Hilbijartinên şaredariyê û rewşa partiyên kurdan ~ HAWARNET Nêrîn

3/21/14

Hilbijartinên şaredariyê nêz dibe. Ev hilbijartina ji gelek aliyan xwedî tayibetmendiyek e.. 
______________________________________________________________________________




ŞSÎRAC KIRICI   
  


Hawar Net



07 Adar, 2014 Weşandin: 1021 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com






______________________________________________________________________________




Piştî 12 îlonê cara yekeme ku kurd ne di hedefên dewletê de ne. Li gor hilbijartinên din vê carê bi awayekî azad beşdarî hilbijartinan dibin..

Partiyên kurd di bin sîya şerê Tayyip Erdogan û Fethullah Gulen de propagandayên xwe didominin.
Ew yeka kare ji bo wan şansek  be.

Partiyên kurda li ser bingeha belediyak çawa û welatek çawa ? Projên xwe pêşkeşi hilbijêrên Kurdistanê bikin ewê awantajek mezin bi destxinin.
Edî li Kurdistanê dema desthilatdariya hatiye. Divê li Kurdistanê altarnatifa BDPê ne AKP û partiyên din yên dewletê bin.

Lê di rastiya xwe de rewşa opozisyona kurd  di çi hali de ye?
Hun rastiyê bixwazin rewşa mixalefetê tevlihev e. Hewqas partî û hewldan hene tenê Hak-Par û Huda-Par beşdarî hilbijartinê dibin. Mirov ji niha nikare tiştek bêje lê di suretên ku tê ditin ji bo vê demê zehmet e ku altarnatifa BDPê partiyên Kurdistanî bin.

Bala xwe bidinê ev çend car in hilbijartinên şaredariyê çêdibin. Li Kurdistanê her altarnatifa BDPê partiyên dewletê ne.
Sedem çi ye ?

Ji bo çi partiyên kurda nikarin bandora partiyên dewletê li Kurdistanê kêm bikin?
Bê guman sedemên vê yekê pir in.

Yek jê ev e ku siyaseta Kurdistanê guherandin û afirandinên nû dixwaze.
Mirov û partiyên ji siyaset û afrandinê sud werbigrin şansê wanî serkevtinê heye. Mixabin muhalefeta li Kurdistanê behsa guherandin û fikrên nûjen dike lê ev guherandin û fikrê nûjen bi rêbazên kevin dimeşinin.

Ji bo demokrasi û pêşketinê pewistî bi xurtbuyina partiyên Kurdistanî heye. Ev xurtbuyin ewê rêya azadiya Kurdistanê ji nêztir bike.
Li gel me siyaset û ilmê siyasetê bi awayek ku di tu pîvanên dinyê hilnagire dimeşe.
Sedemên wê çi ne?
Bersiva vê yekê li gel ilimdarê siyasetê ye. Lê ez karim îzahata ji bo çi siyaseta me  bi vî rengî dimeşe, bikim.

Divê mirov vê yekê eşkere bêje ku kurd hin bi problemên xwe eşkere rûbi rû nebûne. Statuko didome. Bi xwe zûdeyî fikir û ditinek min heye. Partiyên kurdan û têkiliyên wanî bi dewletê re hîn jî eşkere nebûye.

Ev yeka ne tenê ji bo partiyeka Kurdistanî ye. Bi giştî dive ev têkiliya zelal be. Zelal bûyin bi xwe ewê rêya muxalefetek bi  bandor jî veke. Bala xwe bidinê desthilatdar (baskeka BDPê) di hawa biharê de ne….Mixalefeta derî wan  wek buxcak bi heft pîne bihevre girêdayine.
Ew rewşa diçe xweşiya kê?
Kî qezenç dike?
Kî tevgera kurd ya pir rengî û pir dengî xist vî halî?
Di siyaseta Kurdistanê de meqes wer vebuye ku avakirina muhallefeteka milli ewê demeka dirêj bigre.

Dil dixwest ku di nav partiyên Kurdistani de balansek  hebe û bi tevayî wek blok beşdarî hilbijartinan bibin.

Nebû….Kî kijan sedemî nişan dide bira bide bi qeneta min sedema herî mezin ne zelaliya ev têkiliyê û li ser bingeha vebûna vê meqesê ye.

Ev çend sal in desthilatdariya piraniya bajarên li Kurdistanê di destê BDPê de ye.
Mirov wexta  rewşa BDPê û siyaseta ku heta vê gavê dişopîne du tişt derdikeve pêşberî me.

Beşek ji kadro û serokên şaredariyan bi mêjî, helwest û karên xwe Kurdistanî difikirin. Hewldana wan kesana hêjayî pesnandinê ye.

Wek ku tê zanin desthilatdariya şaredariyan tê wateya statuyek. Derî siyaseta giştî piraniya serokên belediyên Kurdistanê xwedi vizyoneka  kurd in. Heger rehet werin berdan ewê xebatên hêja bikin. Di vê pêvajoyê de gelek ji wan serokên BDPê bûn hedefên dewletê. Dewletê bi zaneyî nehişt ku ev kesana bixebitin. Lê di siyasetê de yekcarna problem ne tenê ev tişt in.

Pir mixabin beşek din di çerçova  siyaseta Tirkiyeyî de tev digerin. Ya xerab her ku diçin dişibin dijberê xwe. Ev kesena bi awayek nebaş tirkan teqlid dikin.
Di vê hilbijartinê de ji tespikirina „encûmen“an-endamên meslisa Belediyan bigirn, heta kar û barên rojane ev teqlitên xwe  didominin. Sistema wanî xebatê wek partiyên burjuvaziyê ye.  Nirxên neteweyî danine alikî û rebazên xerab bi kar tînin.

Bêguman partiyên girseyî ji hemû kesan re vekirîye. Herkes kare deng-raya xwe bide wan. Herkes kare piştgriya wan partiyan bike. Kes nikare bêje ku hûn çima piştgiriya vê partiyê  dikin…Lê partiyek ku li ser bingeha xebatek neteweyî û şehidan siyasetê dike dibê haya wan ji vitrina partiyê hebe. Kesên ku dikevin vitrina wê partiyê dibê mirov bipirse.
Do te çi kir ?
Tu li ku bû ?
Di şertên dijwar de helwesta te ya li heberî şoreşgeran çi bû?
Ci heyfe ku siyaseteka din tên meşandin.
Heta do kesayetên dijminatiya doza kurd û Kurdistanê dikirin derdixin vitrina partiyê.

Li Kurdistanê gelek aşirên welatparêz hene lê hin eşir hene ku  her li diji doza kurd û Kurdistanê sekinîne. Wek tu tişt nekiribin aşîra xwe bigre û were cem min. An bi gotinek din perê te û bandore te li ser 300-400 kesî hebe were ezê meqamek bidim te.

Qezenca doza neteweyî çiye ?
Pivan çiye?
Eş û bedela ku heta vê gave hatiye dayin tê ci wate yê? kes napirse.
Dibê rêbazên me neşibe yê dijberên me.”do do ye,  îro îro ye”
Ev çend hilbijaritinin li gelek bajar û navceyên Kurdistanê ji sedema bêaltarnatifiyê herkes dengê xwe dide BDPê  Tu şik tuneye ku li cihê Hak-Par û BDP, OSP, KDP hebe kes dengê xwe nade AKPê. Lê di hilbijartinên din bi giştî piraniya siyasetmedarên kurd terciha xwe li ali BDPê  danîne..Yekcarna bê altarnatifi riya bêadilbuyinê û kêfiyetê jî vedike.

Ji bo vê yekê jî du aliyan gringiya vê hilbijartinê heye.
Li Kurdistanê êdi gelek bûyer vekirî tên peyivandin. Gilî û gazincên gel bilind dibin.
Piştî vê  hilbijartinan ewê riya siyasetek nû vebe.
“Xetên sor”

Çi ji ali kurdan û çi ji ji ali dewletê ber bi şikleka nû ve dihere. Civat diguhere. Edî tabiatên berê li hemberi van guhertinanan  nikare bisekine.
Wê demê rewş tê helwest daninê. Ewê hewldan partiyên heyî çawa tevbigerin.
Siyaset bi du tiştan di civatê de xwedi qeidr û qimetê digre.
1. Helwestek kurd û Kurdistanî
2. Pratik

Mixabin siyaseta Kurdistanê hatiye wê radeye ku min kir û bû…Bersiva min kir û bû ev e. Hûn mecbûr in li dû min werin.

Ew ji zanin ku hilbijartinên şaredariyê ji hilbijartinên giştî pir cuda ne. Hilbijartinên şaredariyê riya desthilatdariya li ser axa xwe vedike. Vê gave muxalefet bi dîtin û gotinên xwe xwedî helwestek kurd û Kurdistani ne. Lê praniya mixalefetê di pratikê de ji sedema statuqoyê wek her demî vê care ji  bê helwest in.

Çi hikmet e di her pevajoyên grîng de bi problemên xwe yi hundirin mijul in.
Mixabin derî Hak-Par û Huda-Parê  partî û rexistinên din dîsa temaşevan in. Pişti hewqas tecrube di serî de BDP, wexta Hak-Par û Huda-Par nêzi blokek Kurdistanî nebun rexistinê din karibun ji bo nasandina projên xwe yên siyasi bi kêmasi di çend başarên Kurdistanê de namzetên serbixwe xwe nişan bidin.

Di siyasetê de;
Gavek nû
Rêya nû
Şiyarek nû kare gelek tiştan biguherine.
Lewra neynika hewldan, rêxisin û partiyan kiryarê wan e.Yek ji kriterên demokrasiyê reqabet e. Reqabetek li ser parastina hêjayên neteweyî ewê riya demokrasiya Kurdistanê vekira.
Tevger û partiyên xwedî armanc û hedefek bin divê bi şikleki ditinên xwe bighijinin raya giştî.

Di siyasetê de wexta tu bi xwe ne xwedî projak bî, rêyekî li ber te dimîne di nav partiyên heyî mecburi tercihek dibe.
Vê gavê ci di nav partiyên dewletê û ci ji di nav partiyên Kurdistanê de helwestek homojen giştî tuneye.
Herdu ali ji perçe perçe beşdarî hilbijartinan dibin.
Dewlet di restorsyona dewleta xwe de şereke dijwar dijî.Kurd ji yekali li tembûra “kî ne em”  ledixin.
Azadixwaz
Liberal
Muhafazakar
Cep
û
Islamistên Kurdistanê ji bo siyaseteka milli bi hev re helwest negirtibin jî. Rêyek wan î siyaseteka neteweyi hin ji heye. Dibê di vê hilbijartinê de pir vekirî li dijî proja HDPê derkevin. Proja HDPê entegrasyon e. Dûr û dirêj projak li diji hêzên neteweyi ye.Wexta ez li HDPê mêze dikim enternasyonalizma berî 12ê ilonê tê bira min. Bêguman ev yeka ji bo baskê BDPê yê kurd û Kurdistanî difikirin zehmet e. Lewra îrada wan î siyasi rê nade vê yekê…Sedem çi dibe bira bibe dibê rêyekî were ditin ku têkiliya kurda û proja entegrasyonê qut bibe.

Dîsa girîngiya ev hilbijartina ev e ku di gengeşî û şerê cemaat û AKPê de, di mesela şerê Kemalistan de ne hewceye em bibin teref.

Heger were û biqewime divê kurd di nav partiyên xwe de bibin teref.
Ev hilbijartina ji bo xwedî derketina desthilatdariyê gelek girîng e. Dibê kurd xet û helwesta xwe pir zelal bikin. Bi tu awayî dengê xwe nedin partiyên wek AKPê. Terciha xwe li aliyê partiyên kurdan deynin. Piştgiriya partiyan bêtir di vizyona kijan namzetan de kurd û Kurdistan hebe deng-raya xwe bidin wan. Bi xwe ez li Rihayê bim ezê raya xwe bidim Osman Baydemir, Emrullah Cin û Ismail Aslan.Li Amedê ezê bidim Hak-Parê û li Kahtayê bidim Mehmet Polat.

Hûn helwesta rastî ya di dilê min de bipirsin ew jî ma bihareka din. Ezê vê carê ji dengê vicdan û hiqûqa muşterek guhdarî bikim.
.

Hilbijartinên şaredariyê û rewşa partiyên kurdan

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org