Heta serxwebûna Kurdistanê li şûna îdeolojiyan tenê hedefên netewî girîngin ~ HAWARNET Nêrîn

3/29/14


Divê Kurdên çepperest, alîgirê PKK, ne-alîgirê PKK, Kurdên netewperest, Kurdên lîberal, Kurdên dîndar, Kurdên karker, Kurdên Elewî, Kurdên ku xweserî, serxwebûn an jî federasyonê dixwazin Kurdên xwedî nerîneke cûda ne û hwd.. divê hemû rexistinên Kurdan polîtîkayên xwe jî heta bi dest xistina mafên neteweyî ser esasê "Hedefên Neteweyî" bimeşînin..
................................................................................................................................................................................................................................................





....................................................................................................................................................................................................................................
Serhad B . Rênas 
01 Nîsan, 2014 Weşandin:0242 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
....................................................................................................................................................................................................................................

Di her çar perçeyê Kurdistanê de bi taybetî di 100 salên dawî de hemû têkoşîn û serhildan her tim zêdetir ji bo rizgarbûna ji xetera ji holê rabûne û ji bo sekinandina asîmîlayonê û ji bo parastina heyînê pêk hatin.

Piştî berxwedan û şerê bi dehan salan îro Tevgera Rizgariya Kurd a li bakurê Kurdistanê ji ber hin çewtiyên krîtîk li gor bedelan kêmtir destkeftî bidest xistiye. Lê destkeftîya herî mezin eve ku milletekî ku bi awayekî berfireh nasnameya xwe ji bîr kiriyê û heta hatiye wê merheleyê ku ji zimanê xwe jî fêdî bike êdî ji bo mafên xwe yên netewî bêtirs dadikeve kolan û derdikeve çiyan. Ji ber ku destkeftiya han çavkaniya hemû destkeftiyêne û yên bêne bidestxistin e.

Di vê çerçoveyê de êdî dema vê yekê hatiye ku Kurd ji nû ve hedefên xwe bi zelalî diyar bikin. Divê neyê ji bîr kirin ku di heman rewşê de mayîn bibe sedema paşveketinê jî. Divê êdî Kurd hedefên mezintir û girîngtir diyar bikin. 

Tu sedem tuneye ku Kurd bi taybetmendiyên xwe yên wek dînamîk bûn, berxwêderî û bi rastiya gelê Kurd a polîtîze bûyî û rexistinên xwe yên ji dîrokê ders girtî û xwedî tecribe di herêma xwe de nebin hêza sereke.

Pêşeroj li aliyekî Kurd hê ji îro ve bûna pêşengên demokrasî û çandê ya Rojhilata navîn in.

Divê hêzên Kurd di dema herî zû de bi li dar xistina Konferaseke Neteweyî li dor Bernameyeke Neteweyî de kom bibin û bixebitin.

Divê êdî hedefa gelê Kurd bibe di warên polîtîk, stratejîk, çandî, aborî, bajarvanî, medya, leşkerî û zanistê  de bûyîna hêza herî mezin a Rojhilata Navîn û Asyaya nêzîk.

Kurd bi dehan salin ji ber qalibên teng ên îdeolojiyan hêza xwe li şûna bidest xistina hedefên netewî, ji bo hedefên teng û demî xerc dikin. Berî her tiştî bernemeya netewî pêwiste. Ger gelê Kurd pêşketinên Cihanê baş bixwîne, bi stratejîyekî neteweyî tevbigere,girîngîya serxwebûnê tebigîhêje,hevkariyên xwe yên ku bi hêzen navneteweyî de ne idolojîk û hestiyar,bi avayekî stratejîk, bipêşdîtin bi hestên netewperez tevbigere dê ve demê de gihîştina armancê jî hêsantir be. Bêrî ku em bibin dewlet em dikarin wek "netew" bixebitin.

Berjewendîya hevbeş a hemû rexistinên Kurd di xebata hevbeş û serkeftina giştî û berjewendiyên giştî de ye. Di vê navberê de jî xebata esasî bi avayekî stratejîk beralî kirina planên hêzên Cîhanê li rojhilata navîn li berjewendîyên gelê Kurd di perçeyên din ya Kurdistanê de ye.

Li şûna ku Kurd hevûdin rexne bikin û êrîşî ser hev bikin hewceye ku ev delfeta han were bikaranîn. Divê tu grub û hêzên Kurdî ji ber nekin ku berjewendîya wana hevbeş di xebata hevbeş û serkeftina giştî û berjewendîyên giştî de ye. Ji bo vê yekê jî di zûtirîn dem de pêkhatina Konferansa Netweyî pir girîng e û encamên konferansake wiha dê pêşaroja Neteweya Kurd diyar bike.


Piştî bi dest xistina mafên neteweyî û rigariya Kurdistanê mimkun e ku her kom û kom, çîn, îdeolojî û ramanên cuda bibin partî, rexistin û tevgerên cûda û demokrasiya Kurdistana azad dikarin rengîntir û geştir bikin û gel wê demê kîjan partiyê bixwaze wê piştgiriya wî bikin.

Divê Kurdên çepperest, alîgirê PKK, ne-alîgirê PKK, Kurdên netewperest, Kurdên lîberal, Kurdên dîndar, Kurdên karker, Kurdên Elewî, Kurdên ku xweserî, serxwebûn an jî federasyonê dixwazin Kurdên xwedî nerîneke cûda ne û hwd.. divê hemû rexistinên Kurdan polîtîkayên xwe jî heta bi dest xistina mafên neteweyî ser vê esasê bimeşînin..


Divê Kurd di Kongreya Neteweyî de hedefên xwe yên dema nêzîk û dema navîn ên hevbeş zelaltir bikin û di nava 5-6 salên pêşiya me de piraniya wan hedefan bi cîh bînin. Li gor min di “Bernameya Neteweyî” Kurdan de hedefên wisa jî dikarin hebin;


Bakurê Kurdistanê 

• Paşve vegerandina navên gund,navçe, bajar û cîhan li bakûr. "Bakur" weke Kurdistan bê binavkirin. Herwiha hemû gund, herêm û bajarên Kurdan bi navên xwe yên resen bêne naskirin.bêne naskirin.
• Paşve vegerandina Kurdên di hêla rojava yê Tirkîye de / vegera gundan Îmara warê kurdan bê xwestin û ji bo yên koçber bûne proje bê çêkirin û daxwaz bê kirin. 
• Bidest xistina hemû şarederiyên li bakûrê Kurdistanê –ev kêm zêde pêk hat-
• 14 bajaran de vekirina dezgehên alikariya sosyal
• Pêkanîna hevveqetina pskolijik a kurdan ji Tirkan bi pevçûn, çalakî, lêdan, sabotaj, daxûyanî, defişre kirin û hwd.,/ bi taybetÎ bi riya medya vegotina û deşifre kirina dijminatiya kurda, sar kirina ji Tirkan, vegerrandina kurdên li Tirkiye
• Pêkanîna 4-5 kongreyên navneteweyî li Amedê (MSF hate li dar xistin)
• Zêde kirina cihên hîn kirina Kurdî were zêde kirin, divê herî kêm di her bajarên Kurdan de 2 cih hebe. Di hemû cihên wek komale, dezgeh sazî, navend, enstituyên Kurdan ên li bakûr de û ser înternetê kurdî were hîn kirin. Di 20 bajaran de vekirina navendên ziman û Kurdî kirina zimanê sereke (Wan, Amed + , Batman +, Şirnex, Agirî, Bedlîs, Colemerg, Ixdir, Mêrdîn, Mûş, Qers, Dêrsîm, Bingol, Elezîz, Meletî, Enqere, Edene, Mêrsîn, Sêrt, Stenbol+)
• Pêşxistin û dezgehî kirina Kongreya Civaka Demokratîk KCD'yê
• Pêşve xistina aboriya bakûrê Kurdistanê (Li Amed,Wan,Batman Heqarî,Şirnex û Mêrdîn vekirina 100 febriqe / temam kirina projeya GAP / pêkanîna 10 projeyên pir mezin di 10 bajarên bakur de)
• Rizgar kirina Hesenkeyfê
• Li Tirkîye zimanê Kurdî pejirandina wek zimanê fermî herî kêm di asta bakûrê kurdistanê de 
• Vekirina  studyoyên mûzîkê û şîrketên çêkrina filmên kurdî 
• Qebûl kirina ala Kurdistanê a li başûr wek ala Kurdên bakur jî 
• Rakirina sîstema cerdevanîyê.
• Divê di her bajarên Kurdistanê de herî kêm dibistineke teybet ku ser hîma Kurdpewerî hatiye saz kirin, ku ji wan dibistanan kesên Kurdperwer, Kurdîaxêf, xwedî hişmendiya Kurdistanî, zana, nêrîn fireh û jîr derkevin û bibin bingeha kadoryên pêşerojê yên sîyaet, çand, medya û dîplomasîya Kurdî. Her wiha Li Amed , Batman, Mêrdîn, Riha, Colermêrg û Wanê jî zaningehên taybet ên bi heman şêweyî bêne damezirandin.
• Lobîyek rêkupêk, bernamek ciddî, karuxebatek berbiçav tuneye. Wek nimune pêywendîyên Kurdên bakur û Emerkqa hema bêjî qet tuneye. Divê ev valahî bê tijekirin.
• Ji bo siyasetek akademîk, pêşketî û modern mirov herin zankoyên dinyayê yên herî baş û perwerde bibin. Ew kes bên siyasetê ji bo kurdan bimeşînin. Kes û dezgeh divê piştgiriyê bidin wan kesan ku perweerde bibin.
• Li gel alaya Tirkiyeyê alaya kurdan jî li deverên Kurdistanê û dezgehên Kurd bê hilavîstin
• Divê artêşa Tirk ji Kurdistanê vekişe hejmareka maqûl ji bo parastina hidûdan bimîne. Sîstema Jenderme bê belavkirin û ji bo ewleyiya derveyî bajaran sîstemeka sivîl a bi wezareta hundur ve girêdayî bê avakirin. Esker bi her awayî ji parastin û ewleyiya hundurê welata bê vekişiyan.
• Li bakûr ava kirina rêvebireyeke otonom – Pêkanîna referandumê Saziyeke ewlekariyê bê damezrandin û bi vê meclîsê ve bê girêdan. Di vê herêma otonom de walî ji alî meclîsa kurdan ve bê peywîrdarkirin. Li vê herêmê zimanê kurdî bibe zimanê fermî yê duyemîn.

Ziman û çanda Kurdî 

• Derxistina ferheng, rêziman û îmlaya hevbeş 
• Wêjeya Kurdî, dîroka Kurdî, arkeolojîya kurdî, antropolojîya Kurdî; çi hebin divê ji bo zimanên cîhanê bêne wergerandin û bi netewên din bêne parve kirin. Zanyariyên derbarê Kurdan ên di zimanê cîhanê de jî bi zimanê Tirkî û Kurdî divê bên e wergerandin.
• Bikaranîna kurdî di fermîyetê de (dibistan, zaningeh, nexweşxane, daireyên fermî) Divê li hemû bajaran di hemû warên dezgeyên resmî de servîsên kurdîzan ji bo xizmeta welatiyan bê vekirin, personelên duzimanî bên girtin. Ji bo perwerdekirina personelên du zimanî xwendegeh û kursên kurdî bên vekirin.
• Vekirina akademiya zimanê Kurdî. – vebû lê ne çalak e-
• Ji bo nasandina ziman, çand û dîroka Kurdan her sal di welatekî de ji bo biyaniyan festîvaleke Kurdî were saz kirin.
• Herî kêm di 25 welatan de wek dibistanên fettullahçî dibistanên ku bi qelîte û bi Kurdî perwerde dide ji bo biyanî û Kurdan were vekirin.
• Ji bo ku hemû navên ajal û giyayên bi Kurdî derbasî lîtaraturan bibin divê xebat bêne meşandin
• Divê her sal festîvalek taybet bo zimanê Kurdı bê li dar xistin û di festîvalê de di beşên cuda de xelatên zimanê Kurdî bên dayîn.


LI BAKÛR SERDEST KIRINA ZIMANÊ KURDÎ DI JIYANA ROJANE DE 

• Zêdebûn û pêşketina weşanan(malper, kovar, rojname, radyo, pirtûk, album) bi taybetî televizyonan vebûna 2-3 televizyonên wek Kurd1, Trt6
• Hewldanên şexsî (axaftina zimanê kurdî di jiyana rojane de, hişyar kirina derdorê)
• Pêk anîna kampanyayên wek axaftinê, xwedî derketinê,
• Zêdekirina çalakiyên çandî wek festîval, konser, panel
• Zêde kirina qurs û dibistanan.
• Pêşxistina kompîtergeriya kurdî, bernameyên bi kurdî, sîstemên bi kurdî taybetî ên ragihandinê
• Bidest xistina mafê perwerdeya bi Kurdî.
• Di hemû rexistin û kadroyên Kurdan de bikaranîna zimanê kurdî.
• Ji bo bikaranîna zimanê Kurdî ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî li dar xistina kmpanyayên mezin, bibandor û berfireh

Medya / Teknolojî

• Ji bo bakur vekirina televizyonên pêşketî. Bi taybetî jî vekirina tv’yên ji bo zarokan, perwerde û fîlm û rêzefîlmên Kurdî.
• Zêdetir kirina weşanên bi kurdî ên li bakûr 
• Afirandina çerxa aborî û reklamgeriyê di medyaya Kurdî de
• Derxistina windowsa Kurdî,çêkirina menuyên telefon,tv, listik û hwd.. ên bi Kurdî.
• Ser internetê avakirina domainên bi .krd 
• Pêkanîna platforma satalaytî bo weşangeriya dîtbarî û ragihandinê(hevbeş)
• Ji bo ku weşanên navnetweyî ên wek BBC, Yahoo, Msn, û hwd. beşên Kurdî vebin hewl bê dayîn

Sînema / Şano 

- Divê fîlmên Kurdî bi produksiyoneke baş bêne kişandin.
- Divê delfeta medyayê bi avayekî berfireh were bikaranîn û bo nsandina fîlmên bi riya reklamê hewlên zêdetir bê dayîn.
- Divê akademiyeke sînemaya Kurdî ku hemû perçeyên Kurdistanê hembêz dike were avakirin.

Muzîk

• Vekirina akademiya muzika Kurdî (hevbeş)

Bajarvanî  (AMED) 

• Pêkanîna projeya geliyê Dîcle / Ser qeraxa dicleyê avakirina modela Parîsê
• Vekirina baxçeya ajalan  / parka jiyana sirûştî
• Restorize kirina hemû bircan û bi temamî vekirina bo serdanê wek modelên li Ewrûpa
• Avakirna sîstema bi ray / nîv-metro / metro
• Avakirina navendeke mezin a hunerê / vekirina galeriyên hunerê.
• Avakirina cihê konser û çalakiyan wek anadolu hisari, cemal reşit rey
• Avabûna cihên baş ên bo bar û hwd.
• Divê enstituya Newrozê were ava kirin û ji bo nasandina Newrozê nasandin û xebatên mezin û taybet bêne çêkirin
• Divê testîval ne tenê ji bo hefteyeke bo tevahiya saleke were belav kirin û divê di bajêr de her dem Rojên Wêje, Resîtal, Xwendina Helbest, Rojên îmze kirina Pirtûkan, Hevdîtina nivîskar û xwendevanan, Pêşkeşên Şanoyê, Nîşandanên Fîlmên Kurdî û Biyanî divê di tevahiya salê herî kêm 500 hezar (ji hundir û ji derve kes beşdarî wan çalakiyan bin)
• Divê entegreya bajêr bi ekonomî re were saz kirin. Wek mînak divê bi zimanên Kurdî, Îngîlîzî, Tirkî heta bi Erebî û Farsî bîrdariyên Amedê, Poşîyên bi Newrpz 2010 nivîsandî, tiştên ji cam,, text û sermaîk ên sus û xemilandinê bi sembola newroz û Amedê bêne çêkirin û li bajêr û qada Newrozê bêne firotin. Di hefetay Newrozê de çalakiyên cûda ên Newrozê divê bê çêkirin. (Wek pêkanîna defîleye bi cilên Newrozê)
• Divê bîrdarşyeke mezin û bi îhtîşam a Newrozê ku dê bibe sembola Amedê were çêkirin.
• Divê kuleyeke bi ronî ku roniya wê ji hemû bajêr tê dîtin û wek çaveke digere ber çemê dîcle were ava kirin.

Kurdistana Federal

• Daxîl kirina Kerkûkê nav sînorê Kurdistanê
• Yekxistina elfebeya Kurdî / latinî kirin li başûr
• Pêkanîna alternatifan bo deriyê xabur, çareser krina hilberina elektrikê (bi vekirina bendav û hwd..) 
• Gihandina asta perwerdeya Kurmancî li başûr dora %50’an
• Çêkirina 350 hezar xanîyên nûjen
• Pêşxistina tûrizmê li başûr – vekirina 30 ajenda di welatan derve de
• Pêşxistina bajarvanîyê li başûr 
• Vekirina borseyê 
• Ji layê NY ve Qebûl kirina wek komkujî ya Enfalê 
• Zêdekirina giranîya zimanê Kurdî di sistema perwerdeyê ya li başûr de
• Afirandina binêsazîya çandî-hunerî li başûr(wek salonên şano,sînema,atolye hwd…) 
• Li gor esasa hiquqa Ewrûpa çêkirna sîstema hiqûqê 
• Vekirina televizyoneke îngîlîzî ji aliyê hikumeta Kurdistanê
• Çekên giran bo artêşa Kurdistana azad (tanq,firoke,fuzeyên menzîl dirêj…) – Pêşxistina Îstîxbaratê 
• Zêdekirina saetên karkirinê û kêmkirina kultura tembeliyê
• Divê têkîliya rêvebiriya kurdistanê bi xelk re were baş kirin û pêşxistin
• Divê neliretî û karên qirêj ên rêvebiran were kêm kirin 
• Pêk anîna referandûma giştî û îlan kirina serxwebûnê

Rojava û Rojhilatê Kurdistanê 

• Li rojhilat avakirina rêvebirîyeke federal-nîvfederal 
• Yekbûna partiyên Kurd di banê platformekê de
• Pêşxistina aboriyê û hilbrandina pêwîstiyên bingehîn.
• Piraniya xalên ji bo başûr û bakur ji bo rojava û rojhilat jî guncaw in.

Giştî - Hevbeş

• Pêk anîna konferana neteweyî û pêk anîna platformeke hevbeş di navbera perçeyên Kurdistanê de Ji kesên pispor, zana û têgihiştî komîteyek bê damezrandin û divê ev komîte desthilat be ku ew li ser navê gelê xwe bi karbidestên tirkan re bikeve guftogoyan. bo destxistina mafên neteweyî û pêşerok azad divê Kurd herweha sîyasetek müşterek, bernamek neteweyî ku ji merhela nezik û dur pêktê pêkbinin.
• Bi temamî gihêştina asta “civaka zanyarîyê” 
• Divê hemû belgeyên dîrokî ên derbarê Kurdan de, hemû arşîvên pirtûk, kovar û rojnameyên Kurdan û înterneta Kurdan were kom kirin û ser înternetê arşîveke vekirî ya Netweyî were vekirin.
• Avakirina leşkeriyeke kurdî li ser asta navnetewe yî nûjen, ya ku her kêlî amade be, gel û xaka Kurdistanê biparêze. Leşkeriyeke weha divê di bin fermana hikûmeta kongireyê neteweyî de be.Pergal û hijmara leşkeriyeke wisa kongreyê neteweyî bi nav dike.
• Astengên ku di nav parçeyên Kurdîstanê de rê nadin têkilîyên baş û pêşvecû yî, ji holê bên rakirin. Divê ji bo têkîlîyên navbera perçeyan saziyeke were li dar xistin û ev sazî her sal rêze çalakiyên wek gera bo perçeyeke din, tevlî bûna çalakiyan... 
• Ji bo zûtir gihêştin, alîkarî kirin, propaganda, xistina tevger û agahdar kiina Kurdan bi taybetî bo bakur ajansake agahiyê were sazkirin û ev ajans bi metodên hevdîtinên rû bi rû, bi riya înternet-ename, bi riya telefon, name û hwd. her tim di nava têkîlîyê de be û agahiyan kom bike û qeyd bike û wan qedan di her 3 salê de nû bike. 
• Divê çand,huner,wêje,medyaya Kurdî bi Kurdî û Kurdistanî bi şêweyekî modern,populerî û heman demê de bi qelîte û girêdayî reçê xwe
• Xurtkirina îstixbaratê -beyî ku karên dijî miroveyatî û azadîya rewa ya mirovan bê qut kirin-

Twitter: @SerhadBRenas         Ename: serhadrenas@gmail.com




Heta serxwebûna Kurdistanê li şûna îdeolojiyan tenê hedefên netewî girîngin

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org