Sînerjiya civakî ya Kurdan ~ HAWARNET Nêrîn

3/26/15

Mervan Serhildan Nêrîn
...............................................................................
Sînerjiya civakî ya Kurdan

Sînerjiya civakî çima ewqasî girîng e û gelo ji kîjan çavkaniyan derdikeve? 




Mervan Serhildan
26 Adar, 2015


Di bingeha guherînên sosyal, neteweyî û navneteweyî de, sînerjiya civakî heye. Encax bidestxistina vê sînerjiyê, ewqasî ne hêsan e. Dengek, pêngavek, an jî bertekek; ligel ku ji bizaveke mirovî û civakî jî derkeve, bi tena serê xwe nikare ‘sînerjiya civakî’ bi dest bixe. Dema ku dengdan, bangdan, hewldan, ji gelek bizavan û bi heman enerjiyê derkevin; bi awayekî hevreng, hevdem û hevwate ‘li hev bizîzikin’ û dengvedaneke hejanker biafirînin; di neqeb û navendên jiyanê de ‘bîr û binbîra’ kom û dînamîkan teze bikin, bilivînin; wê ev enerjî bi çawaniyeke cuda, bi asteke bilindtir û bi rûyeke rengîntir li jiyanê vegere; wê pêngaveke qewîntir aktîve bike. Ev, sînerjiya civakî ye. Sazî û rêxistinên civakî bi helwesteke hevpar û hevgirtî, bi beşdariya hêz û dînamîkên xwedî çawanî meş û mîtîng û çalakiyan pêl bi pêl pêk bînin; dikarin bandora sînerjiya civakî çarqat mezin bikin. Bang, qîrîn û hawar; enerjiyê nîşan didin, nîşaneyên fîzîka klasîk in.

Çîrûskên enerjiyê ku ji gelek bizavan dipijiqin, di nav çim û çiyayên jiyanê de û di neqeb û newalên mêjiyê civakî de holan û dengvedanan biafirînin; li ser bîr, bawerî û bîreweriya civakî bi tevgera bager û bablîsokan risteke teşedanî bilîzin; êdî ji sînorên fîzîka klasîk derbas dibin; wekî mozaîka qîrîn û hawaran bi rengên kûantomîk di nav mêjî û mohra civakî de digerin û ala berxwedanê berjor hildidin. Gelê kurd di afirandina sînerjiya civakî de, serkeftî ye. Li gelek bajarên Kurdistanê bi beşdarbûna sedhezaran, lidarxistina meş, mîtîng û pîrozbahiyên Newrozê; nîşaneyek sînerjiya civakî ye. Li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, hêz û dînamîkên gelê kurd li seranserê dinyayê rabûn ser piyan û ajotin ser agir, bi afirandina sînerjiya civakî hem komploger mahkûm kirin û hem jî rêya azadî û demokrasiya Kurdistanê ronî kirin. Hewldan û xwepêşandanên 6-7’ê cotmehê jî mînakek din a sînerjiya civakî ye. Her wiha çalakiyên ku ji bo parastina Parka Geziyê hatin lidarxistin jî sînerjiya civakî afirand û hêz û dînamîkên Tirkiyeyê ber bi têkoşîna hevpar ve, beralî kir. Gelo sînerjiya civakî perspektîfeke çawa diriste? Ji aliyekî ve feraseta civaka demokratîk misoger dike; ji aliyekî ve li ber partî û rêxistinên gel, deriyê rêxistinbûnê vedike; ji aliyekî ve meşrûiyeta dozê diafirîne, ji aliyekî ve jî dika hevgirtin û serkeftinê ava dike.

Sînerjiya civakî, di rêya azadî û demokrasiyê de rewişteke bingehîn e û bêyî vê rewiştê pêşketin û encamgirtin nabe. Bi pêşengiya Serok Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê, li Bakur berxwedana gelê kurd gihîştiye ber deriyê muzakereyan; serkeftin nêz e. Îro ji her demê bêtir, pêdivî bi afirandina sînerjiya civakî heye. Piştgirî û piştevaniya pêşengên berxwedanê, hevkarî û hevgirtina hêz û dînamîkên welatparêz û azadîxwaz; dikare ew sînerjiya ku roleke dîrokî û stratejîk bilîze, biafirîne. Îro gelê kurd bi saya felsefe û feraseta Abdullah Ocalan, bûye sembola hevrejiyana gelên Rojhilata Navîn; bûye pêşengek parêzgeriya nirxên mirovahiyê; bûye hêza pîroz ku li dijî hovkarên El-Qaîde, DAIŞ, El Nusra, Îxwan û hevalbendên wan têdikoşe; bûye keleha exlaq, edalet, wijdan û wekheviyê. Tevlibûna bang, qîrîn û hawara berxwedanê, wê bibe sînerjiya serkeftinê!..
.

Sînerjiya civakî ya Kurdan

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org