26 Tîrmeh , 2011 Weşandin: 0441 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Xala here serinicirakêş di parçekirina Kurdistanê da ewe ku xak û milet yên hatine dabeşkirin li ser çar welatan û sê netewên desthelatdar ew jî (ereb, turik û faris) n ji ber hindê kêşa kurda neya navixwe ye ku armanc guhurîna sisîtemane her wesa ne ya siyasî ye û milmilana partane bo gehiştina hukmiraniyê belku hevirikiyeka neteweyî ye wixebatê dikin ku danipêdan bi mafên wan bête kirin û ew biriyarderên carenivêsê xwe bin.
Hindî hêz, stemkarî û cînusayid dijî kurdan tundtir be hesta netewey û hevkarî li navbera kurdan da bi hêztir bûye û nemaye di çarçuvê parçekê da belku di be xebateka milî ya seranserî. Kurdan di hemû kawdanan da harîkariya pêşkêşî yek û du kirî û di deravên berteng da pena ya bo kurdên parçên dî birî. Ji aliyê dî ve sereray ku sîstemên siyasiyên van welatan jêk didûr in ku yek limanî ye û yê dî îslamî ye û yê siyê dikitaturî ye, kelek caran rêkikeftinên nihênî kirîne bo leşikirikêşanê û sinor bezandinê di nav xaka Kurdistanê da bi merema jinavbirina kurdan. Ev leşikir bezandina sinora û penabirina kurdan baştirîn belgeye ku çi sinorek di navbera kurdan da nîne li kurstana mezin û bizava rizgarîxwaza miletê kurd yeke û na ête cudakirin li gel rêzigirtina hindek taybetmendiya.
Evro li rojihelata Kurdistanê rijêma îranê hemû şêweyên tundutîjyê ji girtinê, eşkencedanê û sêdaredanê beramber mavxwazên kurdan bi kar dîne û ya rabûy bi heweka leşikirî ya berfireh li ser barega û deverên çekdarên (Pjak) ê kiriyarên xwe têda encamdden û berdewam yê gundên kurdan li (pişder û balekayetiyê) tupbaran dikin û serikirdên leşikirê pasdarên îranê yê lêdiwana didin ku ewên zalbûn li ser deverê û sê kemipên çekdarên pejakê yên jinavbirîn di nav axa herêma Kurdistanê da. Mebesta Îranê bi van kiriyara û lêdiwana bidestive înana hindek destkeftên leşikirî û siyasî li ser astê navixo û deverê. Navixweya Îranê ya şêlî ye û opozisiyoneka berbelav ya hey dijî desthelatê wan divê miletê îranê mijûl bikin ku metirsiyeka derekî ya li ser îranê hey û herêma Kurdistanê ya piştevaniya wan dike, her wesa bo xelkê xwe diyar bike ku îran ya bi hêze û her demekê bivêt di şiyana pasdarên wan daye metirsiya ji nav bibin. Her wesa dakukiya wan ku kemipên pejakê di nav axa herêma Kurdistanê dabûn, her çende çi belge nînin û ev gotine ya hatiye retkirin ji aliyê peyvdarê wezareta pêşimegey ve, wan divê ji layekî ve vê yekê bikine behane bo destdirêjyên xwe li ser herêmê û şkestinên wan li berokên şerî û ji layekê dî ve fişarekê bêxine ser hikûmeta herêma Kurdistanê bo hindek meremên siyasî peywendî ya hey bi bihara ereban ve bitaybet li welatê sûriyê û maytêkirina îranê di karubarên êraqê da û helwestê herêma Kurdistanê beramber bizava kurdên rojihelat. Miletê kurd li seranserî Kurdistanê bitaybet li Kurdistana azad di nerazîne li ser van zurdariya û erikê desthelata kurdî bo ev kiriyarên nemirovayetî riswa kirîn û kar bike bo agehdariya rêxirawên nêvdewletî û welatên zilhêz ku heke çi sinor bo van hereşa neênedanan kurd dê neçar bin berevaniyê ji xak û miletê xwe bikin.
Divê hemû rijêmên zurdariyê li kurdan dikin bizanin ku kêşên neteweyî bi hêzê bi dumahî na ên û take rêka aramiyê û pêşkeftina welatên wan çareseriya aştiyane ye bo kêşa kurdan û danipêdane bi mafên wan û çi fişarek kartêkirinê li ser kurdan û dewleta kurdî naket û hesta neteweya miletê kurd ji her demekî bi hêztire û hemû rêkên Kurdistanê bo kurdan di vekirîne dema di kevne ber hereşa û stemkarî beramberî wan dihête bi karînan jilay desthelatan ve û heke ew rêzê li wan sinoran negirin ewên bêy rizamendiya kurdan hatine danan ji aliyê sefewiya û osmaniya ve bo barçekirina Kurdistanê û miletê kurd her danipêdanê pê nake.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...