FORUMA HEVBEŞ
Despêka serîhildana Toraniyan li deşt û biyabanên Asiya Navîn di navberî Mangoliya ta deriya Qazwîn(Mare Caspium), hozên toranî li wan deran dijîn, li ser çêrê û avê berdewam nakokî di navbera van Hozan de hebûn, berhemên wan talan kirin û çêrandin bû, welatê wan jî -wek nîvçe kendava Erebî- dibistana derçûna talankar û xwînawiya ye, herweha li hemû deverên şaristanî li derdora wan têkdan belav kirin.
Li gor baweriya toraniyan dapîra wan ya mezin Gura Sore (Qizil Qurt) ji ber vê jî gur û rengê sor bûye sembola wan ya serekî (rengê ala Tyurkiye temaşa bikin) kultora xwînawî yê di hizrên toranî de ku efsaneya (Gura Dapîr) berhemhanî, tund û tîjiya toranî bandoreka kûr di bîreweriya gelên rojavayê Asiya de hêşt, ji ber vê jî peyva (Qizil Qurt) ji bo zirta û gefan ve bi kar tê, ew bi xwe ji bo wan kesên xirap bi kar tê û wateya wê jî ewe ku kesek hevrûşî belaya talankarên Toranî bibe.
Guz yan ji (Oguz) şaxekî mezin ji Toraniyane û Turk jî ser bi wanin hevdem cîranên Ariyên Rojhilat bûn wek (Efgan, Kurd, Buloş û Faris), û dixwastin rojavayê Asiya dagîr bikin, ji ber ku navenda şaristanî û samana ye, lê Arî berdewam rûbirûyê wan dibûn, di vê barê de şerên tund di navbera herdû aliyan de rûdane, di pertûka Avesta ya pîroz de û di dastana Şahname ya Farisî de gelek belge li ser wê hene, pêxemberê Mîdiyan Zardeşt jî rûbirûyê wan bûye, di dawiyê de di dora salê 583 B.Z. li bajêrê Balx Zardeşt û heştê ji hevalên wî di perestgehekê Zardeştî de di hêrişekê de hatin kuştin.
Berî Îslaman Mîdiyan (Mîd, Axmîn, Aşxan û Sasaniyan) Rojavayê Asiya ji hêrişên Toraniyan diparastin, lê piştî ku Ereban dewleta Sasanî ji navbirin di wê demê de dawîtirîn kela Ariyan şikestiya.
Berî serdema Ebasiyan hiç hebûnek ji Turkan re li rojavayê Asiya tunebû, di serdema Mamon xelîfeya Ebasî de ew ji bazarên koleyan hatin kirîn û di sopayê ebasî de hatin bi cih kirin, di sedsala 10 Z. de Turkên Oguzî peyda bûn û bi hestên xwe yên talankirinê berve deskeftên Îslama yên dagîrkirinê ve nêzîk bûn, lewre jî bûne Îslamên Sunî û siwarî şepola cîhadê bûn û wek mamostayên xwe yên Ereb ala Xwedê Mezine (Allahu Akbar) bilind kirin bo dagîrkirina xelkê û welatan.
Di sedsala 11 Z. de piştî Oguziyan, Selcoqî peydabûn ewan dizanî ku şer û tundî bi helgirtina şûr bes nîne da ku tu bibe xwedanê pirojeyeka dagîrkarî, lê pêdviye tu kontirola Vatîkana Ereban jî bike (Koşka Xîlafetê), çûnkî şure tanalkirinê pêdvî bi mora xwedawendî ya pîroz heye, ew mor jî di wê demê de di destê xelîfeta Erebî ya Sunî li Bexdadê bû, her ewan rewatiya şerên pîroz pêşkêş bi xelkê dikirin, bi mercê ku paşkoyê wan be herweha baca pêwîst bide.
Di wê demê de hevpeymanek siyasî di navbera xelîfa Qayêm Bîamrî Allah (Serkirdê dagîrkariya Erebî) û sultanê Selcoqî Tuxrul Beg (Serkirdê dagîrkariya Turkî) çêbû, ev hevpeymana jî bihêztir bû piştî pêwendiyên jin birinê di navbera herdû malbatên Haşimî û Selcoqî de, pişt re Tuxrol Beg kilîtên şerên pîroz ji berpirsê Vatîkana Erebê Îslamî stand, piştî wê Selcoqiya Kurdistan, Îraq, Asiya biçûk û Sûriya dagîr kirin. Dûv re di sedsala 13 Z. şaxa Maxolî bi serkirdayetiya Cengîzxan û neviyê wî Holako peyda bûn, û xiraptirîn karîset bi gelê Asiya rojava nîşandan, ji dizî, talan, şewitandin û kuştin. Ew yekemîn kes bûn ku piştî talankirina bajêran ji seriyê kuştiyan girên bilind çêkirin.
Ji hoz bo Emperatoriyetê:
Di despêka sedsala 15 Z. Osmanî peyda bûn, ewan jî keftine pêşiya mamostayên xwe yên Ereb di talan û dagîrkariyê de, wan despêkê de di sala 1453 Z. Konstantînopolîs paytexta Bîzantîna dagîr kirin û navê wê kirin Îslambol wate Tijî Musliman yan (Bajêrê Muslimanan), herweha Tamazga (Welatê Amazîgan) dagîrkirin, dagîrkariya wan gehîşte dilê Ewropa û bûne hêzeka mezina cîhanî. Di wê demê de deselatdarî tenê di destê Ereba de bû, ji ber wê jî Turkan xwestin ev çeka cadû ya dagîrkariyê ji destê wan derbêxin, di vê derbarê de şêxên mezheba Henefî li gor pêwîst pêlanên şer’î û fetew çêkirin, di sala 1517 a Z. de di dema ku sultan Selîmê yekê welatê Misir dagîr kiriye, xelîfeya Ebbasî ya dawî di gel xwe bire Konstantînopolîs û ew naçar kir ku dev ji textê xelafetê berde, pişt re herdû deselatên Olî û Dunyayî bi hev re girtine destê xwe, di wê demê de Turk bûne serdestên Rojhilata Navîn, ku berî wan Ereban bo neh sedsalan ev deselat bi dest girtibûn.
Turk jî wek Ereban xwedanê kultureka şaristanî nîne, ew dagîrkarên hovane yên paşkeftî ne, wan hemû gelên deverê di warê netewî, ol û mezhebî ve serkut kirin, samanên wan dizîn û zana yên wan bo berjewendiyê xwe bi karhanîn, herweha li herêmên rojhilata Ewropa li cihê bacê zarokên kur û keç ji xwedanên wan distandin û ew li ser perwerdeya Îslamî tîmar dikirin û kur fêrî hunerê şer dikirin û tevlî supaya Enkîşarî dikrin bo dagîr kirina gelan û keçik jî di koşkên xwe de dikirin xizmetkar û di gel wan dizewicîn bo pakirina ber û nevîyên xwe yên ku bi kêmbûna xweşikiyê û ciwaniyê tên nas kirin û herweha bi kurtiya bejnê tên naskirin.
Deselata navendî li ba Turkan pîroze ta wê radeyê ku hejmarek ji Sultanên wan di dema ku dighîştin bo ser texta seltenetê raste rast fermana kuştina hemû birayên xwe didan heta zarokên di zikî dayîka de dikuştin da ku çi hevrik bo wî çênebin, di vê bare de di di salên (1451 – 1481 Z.) di serdema sultan Mihemedê Duyê AlFateh yasayek bi navê (Qanûn name Al Osman) ev yasaye rê dide Sultanê nû ku birayên xwe bikuje ku têde hatiye: “Her yek ji kurên min yê ku deselat dikeve destê wî pêdviye hemû birayên xwe bikuje, eve li gor sîstema cîhanî ye, û hemû zana rê didin vê yekê”.
Heger dagîrkarek baweriya wî ya siyasî bi vê şêweyê be, gelo helwêsta wî ji gelên bindest re wê çi be? Ji Kurdan bipirsin ka dagîrkarê Turk bi wan çikiriye? Wan dewleta û mîrnîşînên Kurdan hilweşandin, samanên Kurdistanê talankirin, hêzên şer yên Kurda di cengên xwe de bi kar hanîn, bi hovane ji şoreşgerên Kurd tolvedan, ji korahiya derya Wanê bipirsin ku Kurd bi zinaran ve dihatin girêdan û dihavêtin nav gola avê, ji şkeftên çiyayê Dêrsimê bipirsin ku Kurd têde hatine şewitandin, ji sêdaran bipirsin ku rêberên Kurdan wek Şêx Seîd û Seyid Riza hatin sêdaredan, bi sedan ji gundên Kurdan bipirsin yên Turkan şewitandine, li encamên jî bi hezaran ji Kurdan berê xwe dane deştên Anedolê yên gerim, herweha bi bi hezaran bi rê de mirin û yên din jî şerpeze bûn.
Piroja (Osmanî ya nû):
Di despêka sedsala bîstan de Mistefa Kemal Ateturk zanî ku Îslametî emrazeka Erebiye û her kesê bibe Misliman xwe serê xizmeta piroja Ereba Îslamî dike, da ku pêximberê Erebî Mihemed parçeyek erd ji bihuştê wê pêşkêş wan bike. Herweha Ateturk ku zehmetkariya dewleta Osmanî dikete xizmeta dagîrkarê Erebî, ji ber ku di dema vekirina Turkan bo her bajêrekê yan gundekî têde mizgeftek avadikirin û bi vê rengî xelkê berve rêza ereba pal didin, hevdem wan pabend dikin ku rojane pênc caran berê xwe bidin K’eba Erebî û wan han dide ku dev ji navên xwe yên netewî berdin û navên pîrozên erebî bi kar bihînin herweha dev ji rêbazên rêberên xwe yên niştimanî (yên kafir) berdin, li hember serkirdên talankarên erebê Îslamî (yên bawermend) bilin bigrin.
Ateturk xwest dewleteka netewî turkî ava bike ser bi dagîrkarê erebî nebe, di serdema wî de peyva turkî (Ereb pîs milet) belav bû, xelafet jî nehêşt, herweha li cihê tîpên erebî nivîsandin bi tîpên latînî bi ser turkan de sepand lê ev pêrabûn bi şêweyekî sertaserî nebûn çûnkî îslametî ketibûn nav kesayetiya turkî ji ber sedemên jîngehî û kulturî yên hevbeş di navbera Turk û Ereban de, eve jî bûye sedema ku zû îslamiyên Turk werin ser texta deseladariyê bi rêbertiya Erbekan, pişt re şagirtê wî yê Gurcistanî ku bûye turk Receb Tayib Ardogan cihê wî girt û niha di gel hevalê xwe yê turkê esil Abdula Gûl ji (Quniyê) paytexta Selcoqiyan û Osmaniyan berî Îstanbolê hewil dide dewleta Osmanî ya nû dabimezrîne, eve hembû bi pilandanana wezîrê wan yên derve turkê esil Ehmed Daud Oglo hizirmendê Osmaniya Nû di pirtûka xwe de (di Stratîjiya Kûr de).
Wek pêşekî bo vê çendê jî Ardogan û hevalên xwe bi ser Filestînê û muslimanên Burma û Somalê de giriyan, her Ardogan jina xwe hemû caran di gel xwe dibire vê derê û wê derê da ku histêra bibarînin, Osmaniyên Nû li ser rêbaza bav û bapîrên xwe derin, ji ber ku sultanên wan bi navê Îslam û cîhad gelek welatên xelkê talan kirin û dagîr kirin, di wê demê de bûne hêzeka mezina cîhanî, ji bo Osmanî yên Nû vê rêbazê dubare nekin? Bo çi carek din fêla li gelên Rojhilata Navîn nekin? Bo çi carek din hevpeymanekê dagîrkarî di gel erebên Cezîra Erebî (Qeter û Erbistana Sûdiya) saz nekin?
Hevpeymana nû di navbera herdû dagîrkaran de Erebî û Turkî hate nû kirin puiştî ku malbata Al Sûd ya erebistana Sûdiyê posta (Sekretêrê giştî ya rêxistina Kongira Îslamî di sala 2005 a) de pêşkêş bi kesayetiyê Turk Ekmel Eldîn Îhsan Oglo kirin, ji dema hevpeymaniya sermayedara kendava erebî di gel Turkiya, bo çi na? Gelo hevpeymana Selcoqiya di gel xelîfa Erebî sûd bo herdû aliyan nehanî? Gelo di rêka vê hevpeymaniyê Turk ji hozên nezan nebûne xwedan Eperetoriyet? Gelo bi rêka vê hevpeymaniyê nebû ku xelkên Ewropa Rojhilat bûne misliman û navên wan bûne erebî, herweha di rêka (K’eba) Erebî berê xwe didine xwedê? Bo çi carek din hevpeymanî li dijî van gelên dagîrkirî çênebe bi mebesta bi cih anîna berjewendiyên hevbeş?
Ey bijardeyên gelên rojhilata navîn ya dagîr kirî! Ey rewşenbîr û siyasetmedar! Gereke sedsala Bîst û Yekê bibe sedsala hilweşandina dagîrkarê Farisî, Erebî û Turkî, û şerme bo me em bihêlin gelên me derbasî sedsala bîst û yekê bibin û ew dagîr kirî di destî van kesên paşkeftî de bimînin.
Ey elîtên gelên rojhilata navîn ya dagîrkirî! Pirojeyên îslamî yên dagîrkarî nû (Şîe ya Farisî, Selefî Kendavê, Îxwanê Turkî) dirêjiya pirojeyên dagîrkarê kevine, Eve rastiye, pêwîste em li pêşiya gelên xwe danin, da ku berevaniyê ji nasnama xwe bike û bibe sedestê welatê xwe û van dagîrkaran bavêje derveyê dîrokê.
Nivîskar: ZARA ZAGROS
Wergêran: Keko Îskenderunî
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...