05 Tîrmeh, 2011 Weşandin: 1745 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Mazlumê Mezin û Mazlumê Biçûk, wek destanekî di nava deh salan de hatiye bela kirin, hatin bi nav kirin. Mazlumê Mezin, pêşengiya gelê Kurd kir û serîhildan da dest pê kirin. Mazlumê Biçûk jî peşengiya gel dike û serîhildana gelê Kurd ya azadiyê didomîne.
Di şerê azadiya gelan de, zarok her dem roleke sereke dilîzin.
Jean Lafîtte, yek ji milîtanê Frensî bû û li dijî faşîzma Hîtler şer dikê. Piştî şer, romana Sêrihildana Frensa, bi navê “Mirovên Çalakger”, yan jî “Nijdevan” nivîsî û di edebiyata Frensa de şoreşek kir.
Jean Lafîtte, di romana xwe de, behsa zarokên şervan dike. Zarok, di şerê li dijî faşîzma Hîtler de, roleke sereke dilîzin. Hinek ji zarokan têlên telefonê qut dikin û darbê li têkiliya faşîstan didin. Hinek zarok jî, karên herî dijwar yên bombe-teqînê dikin.
Jean Lafîtte, behsa komeke dilsoz û fedekar dike û dibêje; “ligel me, komek ji milîsên Doubsê anîne Kazamata 17mîn. Di nava wan de zarokekî balkêş hebû û Hîmmler jî xwest ku bi taybetî dosya wî zarokî bibîne.
Jean Lafîtte, di jêre-nota xwe de, dibêje ew zarok Pierre Georges bû. Piştî çend hefteyan ji kampa Kazamata 17. , ku kesî nikarîbû serê xwe bixwerîne reviya. Ew zarok piştî reviya, wek fermandarekî efsanewî derkete holê û bi navê Albay Fabîen hate naskirin.
Pîerre Georges, yan jî bi kod navê Fabîen, yek ji mînaka zarokên ku di şerê azadiya gelê xwe de, roleke sereke lîstiye ye.
Serokê FKO û pêşengê têkoşîna gelê Filîstînî Arafat, ji bo zarokên Filîstînî ne got, “ew generalê min î biçûk in.” Lewma Mazlumê Biçûk, di şerê azadiya gelê Kurd de, yek efsaneya ku, rol û mîsyona xwe lîstiye. Yek ji efsaneyan!... Dive werê zanîn ku dijminê dagirker, tu alternatîf li pêşiya zarokên Kurdan nehiştine. Mafê jiyanê ji destên wan girtine. Tenê riyek dane ber wan, riya dewşirmetiyê. Dewşrimetî jî tê wateya dûrketina ji ademiyetê. Hemberî ku asimilasyon sucê mirovahiyê hatiye erê kirin jî; asimilekirin, spîkirin, dûrkirina ji ademiyetê û helandina zarokên Kurd, vijdanê raya giştî ya cîhanê nalerizîne. Mixabin!.. Şopa van kiryaran, di her bosta xaka Kurdistanê de, di her hevoka dîroka Kurd û Kurdistanê û dewletên dagirker de têne xuyakirin.
Îcar, yek alternatîf li pêşiya zarokên Kurd dimîne û heye; tenê yek alternatîf... Li dijî hêzên dagirker û kujer, şer kirin û di vî şerî de, bidestxistina rol û lehengiya efsaneweyî.
Helbet ev binbarî û berpirsiyarî, ya bav, dayik, bira, xwîşk, xal, ap, pis û pirên zarokên Kurd e jî. Ji ber ku, şerê azadiyê, giştî ye û pêkanîna şoreşan jî, bêhtirîn giştî û berfirehtir e.
Gelê Kurd, li dijî dagirkeriya kujerî, li dijî tunekirina giştî, li dijî serdestiya nifşî, li dijî dewletê, li dijî nijadperestiya civaka serdest, li dijî rengê afirgeriya dibin sîwana dewletê de, ku wek îdeolojiyeke tunekirin û helandinê derketiye holê û ji sedema ku tu alternatîfên din li pêşiya gelê Kurd nemabûn, li dijî feşîzma li hundir eşker, li derve veşartî, dest bi têkoşîna azadiyê kir.
Têkoşîna gelê Kurd, serîhildana li dijî van teva bû û di nava demê de “guhertinek giştî”, da destpêkirin. Ev gihertina giştî, ji bilî rengê aborî û civakî, di beden û mêjiyê mirovan de jî, guhertin pêk anî û hîna dewam dike. Ji sedema ku Têkoşîna Azadiya Kurd guhertineke giştî kiriye û gel jî tevlî raperîna giştî bûye, Haraketa Azadiya Kurd, êdî bi navê “şoreşê” tê binavkirin.
Her çiqasî îdeolojiya fermî ya dewletê berxwe bide jî, Haraketa Azadiya Kurd, bandorek guhertinî li çar aliyên Tirkiyê jî kiriye. Dewleteke mîna Tirkiyê ku, dinavbera çakûç û sidanê faşîzmeke kor de reng standiye, bi hêsanî guhertinê qebûl nake û statukoya wek çavkaniya Tirkîtiyê kar dike, naguhere. Lewma di navbera Mazlumê Mezin û Mazlumê Biçûk de, 27 sal derbas bûn. Ev hejmar, bi pîvana matematîkî nifşek e.
Yanî Şoreşa Kurdî, nifşek li pey xwe hişt. Ev tê wateya ku ked, fedekarî û berdêlên mezin mohra xwe li vê şoreşê dane. Li serê çiyan, li kolanên bajaran, li meydanê gundan, li zeviyan, li malan, di saziyan de, di pîrozbahî û xepêşandanan de, di dadgehan de, di girtîgehan de, di hilbijartinan de, di parlamenê de, di medya de, di hişmedî û hewngirîyê de ked û berdêl hatine dayin.
Mazlumê Mezin, li çiyan dest bi têkoşînê kir û giha wê qonaxê, ku navê xwe û mîrateya pîroz ya têkoşînê, li kolanên bajaran, radestî Mazlumê Biçûk bike. Ev xisleteke taybet e û rengek, rolek û misyoneke cûda daye Şoreşa Kurdî.
Mirov dikarê reng, rol û misyona Şoreşa Kurdî bi du cureyan bi nav bike: Yek, ji bo Kurdan şoreşa neteweyî ye... Du, ji sedema guhertina giştî, rol û misyonek gerdûnî derxistiye holê jî, wek şoreşa civakî derketiye pêş...
Mazlumê Mezin nasnameya Kurd qîriya, Mazlumê Biçûk jî, reng da wê qîrênê. Nıha jî, qîrêna bi rengê nasnameya Kurdî, wek destanekî tê lorandin.
Bê çiqasî Mazlumê Mezin navê dîrokek nû ye, Mazlumê Biçûk jî, navê azadiyê û jiyaneke bi rûmet e.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...