Di şerê navbera şiî û sunîyan de pozîsyona Kurdan
Wek hertim tê gotin di rojhilata navîn de rojanê siyaset te gûhertin, bi kurtayî û bi hawakî din destê kê di berîka kedê ye ne belî ye. Piştî şere navxwê yê Yemenê êdî hedi hedi di rojhilata navîn de di navan dewletan jî li ser mesela olîyatî ye yani li ser şîîbûnê û sunî bûnê de du blok dertên holê.

M. Ali Yildirim


1- Ji bolaka sunîyan pêk tê, Suudî Arabistan, Urdun, Katar, Misir, yani bi pêşengtiya Suudi Arabistan ê ev dêh dewletên yekitîya koalisyona bi hevrê çehkirinê û li dijî şîî ye Yemenê şer dest pêkirinê.
2- Bloka di duya ku ji hemû dewletên şîî pêktên ya ji giranîya şîî ya li wan dewleta heyê, Iran, Surîye,Irak, û Huzbullaha Lubnanê pêktê.
3- Kurd ji li ortê mayîne û bunê nivî nevî , PKK, PYD, YNK û Goran betir xwe nezî bloka şîî ya dibînin. KDP Başur, KDP Rojhilat,ENKS û hinek parti û rexistinên Kurdistana –Bakur û Rojava ji xwe nezî bloka sunîya nê. PAK û hinek partî û rexistinên din ji bi tu blokarê herakêt nakin û tenê berjêvendîye kurd û Kurdistanê di parezin.
4- Amerîka û Tirkiyê ji xwê nezi bloka sunîya di bînin. Dewletên Ewrupa jî di nezdê yên helvesta xwe eşkerê bikin. Mixabin di rojhilata navîn de roj bi roj agir gûr dibe û ev agira zu bi zu natefê û wer xwuya yê li rojhilata navîn de yên hinek sinor werin gûhartin.
Di rojhilata navîn de ev şer pêvcun hemû mesela hegemonya hinek devletanê. Minak ;Iran, Tirkiye û Suudi Arabistan di xwazin di rojhilata navîn de hegemonya xwe xurt bikin û tesirê li ser dewlet û netewên din yên li rojhilata navîn de bikin. Iran bi reya şîîtî ye, Suudî Arabistan û Tirkîye bi reya sunitî ye di xwazin li ser rojhilata navîn xwe ferz bikin.Ev reqabeta di nav wan devletan de roj bi roj agire nifaqê di navan rojhilata navîn de gur dike.
Dewletên mezin û dinya hina ji, jî siyaseta rojhilata navîn baş fahm nekirinê ya jî naxwazin fahm bikin. Ji bona aşitî û çareserîya rojhilta navîn tek çare avakirina dewleta Kurdistanê, ev dewleta Kurdistan di karê di rojhilata navînde bivê denga aşitîye û çareserîye di nava wan dewletan de, reqabeta di nava Iranê, Tirkîye û Suudî Arabîstanê de ji hole rake.Wexta Kurdistan avabivê hegemonîya wan dewleta ji jî holê radibê. Avakirina dewleta Kurdistanê ji bona Îsraîl ji qezencekî mezin pêktîne, bi kemayî Israîl di rojhilata navînde bi tenê na mine û dikarê bivê partnerêkî stratijik yê Kurdistanê.
Lê di aynê wextê de avakirina dewleta Kurdistanê ji bona dewleta Iranê ji mirinê. Wexta dewleta Kurdistan avabivê partnerên (Bloka) şîî ya zaîf dibê, ji ber ku Irak û Surîye dibin du partnerê bê quwet û Iran li hemberî bloka sunî pir zaîf dikevê û heta di karê di nava Îranê problemên hindirî dest pêbikin.
Wexta kek Mesud Barzani qala serxwebûna Kurdistanê kir, berî herkesî dewleta Îranê reaksyonekî tuj nişanda û got em li dijî Kurdistanê kî sebûxwenê û heta kî alikarîya Kurdistanê kî serbûxwê bike em li dijî wan jî. Ev qomployên li di jî seroktîya kek Mesud Barzani û hevdîtinên bi YNK û Goranê re ji ne jî bona xerê bûn. Hemû armanca Îranê ji bona kurdan disa berahevdê û Kurdistanêkî serbûxwê çêhnebê. Îran baş di zanê ku Kurdistan avabivê hegemonya Îranê li rojhilata navîn wek berê namîne.Heta dikarê Îran di nava xwe de bixwe probleme mezin dest pêbikin. Îran ne dewletekî homojenê, di nava Îranê gelêk etnîsiyên cûdê cûdê jî henê.
Netîce çîh dibê bira bivê ji bona me kurdan rewşekî baş derketîye holê ku kurd ji yekitîya xwe çehkin û neyên listikê wan dewletan û di tu blokên me li jor aninbun ziman cih negrin û kurd divên divê konaxedê pir şîyarbin û yekîtîya xwe tu cari xeranekin.
Amerika û dewletên Ewrupa ji her bixwazin li rojhilata navîn de aşitî û aremî pêk bê û ji wan barbarên DAIŞ û hezên wek wê xelas bin, rojêk berî rojekê Kurdistanê kî serbûxwê avabikin. Bawerbikin ev avakirina Kurdistanê kî serbûxwe di berjevêndîye hemû dinya ye de û heta di berjêvendîyê Tirkîye û Suudî Arabistanê deyê jî. Belkî we çaxê şere di nava wan dewletan yani di nava sunî û şîî ya de jî bitemirîne.Ev tofana li rojhilata navîn de pêk hatîye ancax bi wî şekli ji holê rabê.
Di reya giştî de hedî hedî gelêk siyasetvan û sanatorên Amerikî û berpirsîyarên Ewrupayî jî di bêjîn êdî wexta serxwebûna Kurdistanê hatîye û êdî Amerika dive pişgirtîya gelê kurd bike û siyaseta xwe ya anha bugûherê. Ez hevîdarim ku, dewletên yekgirtîyên Amerîka li benda hilbijartinê li Amerika neminê û rojekê zu tur qerara xwe li ser dostanîya kurdan û dewletbuna kurdan bidin.
.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...