.jpg)
Nobedarên Azadiyê
Ji destpêka dîroka mirovahiyê heta roja îro herdem mirovên serhişkê jiyanek azad derketinin, herdem tolhildêrê pêlek bayê bi rûmet derketinin. Van kesan parastina rûmeta mirovan û civakê ji xwe re kiriye kar û bar.

.jpg)
Siyamed Sîpan


Van kesan berê xwe danin çiyayên ku di dilê xwe de agir û roj neqişandiye,
berê xwe danin warê pîrozahiya rojê, warê ku roj lê hiltê û roja diçe ava.
Sînga xwe kirinin mertalên ku hêviyên bi milyonan di xwe de vedişêre,
xwe kirinin şûrên ku azadiyê diparêze.
Û her kesek ji me jî zane, bê nobedariya azadiyê çiqas bê hempa ye cîhan, çiqas bê emane jiyan.
Ev gotinên min ji kesên ku ji nava hemû xemsariya civakê derketinin,
ji nava qirêjiya ku mirov bi destê xwe ava dike derketine,
li hemberî zextan serê xwe bera ber xwe nedanin,
û berê xwe danin çiyayên ku Binevş bê xem û Berfîn bê tirs mezin dibin.
Ev risteyên ku ji dilê min mîna Zap û Avaşîn diherikin, ji bo hêja mirovan re nin, ku li serê çiyan ji bo rûmet û azadiya gelekî şer bi, bê-wicdaniya dîrokê re, dikin.
Nobedarên Azadiyê dizanin ku dema tu dilê xwe ji agir re veke, ewê agir te neşewitîne, ewê te xurt bike,dizanin û dikarin Avaşîn û Zap di dilê xwe de derbas bikin û berbi okyanûsan ve bişîne.
Û dûvre gulleyên ku ji çekên wan derdikevin berbi rojên azad ve difiririn û diçin.
Ev gulle ewê bibe tîr û rimên ku ewê azadiya gelekî bîne.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...