Ez îro Charlie me! ~ HAWARNET Nêrîn

1/14/15

Bîlal Gorgu .Nêrîn
...............................................................................
Ez îro Charlie me!

Nûçeya roja 7ê meha yeka 2015 ez şok kirim, tevizandim. Di bêdengî ya giran de ez bi xem û xeyalên xwe da çûm, Musilê, Şengalê, Kobanê.






Bîlal Gorgu
14 Çile, 2015


Sala 2014 a bi rastî gelek xiraw derbaz bû. Salek bi şer û şamata, bi êş û bela bû. Şeva serê salê em çend heval bi hevra bûn, hêvî û peyama  me, 2015 salek baş û bextewarîye be ne tenê ji bo kurda, ji bo hemi mîrovatîyê bû. Li mixabin ne wisa bû. Roja 7ê meha yeka 2015 ne ez tenê hemî alem bi rûdawek giran bê tarif, hêşîyar bû. Li paytexta Fransayê, bajarê serketina Şoreşa Fransayê, ji bo sê stunên demokrasîyê; Liberté, Egalité, Fraternité (Azadî, wekhevî û biratî), li Parîsê, disa  xwin rijandin. Îcar ne bona sê stunên deokrasîyê mixabên, dijî azadîyê, wekhevîyê û biratîyê bû.    

Nûçeya roja 7ê meha yeka 2015 ez şok kirim, tevizandim. Di bêdengî ya giran de ez bi xem û xeyalên xwe da çûm, Musilê, Şengalê, Kobanê. Qêrîn û hewara jin û zarokên kurda û kurdîstanîya dihat guhên min, wekî xew da bim, wekî xemd bibînim. Xemdek reş bû, giran bû min ne xwast xemda min a reş dirêj be. Cîhê xwa rabûm, çûm ber kanîyê, li piştî tasek ava sar a Stockholmê  li xwe hatim, heşê min hat cîh. Ez disa hatim ber Televîzyonê min mêze kir, vegerîm li ser socialmedya nûçeya ne tenê ez hemi mîrovatî, hemi mîrovên xuwedî vîcdan xemgîn kirîbû, hemîya dilêşa xwa dihanin ziman. Lê min dimenek ji televîzyona Franasyê dît, îmamekî bi kumê sipî “ Vana ne musilman in, şeytan in, şeytan” digot.

Pirsa îmam bala min kişand, ne tenê bala min kişand ez gelekî êşand im. Ew ne cara yekemîne nejî duemîn e, kêm an zêde em gelek cara vê gotinê dibîsin. Lê mixabên nizanim em çima reaksîyon nîşan nadin û bêdeng dimînin. Ez bînim bîra we! Berî çend sala dema li Afganîstanê Talîban derketin, camêran destpêkirin bi navê îslam û musilmanîyê, dibistan girtin, jin kirin kole, maê kesên ne dilê wan wek xenîmet li hev belav kirin, hemi dezgehên civil û modern qedexe kirin. Rêz û hurmet ji bo mîrovatîyê rakirin, sembol û nîşanên dîtin û dînên din hemi teqandin, wenda kirin, civat hezaran sala şûnda birin. 

Wek îro tê bîra min, disa îmam û zana yên dîndar derketin û gotin;

-  Na, vana ne musilman in, na xêr !!

Lê wan camêran bi gora dilê xwe Afganîstan û xelqê Afganîstanê bi salan kirin dinyak tarî, hîn jî her roj xwînê dirijînin. Ne tenê li Afganîstanê man, gihîştin Pakîstanê, mintîqa Wezîrîstanê ku her roj xwîna mîrovan dirijînên û ji bo fikrên wan, jîyana wan a taybetî serên wan jê dikin û nîşan û sembolên wan yên olî û kultirî, çê û xiraw nebêjin eger ne gora dilê wan be hemîya diteqînin, heqê jîyana wan ji destên wan derdixin.

Piştre El Qaida Usama Bîn Ladîn derket, hemî dinya hêjand. Bi hezaran mîroven bêgune, jin û  zarok, kal û pîr kuştin.. Jiyana mîrov û mîrovatî ji bo van camêran bê mane bû. Mîrovên ne wekî wan fikir dikirin xwîna wan helel bû. Kuştina van sewab bû, yekî ku ew bikuşta bêsûal  diçû behîştê. Li wê jî ne dima, hemî mala xwe, heval û hogirên xwe jî bi xwe re dibir behîştê.

Dîsa zana û ekspertên bi nav û deng rabûn bejdarî bername û programên televîzyonan dibûn û digotin;

-  Na, vana ne musilman in, vêya ne Îslam e, na xêr!!

Havîna sala çûyî, xelkê Musilê bi zilm û tada DAÎŞÊ hişyar bûn. Camêran bê zahmet avîtîbûn ser bajarê Mezopotamîyê ya qedim, dilê dîroka hezaran sala, navenda şarestanîya xelkên Mezopotamyê, dorpêçkirîbûn fermana van dixandin destpikirin, kesin ne dilê wan, ne gora dîtin û nîrxin wan serjikirin malên wan beytulmal kirin zarok û jinên wan kirin kole û kolanên bajarên wenda difirotin. Deşta Nînovaye derketin xwa berdan çûn ser Şengala muqades, hezaran zarok û jinên kurdên Êzîdî revandin birin, firotên; yên nefirotin qetil û xwîna van helal bû. Mal û milkên wan, jin û zarokên wan xenîmet bû ji bo cîhadîstên DAÎŞÊ, li hev parve kirin. Xwîna hat rijandinê êdî bê hesab bû.

Li Kobanê çar mehen e kevir le ser kevir nehêştin, mal û milkê Kurda û Kurdistanîya beytûlmal kirin li hev parve kirin, her dem xwîn dirêje, namûsa kurda difroşin. Jin, zarok kal û pîr ne hezaran mîljonan bûne aware, di wê zivistana reş de di bin konan de, bê cil, xwarên û vexwarin jîyana xwe y a rojane bi şertên ne mîrovatî qebûl dike didomînin. Roj nîne gund û bajarên Kurdîstanê şehîdên xwe defîn nekin, veneşêrîn, birînên xwa derman nekin.     

Disa zana û ekspertên bi nav û deng radibin bejdarî bername û programên televîzyonan dibin û dibêjin;

-  Na, vana ne musilman in, ne jî îslamin rast in, na xêr!!

Roja 7ê meha yeka 2015 da, nîvroj bû, le Parîsê êrîş birin ser rojnama Charlie Hebdo. 10 xebatkarên bê guneh, bê sûçdar û 2 polîs li ber çavên me hemîya kuştin. Gunehê wan ji bo fikir û gotênên azad karkirin bû. Wan êriş nebirîbû ser Şamê, ne ser Mekê û Medînê, mal û milkê kesî beytulmal û talan nekirîbûn û li gora dilê xwa parve nekirîbûn. Wan dixest ji bo mîrovatîyê, ji bo wêjeya azad kar bikin. Ji wan yek, berpirsîyagê giştî yê rojnama Charlie Hebdo, Stephane Charbonnier   "Ez îro Kurd im, bi Kurdî difikirim, bi Kurdî disitirim, bi Kurdî digrîm" got û dengê xwa dijî zordestî û neheqîya hember Kurda û Kurdistanîya anîbû deng.

Dîsa yek derket û got ;“ Vana ne musilman in, şeytan in ”. Ew gotina min gelek bizar dike, hilak dike. Ew camêrên hanê çaxa DAÎŞ û hevalbenden wan, îroj lê Musilê, Şengalê û Kobanê bi hezaran zarok, pîr û kalên Kurda û Kurdistanîya dikujin, jinên wan û zarokan wan difroşin, nîşan û mizgeften wan yên hezar salan, diteqînin mixabin bideng in, guhên xwe ker dikin, çavên wan nabînin û lal dibin zimanên wan nagere, di devên wan de wenda dibe.   

Mixabin ew camêrên hanê ku me behsa wan kir û dibê em demek dûr û dijêj hîna behsa wan bikin, ser êşek gelek mezinan ji bo hemî mîrovatîyê, hemî kirinên xwe ji bo îslam û rêberên îslam dikin. Kî rast e an kî xelet e; fermo werin em hemî bi hevra bi zimanekî ku em hemî hev fahm dikin, danişin, bûyêrên dibin, bona Xwedê şîrove bikin! Gelo Rûdaw çî ye!

Ez îro Charlie me!

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org