26 Tîrmeh , 2011 Weşandin: 0540 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Demê alayê xwe bilindkirî û perde liser peykerê qaremanê milletê xwe (con gereng) î heldayî, mirov pê keyfxweş dibû, piştî xebat û xweragirtineka dirêj û qurbanîdaneka mezin bi rapirsîneka giştî şiyan azadyê bi destxweve bînin û dewleta xwe çêken. Ji layê komelgeha nêvdewletîve dan pê hatekirin û li berî hemûyan (Omer hesen Al-beşîr) serokê Sudanê pîrozî lêkir.
Bextê vê dewleta taze ji dayikbûyî li ser wan nîne ku ji çarenivîsê xwe bitirsin, ev dewletbûne li gelê wan pîroz û gelê kurd jî çaverêye bi dewletbûna xwe şadbît, eger berawrdiyekê biken, hindek codahî di navbera başûrê Sudanê û Kurdistanêda hene, xelkê başûrê Sudanê weku neteweyek naête niyasîn ku xwedan zimanekê hevpişk bin weku gelê kurd, belku ji heşt qebîleyên mezin pêkdihên û her qebîleyekê ziman û zarên xwe yên taybet hene û inglîzî zimanê wan yê serekiye, şoreşên gelê kurd berî xelkê başûrê Sudanê destpêkiriye û gelê kurd pitirî wan qurbanî dane.
Kurdistan di navbera çiwar dewletanda parçekiriye û gefên her çiwar dewletan li ser kurdan hene. eve bîst sal in kurdên Îraqê xwedan herêmeka azad û heşt sal jî derbazbûn bi ser herfandina rijêma (Sedam) ê diktator û Îraqeka fedral hatiye ragehandin. Komelgeha nêvdewletî givaştineka zêde êxiste ser rijêma Sudanê û serokê wê Al-beşîrî û neçarkir biryara codabûna başûrê Sudanê bidet, belê hîç givaştineka nêvdewletî li ser desthelata Îraqê nîne ku dan bi mafê gelê kurd biden û ev fedraliya niha jî fedraliyeka ketwariye û ya kevtiye di nava destûrî da, anku ji lawazî ev fedraliye layenê dî qebûlkiriye, weku dî jî serok wezîrên Îraqê û serokê perlemanî û hemû berpirsên dî heta niha di devê êkî da nehatiye navê fedraliyê bînît!.
Li vêrê codabûn heye, Omer Al-beşîrî li jêr givaştinekê coretkir biryara dewletbûna başûrê Sudanê bidet, ji ber ku di berjwendiya emrîkayê û hindek dewletên dî yên xwedan hêzda bû, ku başûrê Sudanê bibîte dewlet, anku dewleta Sudanê parçeken, belê hîç givaştin li ser Norî Malîkî û Osame Nuceyfî nînin ku Îraqê parçeken yan dewleta kurdî çêken, belku heta niha coret nekiriye madeya 140 ya destûrî û kêşeya Kerkûkê çareser biken, berovajî givaştina derekî heye, ku kêşeya kurdî pitir bihête alozkirin, herçende heta niha çu givaştin li desthelatdariya Îraqê nehatiye kirin.
Ku herêma Kurdistanê serbxweya xwe wergirît, û renge hindek dewlet çi Emrîka yan Ewropa ji ber berjewendiyên xwe coret neken basê dewleta kurdî biken, bi heman dem serkirdatiya kurdî jî heta niha kar bo dewletbûna kurdî nekiriye û ew amadeyî jî nekirîne, ji bilî hindê ji bo hindek meremên siyasî û ragehandinê û li serkzêdekirinê ya hatiye gotin, dewleta kurdî xewna hemû kurdekiye, belê eger sehkenê ji layê piraktîkî ve ya valaye û hîç tiştek nehatiye kirin û berovajî serkirdatiya kurdî bi hemû partên Kurdistanî ve li vê qonaxê dijî parçebûna Îraqêne û di ser endêra delîveyên guncayî yên hatîne pêş, anku li demê azadiya Îraqê li sala 2003 ê eger dewleta kurdî hatba ragehandin, dabîte ketwar û wî demî hevpeymana nêvdewletî bi serokatiya Emrîkayê zor ya pêdivî hêza kurdî bû, belê nek serkirdatiya kurdî coret nekir dewleta kurdî ragehînin, belku neşiyan bi dirusitî axa Kurdistanê rizgar ken, ku heta nîva cugrafiya herêma Kurdistanê kêşe li sere û ya bi bendên destûrî ve hatiye helawîstin. Di ser hindêra ku hevalbenda nêvdewletî pirojeyê rojhelata nû hebû, niha ya dihête cêbecêkirin.
Divêt hewe ji çêbûna dewleta kurdî bêy omêd neken, çinku guhorînên bilez li ser astê cîhanê yên dibin, herweku li Êketiya Sovyeta berê û Yogislafiya yê çêbûn û paşî li Afrîkayê û welatên erebî û eve ger gehşte rojhelata naverast û nexşeyê cîhanê guhorîn yê têda dihêne kirin, belê cihê pirsiyarêye, serkirdatiya kurdî li wî astiye yan jî ew berhevî kiriye ku hindek dewletên mezin razîken ji bo piştevanîkirina dewletbûna herêma Kurdistanê? Çinku abûrê herêma Kurdistanê, anku nefta herêmê bayê hindêye hindek dewlet danpêdanê pê biken û paşan di wî kertî da berhemînanê biken.
Divêt kurdan ew berhevî hebît û navmaliya kurdî bi ser û ber biken û ew nakokiya niha li ser pare û desthelatê di nava xweda çareser biken û êk û du qebûl biken û gutara xweya siyasî bikene êk û berjwendiya gelê kurd pêş berjewendiya hizbî û kesatî bêxin, çinku wext yê giringe û yê ji kurdan diçît û berpirsatiya mêjûyî dê bo kê bît? Gelê başûrê Sudanê bi xwe piştevaniya nêvdewletê çêkir û xwe ji berpirsatiya mêjûyî qurtalkir û hezar cara wan pîroz bît
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...