Tv'yên Kurdî ên zarokan: Rexneyekî giştî li ser naverokên zarokan
Wekî hûn dizanin; demê nêzîk de hênek kanalên wekî Pelîstank Tv, Pepûle Tv û Zarok Tv, ku xebatên ser zarokan dikin vebûn. Naverokên wan ku bi zareve kirin a Kurdî hatinê holê; bi piranî çêkirên filmê kartonên 2d û 3d'ne an jî bernameyên studyoyên ku jêderkên Amerika û Ewrûpa ne.

Rexnegirê TV


Digel ku medya ya Kurdî di demekî pêşveçûyî da be jî, vebûyîna kanalên taybetî ji bo zarokan serkeftinekî mezin e. Ji bo zarokên Kurd; ku li ser axa Kurdistan a parçekirî, di bin bandor a gel û çandên biyanî mezin dibin, ev karên dîtinî ku bi zareve kirin a zimanê me tên çêkirin, zelal e kû karek pir bi rûmet e. Lê bes e? Bê guman, ne bes e!
Mirov dikare kêmasîyên kanalên televîzyonên Kurdî bi taybetî ji alî anîmasyonên karton, bi bê îmkanêyê îzah bik e. Anîmasyon, li temam ê dinê, karêkî herî biha ye. Lê belê, him ji bo bernameyên studyoyê û him jî ji bo bernameyên kû li derva tên çêkirin; tiştên kû bal a me di serî de dikşîne, weşanên wan yên dîtinî û bihîstînî di bin kalîteya standardên gerdûnî ye. Welew ku bila bi zimanên me bên çêkirin; ev karên kû di encamên de bandor e kî giran di de ser mezin bûn a zarokan, weşandina wan yên li ser dîmenderê ku bê venêrîn û bê standardên îstatîstîkîne, ez dibêjim qey, qet neyê çêkirin jê baştir e.
Kû em li giştî dinê binihêrin, welatên kû bi zimanên xwe filmê kartona ji bo zarokan çê dikin, jimara wan di binî bîsti da ye. Bi dehan gelê din, çêkirên gelê biyanî, bi awayên zareve kirinê kar tînin. Xeterên herî mezin jî, di vê rewşê de tên holê. Asîmîlasyonên çanda gelê biyanî, nifşên nûjen ji biçukîye û bi dil xweşîyê, bi çêkirên xwe dikin bin bandora xwe.
Zarokên me ku; li şûna azanê, çangoçkê dêrê; şûna qelîya golik a, salamên wehş a; şûna maçî kirina destên kalên xwe di eydîyê de, hêkên paskalya dibînin; li gorî kîjan nirxdarazîyan mezin dibin, hûn biryar bidin.
Karakterên robotî, ku qudretên manewî bi giştî di guherînin hêzên ferazî yên bê hest u bê bingehîkek felsefî, dibin sebeb a zarokan ku hebûna çanda xwe nahesibînin, heta biçûk dibînin. Lewra, xeyalên ku di dîmenderê de jê re tên pêşkêş kirin, wekî behrek bêtar e ku dûr û qet nikari be xwe bi gihînê. Dawîya dawîn de zarok çiqas mezin bibin, ewqas ji nirxdarazîyen xwe dûr dibin, wan biçûk dibînên û heyanî ku wan na hesibînin.
Hêna Barış Manço yên me derneketî ye holê? Xaltîya me ya Adîle, ku çîrokan ji bo zarokan digot hêjî tune ye. Caillou yên me, Peppê yên me, Heîdî ya me nîn e... Fîlmekî karton kû bi îmkanên nûjen hatibe çêkirin û karakter û modelên wî bi taybetî ji bo me hatibe sêwirandin hê jî tune ye.
Ez dikarim, kêmasîya ev tiştî ji lêgerînê ku min li dora xwe kirîye jî bi bînim. Dema ku hûn ji naveroka kanalê tiştekî bi pirsin ji dayîkek ku dibê je; "Belê, ez Zarok Tv ji bo sebîyên xwe ve dikim", nikare bersiva we bide. Zarokên ku di Pepule Tv'de Pocoyo temaşe dikin, nikarin lêvkirin a "Q,W,X" hîn bibin. Ez bala we dikşînim; zarokên me bê "Çîrok" mezin dibin.
Ew çîrokên ku; ji Harry Potter baştir û di wêjeya xîyalî de mînakên herî qenc bûn û me berî razanê, dibin ronîya lembeya don de me ji pîra xwe guhdar dikir; çîrokên me, li ku derê ne? Çend zarok wan dizanin?
Çêkêr, xwedî û berpirsyarên kanalan, rêveberên wan çi difikirin li dijî vê rewşê, ez nizanim. Lê dema ku ez, çav li ser kanalên ku bi Kurdî waşanê dikin digerînim, encama kû ez dibînim gelek xemder e. Zarok ku di tebeqa komelên de cîhek gelek girîng digrin, mirov dibê je qey, bi hewlek taybet paxav nayê pê kirin.
Di kanalên televîzyonên Kurdî de çêkir bi giranî li ser; nûçeyên ji bo mezinan, bernameyên mijûlayî yên li ser çandîyê, rêzefîlmên zarvekirinin û hwd... Ew mezin jî, ji mirovên kû bi serî xwe li ser zanebûnekîne pêk tên. Yanê, mirovên ku dengbêjîyê dizanin, dengbêjîyê temaşe dikin. Li serê gengeşî dikin, dibe ku twîta parve bikin. Bi rasti ku dengbêjî tune bu ya emê çi bikirina?
Evder aşkeraye; Televîzyon hacetekî ji bo mirov dema ku dixwaze ji qilqilê rojanî xwe bi filitîne û xwe bide berê ye. Televîzyonên Kurdî gere neyê sewirandin li gorî kêfa hineka. Standardên weşanê pêwiste ku bên saz kirin û şixulandin. Ev demên kû em li ser bandeva ragihandinê ne, gihiştîna agahîyê, wekî berê ne zor e. Her wiha, çêkirin ku li ser neql kirina agahîyê hatine dar xistin û bi bawîşka tên temaşê kirin, êdi emrê xwe qedandin e.
Em bi hesibînin ku, ji bo we neql kirina agahîyek pêwist bu. Belê, mafê we ji bo neql kirinê he ye. Lê belê li ser dîmenderên televîzyonê, hûn nikarîn wekî mamostêyen kû li ber textê reş ders dide, hinek tişta pêşkêş bikin. Em vekin Discovery'yê û lê temaşe bikin ka ew çawa çê dikin? Ji bo daxuyanîya formûlek fizikê jî, wêneyên çawa der dixin holê, em lê mêzekin. Ji sedî dehan jî em pêk bînin, karek delal e.
Televîzyon wekî endamêk ji malbatê ye. Li serê civatê rû din e. Cîh digir e. Wext distîn e. Enerjîyê di xeritîn e. Berdêlî van tiştan, tiştê kû ewê bide we jî pêwiste kû herî kêmî dereceya girîngî ya we ne be. Divê ku em bipejirînin, ev haceta ku êdi ne qutîya xêwa ye, li ser paşeroja zarokên me; ji me zêdetir bandordar e.
Lînk
Pepûle TV
Pêlîstank TV
Zarok TV
Zaro TV
Twitter: @RexnegirTV
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...