DAÎŞ: rastiya Îslamê yan amûrê kapîtalizmê ye
Rêxerawa terorî ya bi navê DAÎŞ ya ku xwe wek dewleta Îslamî dibîne, perde li ser dêmê hin aliyan hilanî û herweha razên li bin dirêjiya demê de hatîn veşatrîn hatin zelalkirin. ..

Cafer Joqî


Lê pirsek helawîstî dimîne. kê û ji bo çi DAÎŞ avakir? Eger em bêjin dûbarekirina vekirin ( fitûhat)ên Îslamiyê divê mirov wê çaxê bi vê çaxê re ji hemû enîşkan ve berawirdbikin. Ev tiştên ku DAÎŞ dike ne ji valahiyekê hatine yanî li biyano li ser encamdana her kiryarekê hene, kuştina hovana, birina jin û keçikan û li xwe hilalkirina mal û milkên xelkê. Lê gelak cudahî li navbera wê çaxê û sedsala tekenelojiyayê de hene. Dema ku devê şîr dihate bi karanîn mayîn pir zor bû yanî yan te yê bi devê şîr kuştiban yan tu yê bi devê şîr hatiba kuştin, lewma mirov dikare bêja ku ew çaxeke hovîn bû û Musilman di neçarbûn ku li ber xwe bidin yan wê hatiban ji navbirin yan wê xwe bi edmosfêra serdemê re bi guncandan e. Yanî nabe sedsala 21ê bi çaxê hatina Îslamê re berawirdbikin.
Lê eger em li cugrafiya ku dewleta Îslamî li ser hatiye avakirin temaşe bikin, hin pirsên pir bersiv hene? DAÎŞ çima Iraq û Sûriya helbijatin li demekî de ku tevgera Îslamî li Missir û Marook û hin welatên dib bi hêztir bû? Dibe ku rêxerawa navborî valahiya siyasî ji xwe re wek çans dît û herweha bi serneketina tevgerên soşiyalizim berê xelkê da nav aliyên tundrew. Lê rastî bi tenê ne ev e. Ew nexşeya ki Daîş ji xwe re danî ne asan bû û pêwîstiya wê, Bi jimareke mezin ji çekên giran û pilanên leşkerî yên serdemane bû. herweha gerentiya li serxwemayînê. Ne asana tu van tiştan bi destbixî li cihekî ku bûye masa qimara hemû aliyên dunya yê. Rast e valahiyeke mezin li Iraq û Sûrî de hebû lê ew valahî e pir bû ji berjewndiyên welatên kapîtalist û ji her tişrî zêdetir hevrikiya Rûssiya-Emrîka-Turkiya-Îran ji bo çespendina zilhêziya xwe.
Gotina ku Turkiyê û Saudia û hin welatên kendav destekê didin Daîş rastiyeke lê rîmotê Daîş ne li destê wan de ye, belku li destê Emerîka de ye û hin hêzên din yên rojava yî. Belge li ser vê çendê aristeyên ku ev rêxeraw berev diçe û şaşiyên namo û helwestên bê şirove. Ev demek dirêje ku Daîş û xwîşkên xwe kiryarên dijî nirxên mirovan dikin û her kes destê xwe dide bi çena xwe û li kuştin û wêrankirinê temaşedike mîna ku li sînema yê be.
John Kerry got me dizanî ku Daîş metirsiyeke mezine li ser tevahî cîhanê û mezin bûna wê ne tiştek ecêb bû. Gelo eger USA hêza Daîş dizanî çima bê dengî helbijard? Dagîrkirina beşekî ji Enbar û birina Mûsil û çend cihên din û bi heman awayî li Sûrya ne tiştekî wisa bû ku mirov ji paşeroja rojhilata navîn ne tirse.
Berjewndiyên Emerîka û xîşkên wê li mezinbûna Daîş de pirrin. Yek ji wan valakirina welatên rojavayî ji kesên radîkal û derxistina yasayên astengkirina tevgerên radîkal ji bo ku Îslamist demukratiyê rojava bi karnehênin li belavkirina hizrên tundrew li civakên rojava yî de. Du: paşxistina yekgirtina musilmana ji ber eger musilman yanî 57 dewlet Bikaribin yekbigrin wê berjewendiyên Emerîka bikevin jêr şîrekî bê dilovanî, Bi avakirin/avabûna Daîş wê bibe egera rûdana cenga sar li nav çîn û mezhebên musilman de û wê Musilman bi neçarî xwedawendtiya kapîtalîstan qebûl bikin.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...