30 Hezîran, 2011 Weşandin: 1745 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Ziman çekek pir girînge di rêya azadiyê de.Ku gel îro bi zimanê neyarê xwe bi peyive , wê sibe xwe mirovek ji wî zimanî , mirovek ji neyarê xwe ,wê xwe bibîne.
Fîlozofekî Yewnana gotiye “ ji bona azadiya gelekî , du hep çekên wan hene , yek jê ziman ya din ol(din) . Ku ola wî gelî û neyarê wî gelî yek be , ji bona azadiya wî gelî tenê zimanê wî jêre dimîne.”
Dîsa Churchill gotiye “Ez tenê alîgirtê, ‘dema ku mirovek zimanê xweyî zikmakî nizanibe , lixistinê bixwe’ me.”
Belê hevalno ; ku gelê Kurd azadiya xwe dixwaze divê dev ji zimanê romê berde û dest bi nivîsandin , peyivîn , xwendin , fikirîn û hwd bi Kurdî bike.Divê em rihê zimanê xwe berdin nava mejiye xwe , divê ramanên me bi Kurdî bin , divê navê zarokên me bi Kurdî bin , divê kolanên me bi Kurdî bên xemilandin , divê qêrînên me bi Kurdî gerdûnê bihejînin…
Dîsa Leîbnez gotiye ; “ Zimanekî pir dewlemend bide min , ez jî welatekî pir dewlemend û azad bidim te “
Ez dixwazim mînakekê li ser vê gotina pêşiyan bidim.Lê ev mînek ,gorî min mînakek pir girînge.Mînakek li ser bê ziman çawa dikare welatekî azad bike.
Dema ku Tirkiye nuh dihate ava kirin, Ataturk ji bo ku ziman li ber mirova şêrîn bike , ji bo ku zimanê Tirkî deng bide , gotiye “ hemû zimanê gerdûnê ji tirkî çê bûne , zimanê Tirkî wek rokê ye , di ser hemû zimana re ye , li ser hemû zimana ew heye .Zimanê din şaxa zimanê Tirkîne.”
Ango em karin vêya bibêjin ; dema ku Tirkiye hatiye avakirin ziman bi pir giranî hatiye bi karanîn.Ji bona azadiya Tirkiyeyê neteweperestiya Tirkî hatiye kirin.Ku em jî dixwazin ku ji bin destiyê derkevin , Kurdî yekemin şerte.Pêwîste ku em jî bibin neteweperetên Kurdî.
Çiqasî li hin bajaran gel bi Kurdî dipeyive jî , gelek deverên , bajar û navçeyên Kurdistanê zimanê xwe ji bîr kirine.Zimanê romê wan xistiye bin destên xwe.Ku em naxwazin , şîmaq(şemaq) û kulmên Churcill bi rûyê me ve bên dayîn , divê em xwe li Kurdî bijidînin
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...