Piraniya Kurdên bakur "Kurdistana azad" naxwazin
Erê bi meriv pir zor tê, giran tê, meriv pê diqehere lê ev yek rastiya heye naguhere. Ya rast, piraniyeke pir mezin ya kurdên Kurdistana bakur(Tirkiyê) êdî dewletê û Kurdistaneke serbixwe naxwazin û naxwazin ji bin destê tirkan azad bibin. Rastiya îro ya piraniya kurdan ev e...

Zinarê Xamo


Di dawiya çel sal micadele û dana bedelekî pir mezin jî daxwaza Kurdistaneke azad li gorî 30-40 sal berê li ba kurdan lawaztir û kêmtir bûye.
Kurdên dixwazin ji Tirkiyê veqetin ya jî bi Tirkiyê ra federasyonekê ava bikin li gorî 30-40 sal berê îro kêmtir in, pir kêmtir bûne.
Û ne tenê kêm in, di serda jî piraniya kurdan wan biaqil û realîst jî nabînin. Gava meriv dibêje serxwebûn û dewlet mafê miletê kurd e jî û dibê meriv vî heqê xwe tim bîne zimên, bi meriv dikenin ya jî di dilê xwe da dibêjin ev camêr ji xwe ra xewnan dibîne. Jixwe carê Murad Ciwan got ”daxwazên wiha xewn in û siyaset jî bi xewnan nabe…”
Sebebê vê bêhêvîtî û alabora siyasî bê guman di serî da siyasetmedarên kurd in, siyasetmedarên kurd, ev xeyala ku demekê di dilê kurdan û hemû siyasetmedarên kurdan da pir xurt bû vemirandin.
Ji dêlî avakirina Kurdistanê, hedefa ”tirkîyetiyê” û ”ortak vatan/welatekî mişterek” dan ber kurdan.
Kurdistan heye, kurd hene, zimanê kurdî heye, lê daxwaz û hedefên miletekî li meydanê tunene.
Hêza herî xurt, partiya herî xurt êdî qala daxwazên, mafên miletekî dike milet nake. Gava ev tunebe milet jî tuneye, diqede.
Ji ber ku miletek bi daxwazên xwe yên netewî, bi statuya xwe siyasî û netewî dibe milet ya jî nabe milet.
Îro li Tirkiyê piraniya kurdan ji rewşa xwe, ji halê xwe memnûn in. Dixwazin azadiya wan hinekî zêde bibe, demokrasî hinekî din jî bi pêş keve û hinekî din jî dewlemend bibin. Lê veqetandina ji Tirkiyê, serxwebûnê naxwazin.
Ev îro rastiyek e, lê bêguman ne rastiyeke ebedî ye, dikane were guhertin û dibê were guhertin.
Piraniya kurdan naxwazin ji Tirkiyê veqetin û bibin xwedî dewlet çimkî berî her tiştî hest û şiûrê vê daxwazê gur û xurt dike kor bûye. Îradeya însanan hatiye xespkirin.
Û ya din menfaet e, bi hezaran siyasetmedar û bi milyonan kurd bûne şirîkên tirkan û sîştemê. Di berdewamiya sîstemê da kara wan heye.
Bi milyonan kurd asîmîle û bi civata tirk ra entegre bûne. Bi milyonan kurd li Tirkiyê bicî bûne, bûne xwedî meqam û kar, bi tirkan ra tîcaretê dikin. Bi tirkan ra zewicî ne. Li peravên deryayên Tirkiyê havîngehên wan hene. Pirên wan bi kurdî nizanin, bi tirkî dipeyivin, ji muzîka tirkî hez dikin. Fêrî jiyan bi tirkan ra bûne û bi vê re ji civata kurd û kurdayetiyê dûr ketine, daxwaza dewletê û welatekî serbixwe li ba wan hema hema nemaye. Van siyasetmedaran bi xwe ra milet jî guhertin, kirin wek xwe.
Loma jî ji partiyên îro li Kurdistana Tirkiyê û li Tirkiyê xwedî hêz û qudret in bêyî îltîhaqa civata tirk, bêyî qebûlkirina asîmîlasyon û entegresyonê ez bawer nakim tu tiştekî din sadir bibe.Bi kêmanî siyaseta wa nya îro ev e.
Lê li alî din hejmareke pir hindik ya kurdên hîn xwe kurd dibînin û bi rastî jî dewletê û Kurdistanê dixwazin jî heye. Ev kurd pir hindik bêguman di nava wan hêz û partiyan, di nava HDPê da jî hene.
Kurdên azadîxwaz û serxwebûnxwaz îro pir hindik in û dengê wan naçe derekê û tu giraniyeke wan jî di nava milet da tuneye.
Li ber van kurdan du rê hene, ya ewê teslîmî siyaseta tirkîtiyê û wendabûnê bibin ya jî ewê li ber xwe bidin û daxwaza kurd û Kurdistanê tim dubare bikin û zindî bihêlin.
Bi dîtina min dibê meriv teslîmî vê siyaset û îdeolojiya tirkbûnê û ”ortak vatan/welatê mişterek” nebe û xeteke kurd û Kurdistanî bimeşîne.
Nuha ne mimkûn e, lê di rôjên pêşda belkî rewş biguhere û xeta kurdperwer û Kurdistanî xurt bibe.
Lê ji bo vê jî bi taybetî xebat û micadeleyeke îdeolojîk û îstîkrar lazim e. Serok û hin lîderên karaîzmatîk lazim in. Ev aliyekî meselê ye, aliyên din jî derî îrada me ye, meriv nizane di rêjên pêşda çi diqewime…
Bes nuha kes û hêzên tirkiyeparêz yên dibêjin ”miletê demokratîk” û ”welatekî mişterek” yanî devjêberdana ji Kurdistanê biserketine. Tahl be jî, bi meriv zor were jî ev rastiyek e. Ev rewş demekê ewê wiha dom bike…
Hedefa HDPê: yek milet û welatekî mişterek e!
Rojnameya Ozgur Gundemê ji bo lîsteya parlamenterên HDPê manşeta ”Demokratik Cumhuriyet, demokratik ulus û ortak vatan” namzetên jiyaneke nuh” bi kar aniye.
Yanî ji bo”Cumhûriyeta demokratîk, miletê demokratîk û weletekî mişterek, namzetên jiyaneke nuh”!
Bi gotineke din, lîsteya HDPê berbî tirkbûnê, berbî yek miletbûnê û wendakirina Kurdistanê ve gaveke pir muhîm e.
Û rast e jî. Armanc em û tirk bibin yek milet. Yanî em bihelin bibin tirk.
”Cumhûriyeta demokratîk”, sîstemeke îdareyê ye, me ew fêm kir. Lê ”demokratîk ulus” yanî miletê demokratîk çi ye?
Milet çawa dibe demokratîk?
Gelo li ku dera cîhanê ”miletê demokratîk/demokratîk ulus” heye?
”Ulus” yanî milet, li gorî ferhenga tirkî maneya wê, ”koma însanên li ser eynî axê dijîn û di nabêna wan da yekîtiya dîrokê heye û hedef, îdîal, hest, urf û adetên wan yek in.”
Heta nuha kurd û tirk nebûbûn yek milet, dîroka wan, xeyalê wan, hedefa wan, kultura wan, urf û adetên wan, zimanê wan ne yek bû. Belovacî wê, li dijî hev bûn. Tirkan dixwestin kurdan ji ortê rakin, bikin tirk û kurdan jî li ber xwe dida, digotina m nabin tirk.
Lê bi projeya ”wetenê mişterek û miletê demokratîk/demokratîk ulus” dixwazin kurdên heta nuha neheliyan e, nebûne tirk, bikin tirk. Û xeyala Kurdistanê jî ebediyen ji dilê kurdan derxin û Kurdistanê bikin milkê tirkan…
Heger meriv sernivîsa Ozgur Gundemê û hedefa HDPê ji bo fêmkirinê hinekî din jî basîst bike, ev proje ye, berbî ”yek miletî û yek wetenî” ve gaveke girîng e.
Ev rast e.
Bi dîtina min jî ji bo tirkkirina kurdan û jibîrkirina Kurdistanê HDP projeyeke pir mezin û pir girîng e. Û jixwe wa ye ew jî viya venaşêrin û pir vekirî dibêjin:
”Demokratik Cumhuriyet, demokratik ulus û ortak vatan”!
De li ser xêrê be û li me kurdan bimbarek be…
XXX
Îsmaîl Beşîkçî gotiye, ”slogana Tirkiyeya serbixwe şoresgerî ye, lê belê gotina Kurdistana serbixwe miliyetçîtî ye…”
Rast e, mixabin îro wiha bûye.
Berê tirkan, çepên tirk ji kurdên serxwebûnxwaz ra digotin mîlîyetçî, lê nuha ji tirkan bêtir kurd ji kurdên serxwebûnxwaz û Kurdistanparêz ra dibêjin mîlîyetçî!
Wê demê bi 40 sal micadle û bi dehhezaran şehîd kurdan tew ji xwe ra xerabtir kiriye.
Û tirk jî heta dereceyekê gihîştine armanca xwe. Ji ber ku tirkan dîtina xwe bi piraniya kurdan dane qebûlkirin. Xwestina Kurdistaneke serbixwe, xwestina dewleteke kurd li gorî pirnaiya kurdan jî êdî paşverûtî û mîlîyetçîtî ye…
Emê hîn gelek sosiretên ecêb bibînin…
Hesabê şaş ewê di 8ê hezîranê da diyar bibe
Namzetên HDPê yên parlamentoyê diyar bûn. Min bala xwe piçekî da namzetên bajarên Kurdistanê. Namzetên Rihayê bi tevayî neketin serê min. Kesên xwedî ray tunene. Osman baş e lê têrê nake, dibê ehlên cî bin, ji wir bin. Bi dîtina min li gorî namzetên AKPê zeîf in. Ez dibêjim HDP li Rihayê îcar ewê bi qasî rayên Osman Baydemir di hilbijartinên mehelî da girtibûn negre.
Lê bajarê herî bêtir bala min kişand Wan e, belkî li hin bajarên din jî eynî sosiret hebe, lê ez nas nakim. Bes li Wanê sosireteke giran e.
Li bajarekî wekî Wanê du jinên tirk, Fîgen Yuksekdag di rêza yekê da û Yurdusev Ozsokmenler jî di rêza sêyem da nîşan dane. Û herdu jî ne tu tişt in, ne hêjana meriv xwe ji bo wan biwestîne.
Mesela tirkekî wek Sirri Sureya Onder, dîsa bi kêrî tiştekî tê. Lê Yurdusev Ozsokmenler, ma ewê çi xweliyê li serê me ke?
Bi rastî meriv matmayî dimîne.
Tenê kurd ji bo ku piştgiriya tirkan bigrin, tirkan dikin parlamenter û serokên xwe, tu miletekî din tiştekî wiha nake.
Filistînî cuhuyan nakin parlamenter û serokên xwe.
Tirkên Qibrisê rûman nakin parlamenterên xwe, tenê PKK vê siyasetê li ser gelê xwe ferz dike.
Ma ji bo ku tirk bibin dostên me, alîkariya me bikin, dibê bibin parlamenter û serokên me?
Ji bo çi Yurdusev Ozsokmenlerê ewê ji Çaneqaleyê were li Wanê bibe parlamentera kurdên Wanê?
Çar salan li Diyarbekrê reîstiya kurdan ya belediyê kir, ma ne bes? Û di wan çar salên xwe da çi kir, çi performans nîşan da?
Ma çima li Wanê jin û mêrên bikanibin bibin parlamenter tunene?
Û ya din xusûsiyeta van herdu xaniman çi ye, çi tesîr û bandora wan li ser tirkan û civata tirk heye ku dibê em miheqeq wan bikin parlamenterên xwe?
Van herdu xanim ne serokên partiyan e, ne şexsiyetên pir meşhûr û xwedî giranî ne, çima ewê bibin parlamenterên kurdan?
Dibê kurd êdî biwêribin vê pirsê bikin?
Heger mesele dostayî, fedekarî û piştgirî ye, kurd sed carî, hezarî ji Ozsokmenlerê, Yuksekdagê û Nursel Aydoganê bêtir fedekariyê dikin û xwe xwe didin kuştin. Wer însan hene sê zarokên şehîd dane. Û him bi zanîna xwe û him jî bi kurdayetiya xwe ji van xaniman pir û pir baştir in. Bêtir girêdayî serok û PKKê ne. Dibê ew bibin.
Ma ji ji bo ku tirk alîkariya kurdan bikin dibê em wan bikin parlamenter, reîs û berpirsiayrên xwe?
Wê demê dostên xwarinê ne!
Û dostê xwarinê jî tim xeyidî ye.
Lê diyar e xwediyên vê siaystê rayên kurdan di bêrîka xwe da dihesibînin û wisa bawer dikin ku ew çi bikin kurd ewê bi emrê wan bikin. Kurdan bi tiştekî nahesibînin. Lê 8ê hezîranê ewê nîşan bide hela ka beg yaman e ya gel yaman e!
Mimkûn e bi vê siyaseta tirkîyetiyê, bi van namzetan HDP di nava tirkan da rayên xwe zêde bike. Ev îhîmal heye.
Lê rayên tirkan ne rayên daimî ne, rayên konjukturel in. Ne rayên sabit in, tenê ji bo îro ne.
Partiyeke kurd, hêzeke kurd gava bixwaze li hemberî dewletê bi hêz be, mesela xwe û miletê kurd çaraser bike, dibê li Kurdistanê, li welatê xwe, di nava gelê xwe da xwedî hêz be, piştgiriya gelê xwe bigre.
Bi rayên tirkan ev îş nabe. Rayên tirkan îro li dijî Erdogan e, lê ne rayên li pişt PKKê û tevgera kurd in.
Lê em çi bibêjin jî vala ye, heta ku xwediyên vê siyasetê ji kurdan derseke baş negrin nayên ser riya rast û netewî. Dibê carê kurd bibêjin, ”NA, em wiha qebûl nakin, êdî bes e!” .
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...