Rêbaza AKP'yê ya li dijî têkçûnê

Azîz Ogur


Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd bi pêngav û polîtîkayên di cih de dawî li siyaseta xapandin, mijûlkirin û îstîsmarkirina pêvajoyên bêçalakiyê anîn. AKP ajotin ber duryana biryarê. Û jixwebawer, ji hemû bijarkan re amade, li bendê ne ka AKP dê bi kîjan aliyê duryanê ve bimeyile. Li aliyê din jî bi Şoreşa Rojava, serkeftina Kobanê, berxwedana Şengalê, Newroz a wergeriya referandûmê û projeya HDP’ê bingehê serdemeke nû danîn. Gav bi gav çûyina serî ya projeyên Rêberê Gelê Kurd, AKP ji bo xwe mîna xetereke mezin dibîne.
Derketina aloziya di nava AKP’ê de, nakokiyên kûr ên beşeke biçûk ji wan xwe da der, tev girêdayî pirsgirêka kurd in. AKP’a ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ne xwedî niyet, proje û basîret e di rewşa ku hemû rêyên xapandinê ber hatine girtin û neçarî biryardayinê ma kete nava aloziyeke mezin. Plan û xewna Serokomar Erdogan a sazkirina sîstemeke padîşahî bi hevoka Hevserokê HDP’ê Selahaddîn Demîrtaş a; “Heta HDP’iyek li ser vê axê nefesê bistînê em ê te nekin serok” têk çû. Tiştê ku mîna alozî di nava AKP’ê de xwe dide der qolincên beriya biryardayîneke girîng in. Erdogan ku hêza HDP’ê dibîne, beriya hilbijartinê dixwaze bi atmosfera dijwariyê ya pêk were padîşahiya xwe di pratîkê de pêk bîne. Yanî bi dawîlêanîna pêvajoya çareseriyê, afirandina dijwariyeke mezin û rûdana şer re Erdogan dihesibîne ku ew ê karibe sîstema padîşahî ya xeyala wê dike û êdî dizane bi hilbijartinê ne mimkûn e bi cih bike. Erdogan di nava du salên dawî de difikirî ku bi destên DAIŞ’ê û di şexsê Şoreşa Rojava de îradeya kurd a mîna astengiya bi tenê li pêşiya xwe dibîne ji holê rake. Lê belê serkeftina kurdan hesabên wî serobino kirin.
Erdogan ê dibîne pêvajoya hêzwindakirin û têkçûna AKP’ê dest pê kiriye, difikire ku di atmosfera şer û dijwariya rû bide de dê çend salan temenê desthilatdariyê dirêj bike û projeya ku desthilatdariya xwe mayînde bike bigihîne encamê. Erdogan û desthilatdariya AKP’ê di nava 12 salên ku Tirkiyeyê bi rê ve dibin kirêtiyekê nemaye ku nekirine. Lewre ji bo wan ji desthilatdariyê ketin dê were wateya dayîna hesabê hemû kirinên kirêt û sûcan. Ji bo vê yekê jî bedêl çi dibe bila be ew ê bi israr hewl bidin desthilatdariya xwe bidomînin. Rûdana şerekî nû yê kes nizane dê Tirkiyeyê ber bi ku ve bibe jî diyar e Erdogan daye ber çavên xwe. Daxuyaniyên wî yên dawî yên têkildarî pêvajoyê ji kurdan bêtir ji bo derdorên nava AKP’ê yên naxwazin rewşa aram xera bibe û dijwarî rû bidê bûn. Erdogan bi gotina amiyane ji muxalîfên nava AKP’ê re got; ‘dîkê vê sergoyê ez im’ û eyar da tevan.
Di pêvajoya ku li tevahiya herêmê dijwariyeke bêwate didome û rejîmên olîgarşîk yek bi yek ji holê rabûn de hê dîtina xewnên padîşahiyê ya Erdogan ne karê mirovên xwedî aqil e. Ji ajotina Tirkiyeyê ya ber bi kaoseke mezin ve şik û guman tune ye ku her kes dê zirarê bîne. Lê divê were zanîn ku kurdên ku bi sîstema asîmîlasyonê tevkujiya çandî û bi destên tevgera pîskopatên serdemê DAIŞ’ê tevkujiyên fizîkî li ser wan tên ferzkirin tiştekî ku winda bikin jî tune ye. Kî dizane mîna Şoreşa Rojava dibe ku ev yek rê ji kurdan re veke ku Şoreşa Bakurê Kurdistanê di mecrayeke din de bigihînin encamê. Tecrûbeya şerê 40 salî, asta rêxistinbûyînê û ezmûna Rojava û Kobanê ya bi serkeftinê biencam bû piştrast dike ku bedêl çi bibe bila be kurd dê çareseriya xwe pêk bînin.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...