
Him Kurdan nas nakin him jî bi nijadperestîyê îtham dikin


26 Adar, 2015


Serdozgirê Yargitaya dewleta tirk Hesen Erbil di îxtarnameya xwe de gotîye nabe ku hûn navê "kurd", "kurdî" û "Kurdistanê" bilêvbikin ev "nijadperestî" ye û parçekirina yekîtiya ax û miletê tirk e.
Serdozgirî bi tevayî program û destûra Partiya Azadîya Kurdistanê minasib nabîne û dibêje ew li dijî qanûna esasî ya Tirkiyeyê û li dijî qanûna partiyên siyasî yên Tirkiyeyê ye. Dozgir bi navê Partîyê dest pêkirîye û dibêje navê partiyê (Partiya Azadîya Kurdistanê) bi xwe ne tirkî ye û ev jî dibe sebebê çêkirina aqilyetekî li ser axa Komara Tirkiyeyê û yekîtiya neteweyî ya "tirkan" têk dibe.
Yanî li gora serdozgir dema ku kurd bibêjin em "ne tirk" in dibin sebebê parçekirina yekîtiya neteweyî ya "tirkan".
Serdozgir xwe dispirê qanûna partiyên siyasî yên Tirkiyeyê ya jimare 2820 û benda 81/b partiyên siyasî ku li gora wê çênabe ku: "Ji bilî parastina zimanê tirkî û kultura tirkî daxwaza parastina zimanekê din yan kultureka din bikin, pêşde bibin yan jî belav bikin û li ser axa welatê Komara Tirkiyeyê bi avakirina aqilyetan bibin sebebê têkbirina yekîtiya miletî û di vî warî de xebatê bikin."
Bi kurdî û kurtayî îxtarnameya serdozgirê tirk Hasan Erbîl bi dehan caran Partiya Azadiya Kurdistanê bi "nijadperestiyê" û çêkirina mînorîteyekê li ser axa Tirkiyeyê tawanbar dike.
Helbet, serdozgirê Yargitayê li gor dilê xwe vê nirxandinê nekiriye, li gor yasa û qanûna esasî ya dewleta xwe ev nirxandin kiriye û li gor wê tevgerîya ye û gihaştîye vê encamê.
Dibe ku di bername û bi taybet jî di destûra PAKê de di warî teknikî de kêmasîyên wê hebin û ev kêmasî gelek bin;ev teferûat in; ya girîng ew e ku sîstema Tirkiyeyê ya hiqûqî hin hebûna kurdan nas nake û yên dibêjin em "hene" bi nijadperetsîyê tawanbar dikin.
M. Emîn Bozarslan di 1968ê de alfabeya kurdî çap dike da ku kurd hînê xwendin û nivîsandina kurdî bibin. Alfabeya wî dihê qedexekirin û ew dihê girtin. Wexta derdixin mahkemeyê dadger jê dipirse ev çî ye te çap kiriye, ew dibêje alfabeya kurdî ye. Dadger dîn û har dibe, dibêje zimanekî weha tune, bi navê kurdî ne zimanekî ne jî miletekî heye.
Bozarslan dibêje, wê gavê xwe aciz meke, mademkî kurd, zimanê kurdî tuneye, min berdin ez herim mala xwe, ji bo tiştekî tuneye bê mahneya ku em hevdû biwestînin.
Ji salên 60î û vir ve dinya gelek guherî û gelek bûyer qewimîn û bi taybet jî di van 10 salên dawîyê de bi destpêkirina muzakereya bi Yekîtîya Ewrûpayê re hinek guhertin li Tirkiyeyê çêbûn; bi nisbî azadîya fikrî û rêxistinî û bi devkî naskirina kurdan, bêyasayî vekirina TV 6 ya kurdî û di zanîngehan de bi zimanê "zindî" perwerdeyî, bi formel tercîha zimanê kurdî di dibistananan di pola 5em de û di kuçe û kolanan de serbestbûna axaftina kurdî pêk hatin; lê mentalîteta tirk û hiqûqa dewleta tirk di derbarê kurdan de negehurî.
Helbet divê kurd ji azadîya nisbî sûd webigrin û maf û azadîyên xwe bi rîyên demokratîk biparêzin û sînorê demokrasîyê fireh bikin;ji xwe partî û rêxistin navgînên micadeleyê ne; lê ya girîng ew ku nirxên ku meriv diparêze nekeve ber lingan.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...