweseriya demokratîk bi xwe ye û destnîşan kir ku ji ber vê yekê encamên hilbijartinan gelekî girîng e. Kartal bang li gelê Kurdistanê kir ku hemû partiyên dewletê li Kurdistanê bikin partiyên tabelayê.

Kartal got, "Pêwîste em bi coşa Newrozê, bi heyecan û ruhê seferberiyê yê avakirina jiyana civakî ya demokratîk bixebitin. Gelê me wê bi ziman, çand û rengê xwe re vîna xwe ya demokratîk ava bike û bajarên xwe birêve bibe.

Ev yek xweseriya demokratîk bi xwe ye. Pêwîste bi coş, moral û motîvasyonê, bi rewşa cejnê em xebatên hilbijartinê bimeşînin. 

Di vê demê de pêwîste her kes xeyid û dilşikestiyên xwe deynin aliyekî. Divê ti kes ji ber têkiliyên xwe yên malbatî û eşîrî dengên xwe nedin partiyên dewletê. Divê neyê ji bîrkirin ku ev ye pirsgirêkek exlaqî û wicdanî ya giran e. Divê em li Kurdistanê dengê xwe bidin BDP'ê li Tirkiyeyê jî bidin HDP'ê. Her çend li hin deveran di mijara namzetan de nexweşî derketibin jî pêwîste em ti carî ji bîr nekin ku dengên me ji bo rûmeta me ne, dengên me ji bo azadiya me ne, dengên me ji bo Rêbertî û şehîdên me ne."

Kartal her wiha fen û lîstikên di hilbijartinan de bibîr xist û bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li sindoqan.

Kartal di dawiya peyama xwe de got, "Bi encamên hilbijartinê yên ku di asta referandûmê de girîng e, wê pêvajoyeke nû destpê bike û ev encam wê di vê pêvajoya nû de destê Rêber Apo xurt bike, sala 2014'an jî dikare bike sala azadiyê."

Baydemîr: Riha di dema AKP'ê de herî kêm 10 pûan winda kir

Namzetê BDP'ê yê Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Osman Baydemîr da xuyakirin ku Riha di dema AKP'ê de di trenda pêşketinê de herî kêm 10 pûan winda kiriye û destnîşan kir ku di mijara hilbijartinên herêmî de BDP bi 4-5 pûanan li pêş AKP'ê ye.

Baydemîr li studyonên NTV yên Stenbolê mêvanî dawî yê bernameya "Namzet Diaxivin" a rojnamevan nivîskar Mehmet Barlas bû. Baydemîr bal kişand ser pêvajoya aştiyê û got, "Aştî pirsgirêka Tirkiyeyê ye."

Baydemîr da xuyakirin ku divê aştî ti carî neyê qurbankirin û got, "Bêm hilbijartin an jî neyêm hilbijartin; naxwazim mirovekî me jî bikeve binê erdê. Çi leşker, çi polîs, çi gerîla, çi jî sivîl, navê xwe Medenî be, Ûgûr be, Berkîn be. Divê em windakirina mirovekî xwe bi tenê jî nepejirînin."

LI RIHAYÊ JI BO BDP'Ê PEYAMA 'ERÊ'

Baydemîr di nirxandinên xwe yên der barê hilbijartinên herêmî de bal kişand ser rewşa Rihayê û got, "Riha bi pejirandina BDP'ê re ewê ji têkoşîna bi rêya siayseta demokratîk a legal, ji rewşa bê şer, ji aştiyê re bêje erê. Di heman demê de wê ji paşdemayîna 70-80 salan re bêje na. Yanî gotina 'erê' ji bo BDP'ê wê ji hikûmetê re peyamek be. Riha wê ji hikûmetê re bêje 'Di trenda 70 salan a pêşketinê de te ez li paş hişt' û di heman demê de peyama 'bi rêbaza muzakereyê, bi siyaseta demokratîk a legal pirsgirêkê çareser bike' bide."

Li ser pirsekê Baydemîr diyar kir ku Riha di dema hikûmeta AKP'ê de 10 pûan winda kiriye û got, "Ji sala 1976'an û vir ve hikûmetên vî welatî ji nîmetên GAP'ê sûdê werdigirin. Germ dike û datîne ber me."

Baydemîr ragihand ku GAP projeyeke enerjiyê ye û got, "Lê belê enerjiya ku Riha hildiberîne, cotkarên Rihayê nikarin bikar bînin. Yanî li Rihayê mixabin GAP nebû bernameyeke pêşvebirinê."

Baydemîr da zanîn ku di 12 salan de hikûmetê 723 proje aşkera kiriye lê belê bi tenê 60 proje temam kiriye û got, "Em nakevin nava pêşbirka ji hejmara projeyan. 74 sernavên me hene. Me ji raya giştî re ragihand ku emê 15 projeyên şaredarê niha Birêz Fakibaba daye meşandin, dewam bikin. Ji ber ku divê hurmet ji keda kesê beriya min ked daye re, bê nîşandan. Kê beriya min kevirek daniye ser kevirekî, bila Xwedê jê razî be. Divê projeya rast were dewamkirin."

EM 4-5 PÛANAN LI PÊŞ AKP'Ê NE

Baydemîr da xuyakirin ku wan heta roja îro herî zêde ji sedî 18 ê dengan stendine lê belê îro 4-5 pûanan li pêş hevrikê xwe AKP'ê ne û got, "Ez ji sedî 51'ê razî me. Lê belê divê em rêjeyê ewçend bilind bikin ku li ser sindoqan dek û dolab neyên gerandin."

Demîrtaş: Li Çewlikê dengên firotinê nînin!

BDP’ê mîtingên xweyên hilbijartinê ku li nêzî 100 navendan li darxist, li Çewlikê berdewam kir. Di mîtingê de ku Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş axivî, da diyar kirin ku li Çewlikê dengên firotinê nînin û banga dest berdana ji “partiyên talanker û kepaze” kir. Çewlikiyan jî bi pankarta “yên ku we dizîne garantiya yên hun bidizine” peyam ji AKP’ê re şand.

Ji bo hilbijartinê ku 4 roj mane, Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û yên pêre tevlî mîting li vir bûn, di ketina navçeya Genç de ji aliyê bi hezaran ve hatin pêşwazî kirin. Demîrtaş ku li navçeya Genç gel silav kir şûnde bi karwanekî ji sedan wesayitan pêk tê ber bi Çewlikê ve ket rê.

Li çar rêyana PTT’ê bi deh hezaran kesên ku pêşwazî kirin, li qada mîtingê hildana posterên kadroyên pêşengên PKK’ê Mehmet Karasungur û Hayrî Durmuş û hebûna hejmarekî zêde a alên PKK’ê bal kişand.

PANKARTA ‘YÊN WE DIZÎNE GARANTIYA YÊN HUN BIDIZINE’

Bayik: Ji bo yekitiya neteweya demokratîk biçin ser sindoqan

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik der barê hilbijartinên herêmî de bang kir û bi taybetî girîngiya têkoşîna li dijî polîtîkayên qirkirina çandî û asîmîlasyona dewleta Tirk dixwaze li herêmên Dêrsim, Çewlik û Elezîzê biafirîne. Bayik destnîşan kir ku her dengekî ji bo BDP'ê wê bê wateya têkçûna sîstema mêtînger.

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, ji bo hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adarê ji bo gelê Dêrsim, Çewlik û Elezîzê wiha axivî:

"Gelê me yê Kurdistanê îsal cejna Newrozê û hilbijartinên herêmî bi hev re dijîn. Bi vê munasebetê ez cejna Newrozê ya gelê me yê li Dêrsim, Çewlik, Elezîz û metropolên Tirkiyeyê pîroz dikim. Silav û hurmetên xwe pêşkêş dikim.

CHP PARTIYA DEWLETÊ YA QETLÎEMKAR E

Gelê me yê Dêrsimê komkujî û qirkirina lê hatiye kirin, ti carî ji bîr nekiriye. Pêwîste gelê me yê Dêrsimê li hemberî dewletê, li hemberî partiya dewletê CHP'ê rawest e. Komkujiya hatiye jiyîn ji aliyê CHP'ê ve hatiye kirin. Deng ji qetlîemkaran re nayê dayîn, divê neyê dayîn. CHP'ê xwest Dêrsimê ji holê rake. Gelê me yê Dêrsimê, divê xwedî li Elewîtî, Kurdayetî û ola xwe derkeve. Eger xwedî li xwe derdikeve wê dengê xwe bide namzetên BDP'ê; di nava BDP'ê de cih bigire. Li ser vê bingehê eger bersiv ji dîrokê re were dayîn, hingî wê Seyît Riza hatibe jiyankirin.

SIYASETA ÎNKAR Û TINEKIRINÊ WÊ TÊK BIÇE

Eger gelê Çewlikê karibe xwedî li namzetên BDP'ê derkevin wê şaredariyan qezenç bike; wê xwedî li dîroka Şêx Seîd derketibe. Eger Dêrsim, Çewlik û Elezîz ji bo Kurdayetî, welatparêziya xwe careke din rabe ser piyan, wê siyaseta înkar û tinekirinê têk biçe. Ev yek wê were wateya têkçûna mêtîngeriya dewleta Tirk. Ji ber ku li van deveran serhildan û berxwedanên mezin hatine jiyîn, berdêlên mezin hatine dayîn. Eger Kurd nemiribe, ji ber ê nemiriye. Kurdê dijî, bi saya van berdêl û berxwedanê dijîn. Eger em naxwazin berdêlên zêdetir bidin, divê me ji van hilbijartinan encamên baş werbigirin. Di rewşeke berevajî de wê siyaseta mêtînger, asîmîlasyon û qirkirina çandî xwedî bandor bin.

DIVÊ XWEDÎ LI HILBIJARTIN Û SINDOQAN BÊ DERKETIN

Pêwîste tevahiya gelê me, zarok kal li dora namzetên BDP'ê bicivin, bi şev û roj bixebitin û berê xwe bidin serketinê. Divê xwedî li hilbijartin û sindoqan bê derketin. Pêwîste destûr neyê dayîn ku dewlet di roja hilbijartinê de fen û lîstikan bike. Divê destûr ji AKP û partiyên din ên dewletê re neyê dayîn ku bi rê û rêbazên din qezenç bikin. Di vê mijarê de pêwîste ji hilbijartinên dema derbasbûyî ders bê derxistin. Wezîfedarên hilbijartinê, ne tenê heta vekirina sindoqan, divê heta encam ji navendê re bê dayîn û encam were îlankirin, li ser sindoqan neçin. Divê tedbîr werin girtin. Eger yekitiya neteweyî, yekitiya gelan, yekitiya neteweya demokratîk bi xurtî were pêşxistin, emê karibin li Dêrsim, Çewlik û Elezîzê encamên baş bistînin.Ji bo yekitiya neteweya demokratîk, divê her kes biçin ser sindoqê û dengê xwe bide xwe. Ev serketin wê xizmetî demokrasî û azadiyê bike. Li ser vê bingehê ez careke din silav û hurmetên xwe dişînim ji gelê xwe re."

Twitter: @SerhadBRenas         Ename: serhadrenas@gmail.com




© HAWAR NET 2013  Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET) hatiye dayin aîdî HAWAR NET encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.

Amed ger ku dixwaze li dora tevger û serokatiya

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org