Kurdistan; Dayîka zîreatê ya Cîhanê
Werin em Kurdistan ku dayîka werzigariya(ziraet) cîhanê û landika şaristaniyeta mirovahiyê ye, ji nû ve bixemilînin.

Foruma Hevbeş


Devera navbera du ava Beynilnehrîn û Zagros ku piraniya vê Kurdistan e, bi şahidiya dîrokê û arkoelojî (bastannas) ji bo cara yekê mirovan dest bi çandinî û kedîkirina lawiran û hêdî hêdî jiyana di şikevtan da û tenê nêçîrkirin bi jiyana gundîtî û werzigariyê guheradin û dest bi çêkirina xaniya kirin ku ev guhanrandinên hanê yên mezin di cîhanê de belav bûn, ji bo nimûne kevinbûna kedîkirina bizinan (bizinên reş yên Zagrosê) û pez di devera Zagros û Mezopotamiya vedigere bo 10 heta 12 hezar salan berî niha û destkevtên din ên wek şerab çar hezar sal berê di Kurdistanê de hatiye bikaranîn û her wisa peydakirina yekemîn gund ku nîşana bi hev re jiyana gundîtiyê ye, elbete evana nimûneyek in ji sedan karên din ku ji bo cara yekê vê di deverê da hatine encamdan ku bûne harîkar ji bo pêşveçûna şaristaniyeta mirovatiyê di cîhanê de.
Lêbelê di mercên niha de eger rewşa deverê û av û hewa û çavkaniyên xwezayî yên Kurdistanê bikevin ber lêkolîn û dahûrandinê, emê bi hêsanî bibînin ku bihust bi bihustên wî welatî ciyê mifawergirtinê ji bo çandinî, baxdarî û ajildariyê ye, îca evana xêncî xizîne û çavkaniyên binerd yên xwezayî ne ku bi xwe dewlemendiyên mezin in. Di vî welatî de devrên pan û berînên yên sar, hênik, germ hene û her wisa xaliyeke bixêr û xwayî yê avên sererd û binerd û baranên kêm û zêdetir, îca eger bi rêveberî û awayekî rast mifa lê bê wergirtin, dikare pêwîstiyên xwarinê ji bo civateke çendîn hemberî civata niha ya Kurdistanê bi dest bîne û digel pişkên senetî yên çandiniyê, di rastî da dibe serwet û samaneke mezin ku bûye nesîbê gelê Kurdistanê. Deverên zozanî û çiya û sar çavkaniyên mezin in ji bo çandiniyên ciyê sar û alif û ajildariyê, û deverên hênik û gerim baştirîn delîve ne ji bo çandiniyê, bi taybet bax û bostan û mêweyên cur bi cur, naxwazim di vira de derbazî babetên hûre pisporiyê bibim, çûnkî ev mijareke gellek dirêj e. Ji aliyê din ve dijmin û neyarên gelê Kurd jî têgihîştin û dewlemendiyên xwezayî ên vê deverê bi başî nas kirine û bi hincetên xiyalî û pilanên xiyanetkarane gundên Kurdistanê wêran û gundî bi zorî koçî derdora bajêran kirin û keç û xort ji azmûnên salmendan bêpar kirin û ev pişka ekonomiyê tenê ku Kurdistanê hebû, ji nav bibe û gelê Kurd tune bike, bo mînak, berî dehan salan, rejîma Bees dest bi wêrankirina gundên Başûra Kurdistanê kir û gundî birin bi civatên dijwar û dilêş û koçber kirin û zêdetir ji çar hezar gundên Kurdistanê xirab û text kirin û bi salan bê mifa man, ewa ku gellek ciyê nigeraniyê ye dûriya keç û xortên wê demê, di rastî de nifşekê ji wan ji ciyê kal û babê xwe ku hêdî hêdî hezkirin û girêdana wan bi zevî û çandinî di gundan de kêm û kêmtir dike û li azmûnên çend hezar salî ya cotkariya vê deverê bêpar dimînin, wek wê beyta Hafizê Şîrazî ku nîsana wê rastiyê ye:
“Bulbulî xwonê ciger xword û gulî hasil kerd badê xîret bi sedeş xar perîşan dil kerd” (Dibêje Bilbilê bi xebat û zehmeteke gellek gulek gehand, lêbelê bayê hesûd û nehez bi sedan qirş û qeleman perîşan kir).
Li gor agahiyên ku min hene , dibêjin di Kurdistana azad de li sedsala 4 heta %5 an de, kes di beşa çandiniyê de bi werzigariyê ve mijûl in, ev li sedê 5 di pişka werzigariyê de ji bo welatên Ewropayê re baş e, lêbelê di Kurdistanê û wê rewşa vê ya niha de çi şeweyekê têr nake û pêwîstî bi hêza mirovî ya zêde yanî derdora ji sedî 20’ê civakê heye, ji ber ku:
1- Di Kurdistanê de werzigarî ji aliyê mekanîzekirinê ve tevî eva dilê meriv dixwaze, navberke gellek heye.
2- Ji bo çêkirina xerabiyên ku ji aliyê siyasetên cinayetkarane yên rejîmên berê hatine meşandin, pêwîstî bi hêzekî însanî ya gellek heye.
3- Kurdistan hêj nebûye senetî ku keç û xort di wê pişkê de mijûlî kar bibin.
4- Karê sabit ji bo keç û xortan û bi taybetî gundiyan di bajaran de hêj kêm e.
5- Ji hemûyan girîngtir aliyên civakî û siyasî yên vê dozê (qeziyê) ne, çunkî bêkarî yan jî kêmkarî ji bo keç û xortan di bajaran û dordorên bajarên mezin de xêncî rewşa xerab a jiyana wan, dibine nêçîrek baş ji bo kes yan jî komên firsetxwaz û lêbok ku pê lêbandin û gotinên tund û dana soz û qirerên nerast û mifahwergirtina nebaş ji îdeolojiyên çi çep yan rast ên tundrew yan jî olî, dibine sedemên xerabî û xelitandina û hederdana wê pişka binirx a civakê, nimûna xuya ya vê di dema hikûmeta Mihemdriza Şahê Îranê de bû ku keç û xort bi kom ji gundan çûne derdorên bajarên mezin û ji ber siyasetên nerast û qîmet nedan bi werzigariya hundirê welat û dabeşkirina zeviyan bi awayekî bê bername, navbera gundiyan û nebûna rêvebriyeke nû bi ciyê rêveberên pêşde yanî xweyî erd(xweyî gundan) dahata werzigariyê kêmtir bû û ferqa rûberê jiyana bajaran digel jiyana gundan jî bûne sedemek, di rastî da koçeke bizor û nerasterast bû ku piştre jî ji bo Melayan bûne leşkereke belaş ku karîn bi harîkaiya wan û bajariyênwek wan, ku faktorek berçav bûn, ji bo guherandin û xelitandina rêya şoreşa neteweyên Îranê mifahê bistînin.
Lê belê di Kurdistana azadkirî da rewş bi timî cuda ye, çûnkî dijmin bû sedemên awarekirin û derbederkirina gundiyan, dîsan jî ji bo jinavbirina vê nexweşiyê xebateke seranserî pêwîst e, û berî hemû kesê/î gundî bi xwe bi taybet gundiyên keç û xort divêt xwe berpirs bizanin û bixebitin ji bo pêşerojeke geş ji xwe re û nivşên piştî xwe çê bikin, bi cih e ku di bajaran de sergerdan yan jî bi berhevkirina hinek dirav rêya welatên rojava bidin berxwe ku ev jî encamên nigatîv bi xwe re tine. Ji hemû tiştî baştir e ku vegerin ser ciyê kal û babê xwe û bi rêyên baştir û nû dest bi çandinî û ajildarî û baxdariyê bikin, ew bawer in pêşerojeke ron li benda wan e û zêdeyî wê hindê encam û netîca vî karî xizmeteke mezin e ji bo welat û hevwelatiyan û jiyandina dubare ya vê pişka aborî a Kurdistanê.
Pirr ron û aşkere ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hikûmeteke gelî û bi başî hemû pirs û pirsgirêkên Kurdistanê agahdar e û ji bo jiyandina werzigariya Kurdistanê jî çi xebatên pêwîst xwe pare nagire, gelî keç û xortan niha eva hol û eva jî çelhol.
Ciyê gotinê ye ku teşwîqên malî, sermayeguzarî di beşa werzigariyê de, ewlehî ji bo kar, rênîşanî, dana agahî û dana xizmetên pêwîst ji aliyê berpisên karê werzigariyê roleke bingehîn heye, her wisa rolê keç û xortên xwende di pişkên cur bi cur yên endazeyariya werzigariyê û tevî wergirtin ji azmûnên werzigarên salmend û girêdana wan bi teknolojiya nû û rijdkirina keç û xort û gundiyan, girîngtir ji hemûyan rolên partî û saziyê siyasî di rêya teşwîq û hevkarîkirin ji bo berhevkirina derfetên ji dest çûyî xuya û berçav in. Ez ser wê bawerê me ku bi wan karana piştî demeke kurt Kurdistan dê anîna berhemên biyanî yên bermayî ji derve ne tenê dê bêniyaz be, belku bi xwe berhemên werzigariyê yên curecur dê bişîne derve.
Aşkera ye ku cîbicîkirina xitmetguzariyên dermanî, perwerde, rê û ban û yên mayîn ku cudayî ya rûberê jiyana di navbera gund û bajaran de kêm dike û ê bibe teşwîq ji bo domandina karê gundiyan û bicîanîna evana ji aliyê hemû organên dewletî ve pêwîst in.
Bi hêviya wê rojê ku nehind dûr e, Kurdistan ev mîratên pirr ji rûmet û şanaziya cîhana mirovahiyê ku xwedanê çavkaniyên bihêz ên xwezayî di pişka werzigariyê ku hertim di jiyana mirovan de roleke girîng hebûye û herwisa senetê girêdayî bi pişka werzigariyê ku bingeha senetîbûna welatekê bixwe re tîne, pê xebatên hemû aliyan bigihîjine pileyeke pêşveçûnê ku di Rojhilata Navîn de bibe nimûnek ku ne tenê gelê Kurdistanê belku xelkên din jî ji wan destkevtan mifayê werbigirin..
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...