Riya Azadiyê "Ziman" ~ HAWARNET Nêrîn

6/30/11

Ji roja ku gerdûn hatiye afirand û heta a niha tu gelî bêyî zimanê xwe azadiya xwe bi dest ne xistîye.
 
CELALED OMERÎ

Hawar Net
30 Hezîran, 2011 Weşandin: 1745 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
    
 

Ziman çekek pir girînge di rêya azadiyê de.Ku gel îro bi zimanê neyarê xwe bi peyive , wê sibe xwe mirovek ji wî zimanî , mirovek ji neyarê xwe ,wê xwe bibîne.

Fîlozofekî  Yewnana  gotiye “ ji bona azadiya gelekî , du hep çekên wan hene , yek jê ziman ya din ol(din) . Ku ola wî gelî û neyarê wî gelî yek be , ji bona azadiya wî gelî tenê zimanê wî jêre dimîne.”


Dîsa Churchill gotiye “Ez tenê alîgirtê, ‘dema  ku  mirovek zimanê xweyî zikmakî  nizanibe , lixistinê bixwe’ me.”

Belê hevalno ; ku gelê Kurd azadiya xwe dixwaze divê dev ji zimanê romê berde û dest bi nivîsandin , peyivîn , xwendin , fikirîn  û hwd bi Kurdî bike.Divê  em rihê zimanê xwe berdin nava mejiye xwe , divê ramanên me bi Kurdî bin , divê navê zarokên me bi Kurdî bin , divê kolanên me bi Kurdî bên xemilandin , divê qêrînên me bi Kurdî gerdûnê bihejînin…



Dîsa Leîbnez gotiye ; “ Zimanekî pir dewlemend bide min ,  ez jî welatekî pir dewlemend û azad bidim te “

Ez dixwazim mînakekê li ser vê gotina pêşiyan bidim.Lê ev mînek ,gorî min mînakek pir girînge.Mînakek li ser bê ziman  çawa dikare welatekî azad bike.

Dema ku Tirkiye nuh dihate ava kirin, Ataturk ji bo ku ziman li ber mirova şêrîn bike , ji bo ku zimanê Tirkî deng bide , gotiye “ hemû zimanê gerdûnê ji tirkî çê bûne , zimanê Tirkî wek rokê ye , di ser hemû zimana re ye , li ser hemû zimana ew heye .Zimanê din şaxa zimanê Tirkîne.”

Ango  em karin vêya bibêjin ; dema ku Tirkiye hatiye avakirin ziman bi pir giranî hatiye bi karanîn.Ji bona azadiya Tirkiyeyê neteweperestiya Tirkî hatiye kirin.Ku em jî dixwazin ku ji bin destiyê derkevin , Kurdî  yekemin şerte.Pêwîste ku em jî bibin neteweperetên Kurdî.


Çiqasî li hin bajaran gel bi Kurdî dipeyive jî , gelek deverên , bajar û navçeyên Kurdistanê zimanê xwe ji bîr kirine.Zimanê romê wan xistiye bin destên xwe.Ku em naxwazin , şîmaq(şemaq) û kulmên Churcill bi rûyê me ve bên dayîn , divê em xwe li Kurdî bijidînin

Riya Azadiyê "Ziman"

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org