Bila dijmin ji hêrsa jinên Kurd bitirse!
Di serî de berxwedana xort û jinên ciwanên kurd li Kobanê dagirkeran vala derxist. Ji bo me jinên ciwan jî ji vir pê ve pêwîst e sekin tune be. Roj ne roja temaşevaniya şerê li Kobanê ye. Divê em tevli berxwedanê bibin.

Evrîm Demîr


Jiyan bi rastî jî bi berxwedanê xweş e. Bi berxwedanê jiyan azad dibe. Bi berxwedanê jiyan bi wate dibe. Gelê kurd di qonaxeke hebûn û tunebûnê de ye. Yan em ê şer bikin li hemberî çeteyan û piştigirê çeteyan, yan jî dîrok dê windakirina mirovatiyê binivsîne. Jina kurd jî pêwîst e ji her demê zedetir bikeve nav têkoşîne û ji her demê zêdetir pêwîst e xwe û welatê xwe biparêze. Çeteyên DAIŞ’ê êrîş dikin li ser Kobanê û dixwazin Kurdistanê dagir bikin. Êdî diyar e ku kî piştgirî dide van çeteyên hov û çeteyên ku ji mirovatiyê dûr. Di serî de Israîl, hêzên hegemonîk ên navneteweyî, AKP û PDK li gorî berjewendiya xwe dixwazin hem kurdan hem jî axa kurdan parçe parçe bikin. Ev rastiyeke ku li Rojhilata Navîn têkoşîna azadiya kurdan lîstokên dagirkeran xira dike.
HÊZÊN?KURDISTANÎ
Di Rojhilata Navîn de hêza herî demokratîk û hêza azadiya gelan hêza Tevgera Azadiyê ye. Ev jî rê nade ku armanca dagirkeran li Kurdistanê û Rojhilata Navîn pêk were. Li gorî dagirkeran, ji bo dagirkirina Rojhilata Navîn pêwîst e Kurdistan were dagirkirin. Ji ber vê ye ku çeteyên DAIŞ’ê bi hovane erîşê Kurdistanê û gelê Kurdistanê dikin. Dagirkirina Kurdistanê feraseta xwe ji çanda tecawize digire. Fetihkirin, talankirin û dagirkirin feraseta çanda tecawizkar e. Ev feraset jî ji xwe feraseta dewletan e û feraseta modernîteya kapîtalîst e.
AZADIYA JINAN Û KOBANÊ
Di van rojan da têkoşîna Kobanê asta azadiya jinan û asta azadiya gelê kurd dê diyar bike. Ev şerê li Kobanê ji jinên ciwan re dibejê ku ‘yan hûnê têkoşîn û jiyanekê azad jiyaneke bi rûmet bijîn, yan jî asta xulamtiyê li Kurdistanê ew e bilind bibe. Lê belê gelê kurd û jinên kurd hem di aliyê fizîkî de hem di aliyê nirxên xwe jiyanê de di nav talûkeyê de ye. Kobanê bûye qada qehremanên gelê kurd. Dijminê hov, dijminê mirovatî û dijminê azadiyê ketine liv û tevgere. Di gelek milan de êrîş dikin û dixwazin gelê kurd di qirkirinekê de derbas bikin. Dixwazin Kobanê ji kurdan vala bikin. Kurdan ji welatê wan derxînin. Çeteyên hov DAIŞ dixwaze tirsa xwe li ser gelê kurd belav bike. Li Şengalê xwest viya çêbike. Li Mexmûre dîsa heman tişt armanc kir. Lê di pêşengtiya jinên kurd de ev armanc bi têkoşîneke bêhempa têk çû. Ev çete diyar e ku ji mirovatiya xwe veqetiyaye.
ROLA JINÊN CIWAN
Di serî de berxwedana xort û jinên ciwanên kurd li Kobanê dagirkeran vala derxist. Ji bo me jinên ciwan jî ji vir pê ve pêwîst e i tune be. Roj ne roja ku em têne temaşevanê şerê Kobanê bin. Bêrê me pêwîst e li Rojava be. Berê me pêwîst e li şoreşa gelê kurd be. Ger ku berê me ne li Kobanê be ew dem berê me ne li mirovatiyê ye û ne li azadiya gele kurd, jina kurd e. Bi vê hişmendiyê em dikarin bêjin ku herî zêde berê jinên ciwan ên kurd li aliyê Kobanê ye. Di parastina gelê xwe de û azadkirina axa xwe de rol û mîsyona jinên ciwan ên kurd divê di asta pêşengiya şoreşê be.
TEVLIBÛNA PARASTINÊ
Li hemberî erîşên li ser Kobanê bertekên gelê bakurê Kurdistanê pêwîst e wekî tevlibûna parastina Kobanê be. Tevlibûn ne tenê tevlibûna meşekê ye. Sînorên ku dagirkeran ji bo axa kurdan çêkirine divê ku di serî de jinên ciwan wan hilweşînin. Ev sînor bê wate ne û bi Şoreşa Kurdistanê ve giredayî ew e parçe bin. Li Pirsûsê hezaran ciwan sînoran radikin û derbasî Kobanê dibin. Ev roj rojên dîrokî ne. Şoreş hemu gelê kurd digihîne hev û wan dike yek. Îro rûyê rast ê dijminên kurdan li Kobanê aşkera ye. Li gorî vê jî xeta parastina kurdan îro li Kobanê diyar dibe. Kê/î bejê ez bi rûmet im û di nav rûmetiyê de dixwazim bijîm, kî bibêje ez azadî dixwazim û gelê me bila azad bijî û kî bibêje bila jin azad be; wê gavê pêwîst e tevli Şoreşa Rojava û berxwedanê Kobanê bibe.
RIZGARIYA KURDISTANÊ
Em ji bîr nekin ku rizgariya Kurdistanê di şerê Kobanê de derbas dibe. Serkeftina Kobanê dê bibe serkeftina Kurdistanê. Tu kes û hêz nikare gelê kurd, jinên kurd bitirsîne. Têkoşîna azadiyê ji tu hêzê desthilatdar natirse. Gelê Kurdistanê jî ji dijminên xwe natirse. Yên ku bitirsin jî dijminên kurdan bi xwe ne. Bila ji hêrsa jinên kurd bitirsin. Lewre ew hêrs tolhildêr e. Ji bo azadiyê û ji bo şehidên xwe her tim tola xwe hiltîne. Dem dema rizgarbûnê ye, dem dema şerê ji bo azadiyê gurkirinê ye. Dem dema bi şeref bi namûs û bi rûmet tevgerînê ye. Ew jî bi tevlibûna şoreşê pêkan e. Ref bi ref tevlibûn dê azadiye bîne û dijminê dagirker ji welat biqewirîne..
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...