Li dû 9 salan fersend bi dest ket ku careke din biçim wî welatî. Vê carê min guhertineke mezin dît. Dema di 21/05/2011 de gihîştim firrokxabeya Stenbolê guhertin hema ji wir ve li pêş çavan bû: egerên ku li wê şûnê tirs dixistin dilê mirovî, bi taybetî ger mirov kurd bûya, nema hebûn. Rewşa Stenbolê bi xwe gellekî ji ber ya pêş 9 salan cuda bû, rewşeke bêtir aram û kêm “milîtarîst” bû, û heta bi daniştvanên wê be aramtir bi min ve xuya dikirin. Qe nebe beşine ji bajêr bêtir wek beşine ji Ewropayê xuya dikirin…
Min radyoyeke transîstor ya biçûk bi xwe re biribû. Di otêla li Wanê de min her guhdare stranên kurdî dikir. Ger ne şaş bim, dengên kurdî tê de ji yên tirkî bêtir bûn. Dem ya pêş hilbijartinan bû û baş diyar bû ku şêweya ragîhandinê ya dezgehên televizyonê jî hatibû guhertin. Ew tûjbûna li hember Kurdan kov bû bû û heta bi serokê CHP be nermtir bû bû.
Di navbera Wanê û Colemergê de otomobîl tenê carekê ji aliyê cendirmeyan ve hat rawestandin, lê rûyê cendirmeyan jî nema wek rûyên yên pêş 9 salan bûn, ne jî şêweya danûstendina bi mirovan re wek berê neyarîmebest bû.
Li Colemergê ew tirsa di dilê min de ku zimanê kurdî li bakur têk diçêye rabû, zimanê kurdî li Hekariyê zindî bû, jiyan bi xwe hîn yeke kêm-zêde kurdî bû, ligel aliyên xwe yên erênî û nerênî ve. Polîs di kolana serek ya Colemergê de hebûn, lê tenê di cîpîn zirxlî de diçûn-dihatin û xwe têkile karê kesekî nedikirin. Daniştvanên bajêr fêrî hebûna otomobîlan wan bû bûn, te digot qey wan tew nabînin. Di daweteke zewacê de, êvareke li Colemergê, dema kesekî pere ji bo bûk û zava didan yê şabaşî radigîhand bi dengekî qebe behsa “gerîlayên serên çiyan,” “şêrê di qefesê de,” û “dayên şehîdan” dikir û ya li pêş beşdarên govendê distra stranên bi peyvên “şer, gerîla…” dagirtî digotin, di daweteke zewacê de! Du-sê polîsên li wir xwe têkile tiştekî nedikirin.
Li herêmên kurdî karxaneyên mezin, avahiyên berfireh û nûjen, firoşgehên pirrqatîn nebûn, ne jî tûrîst bi jimarên mezin hebûn. Xwediyên firoşgehan, karmendên otêlan, xwedî û garsonên xwaringehan û kesên mirov di kolanê de rastî wan dihat, li milê din, hîn dilgerm mabûn, kesên wek dostan xuya dikirin bûn; bo pirraniya wan dostaniya mirovahî hîn ji qezenca aborî grîngtir xuya dikir..
Li dû vegera ji Tirkiyeyê bi çend rojan encamên hilbijartinên 12/06/2011 hatin ragîhandin. Kêfxweş bûm ku 36 nûnerên serbixwe yên di nav eniya kurdî û BDP de wek endamên parlemana Tirkiyeyê hatin hilbijartin. Hêviya min ya mezin ji wan û rêxistina/ên wan ew e ku bikaribin bi rê û metodên nû dest bi xebata parlemanî bikin. Dem û rewşa li cîhanê hatine guhertin û ji şer û tûjbûnê bêtir zîrekiya siyasî, metodên dîplomatî û rêyên nermtir êdî pêwîst in. Bêyî guman kurdbûna wan û pirsgirêkine li holê xweguherandineke radebilind bo wan berbend dikin, lê di heman demê de navêt bihêt jibîrkirin ku yek ji erkên herî grîng yên nûnerekî/e parlemanê ew e ku bibe xizmetkarê herêma ew nûneriya wê dike û daniştvanên wê. Endamekî/e parlemanê neçar e ligel partiya xwe dilsoz bimîne, lê navêt berjewendiya ekonomî ya daniştvanên ku bi saya wan ew bûye nûnerê herêma wan ji bîr bike. Li welatên pêşkevtî nûnerê/-a ku nikare tiştekî ji bo herêma xwe bike ne layiqe dîsahilobijartinê ye, ne jî layiqe me’aş û destkevtiyan e wek endamekî/e parlemanê.
Komeke ji 36 endaman di nav parlemaneke bi 550 nûneran de nikare hemî amancan bi dest xe, lê ger hevgirtî be, bizanibe çawa ligor realîteya rewşê xebatê bike û amancên mentiqî bide ber çav dikare gavên gellekî bi sûd rane, hem ji bo bidestxistina mafên siyasî ji bo Kurdan û hem ji bo baştirkirina rewşa gelemper li herêmên kurdî; û dema ev koma qezencên baş bi dest xe hêvî û razemendiya Kurdan jî dê geş bibin, û jimara endamên vê komê dê di hilbijartinên siberojê de zêdetir bibe.
Bi encama dîroka me, rewşa me û stema bi dehsalan domandî, em pirr caran di xebata siyasî de asoteng mane. Heye ku ev encameke xweristî be, û guman tê de niye ku dewleta desthelatdar jî di vî warî de tawanbar e, lê pêwîst e kurd êdî li wêneya mezin ya cîhanê binihêrin. Li DYA, hema pêş dora 30 salan kesekî reş nikaribû têketa her xwaringehê, sînemayê û trênê… Îroj kurê afrîkayîyekî musilman serokê DYA ye. Li Australya, Keneda û Nûzîlende stemeke bêhûde li xelkên resen yên wan welatan bû bû. Îroj hukûmetên wan welatan bexşandin ji wan xwaztiye, mafên taybet dane wan û li Nuzîlende sirûda neteweyî bi du zimanan e, zimanê xelkê resen û yê înglizî. Pêş hema 50-60 salan pirraniya şûnên di nav hukûmet û parlemanan de parên malbatên arîstokrat û dewlemend bûn. Îroj nema weha ye. Pêş hema 30 salan kesekî homoseksuel li welatine rojavayî xwe di şûnên tarî de vedişart. Îroj hinek ji wan nûnerên parleman û hukûmetan in! Em bixwazin-nexwazin çerxa felekê li benda me namîne; dê her bifertile û cîhanê bide guhertin! Li berjewendiya me û nifşên siberojê ye ku em jî beşekî ji vê guhertinê bin.
Li Stenbolê li şûnekê ciwanekî kurd çayê da me. Daxwaza wî? Şoreş! “Şoreş, şoreş, ez şoreşê dixwazim!” Belê, ji ber egerên corbicor zihniyeta gellekan ji me Kurdan hîn ya salên 50an û 60an e. Mirov dikare vê encamê analîz bike; û heye ku sedema zihniyeta salên 50han û 60an bi wê yekê ve girêdayî be ku rewşa gellek kurd tê de hîn îroj jî ne weqa ji ya wan salan cuda ye! Lê bivêt-nevêt dem êdî nema dema şoreşan e. Ew dema hat û çû! Ne ji ber ku pêdiviya bi şoreşê nema, lê ji ber ku cîhana pêşkevtî nema piştgiriyê dide şoreşên modekevn. Xelkê cîhana pêşkevtî dixwaze bijî, baş bijî. Li milê din, şert û mercên salên 50an û 60an jî hatin guhertin. Kolonyalîzma bi darê zorê koç kir. Îroj ne DYA, ne Rûsistan û ne jî dewleteke din welatên dagirker in. Ewropaya ku dewletên wê bi milyonan ji daniştvanên hev û din kujtin û hema di sedsala 20emîn de du şerên cîhanî bi rê xistin îroj sînoran ji navbera xwe radikine, ekonomiya xwe ber bi yekbûnê badidine… Îroj hêz bêtir di dest dezgehên navneteweyî yên aborî de ye, ne dewletan. Ger pêdiviya Kurdan bi şoreşekê heye, heye ku ew şoreşa ramyarî bêt, şoreşa guherandina zihniyeta kurdî û xwegîhandina sedsala 21emîn, lê ne ligor pîvanên aliyên tundrê û kevneperestên hinek komên li welatine afrîkayî û asyayî! Dem dema zîrekiya siyasî, ekjonomî û dîplomasî ye. Li Tirkiyeya îroj derfet hene ku Kurd gavên ber bi pêşkevtinê ranin, lê ji bo wan zîrekî û zanyariyeke nû divên; ji bo wan perwerdeyeke nû û zihbniyeteke nû divên. Na, na, mesele li vir ne destberdana ji amanc û mafan e, lê bikarhanîna metod û rêyên nû ye, wekî ku traktoran şûna gîsnên cotyaran girt, wekî ku emailan şûna nameyên kaxezî girt!
Gotinên li jor wê wateyê nadin ku têkoşîna ta nuha hatî kirin bêyî sûd û encam bûye. Mebest hêvîkirina avêtina gavên bi cîhana pêşkevtî re û dûrbînî ye, li şûna domandina heman rê û metodan û tenê lipaşxwenihêrinê.

Kekê tu çûye heyranê Tirkan maye. Ma kurdistan ne ji be rpolitikayên qastî ya ,Tirkan paşve ma û her wiha tu çima behsa Amedê jî nakî tamem pir ne başe lê AMed jî pêşdikeve. Tirk bi saya sermayedarên xwe pêşdikevin ne bi sîyasetvanên xwe... Madem hun peşketina Kurdistanê dixwaizn hun çima mala xwe ji ewrupa bar nakin û nayên li Diyarbekîrê bicîh nabin. Hûn jî werin ku Kurdistan zûtir pêşkeve. Hun jî bibin alîkar.
ReplyDeleteMin reaksiyoneke weha çaverê dikir, keko! Ji ber reaksiyonên weha ji mêj ve ye ku min dest ji gotarên siyasî berdabû, lê mirov hewl dide ligor xwe tiştekî bike!
ReplyDeleteBelê, xweziya ez jî li welatê xwe bûma! Lê jiyanê ez û gellek kesên din ji ji axa welêt bi dûr xistin. Çiqa ez ji axa welêt bi dûr ketibim jî min ne welat û ne jî gelê xwe ji bîr kir, lê li dû 46 salên li derve şermeke mezin e ku ez ligor dîlana te li daholê xînim. Mebest ne nizimkirina nerxê dîlana te ye; dîlana te li ser seran; lê mirovê 46 salan li derve jiyabe bixwaze-nexwaze dê bihêt guhertin. Bêyî guhertin mirov dibe wek ava di şûna xwe de dimîne…
Hevwelatiyê delal! Mirov wek hev naponijin. Welat wek hev bi rê ve naçin; û ger min behsa Diyarbekir nekiribe, ew ji ber wê yekê bûye ku rêya min bi ser wê herêmê neketiye. Me bi dehan helbest û gotar û serpêhatî li ser Amedê, girtîxaneya wê, têkoşerîn wê û ciwanên wê nivîsandine.
Guh bide brayê xwe û carê bi çavên yên din jî li cîhanê binihêre! Ligel rêza min.
Ş. B. Soreklî