26 Tîrmeh, 2011 Weşandin: 1632 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Li dû teqîna otomoblekê û teqîneke din li paytextê welêt Oslo, yek ji wan li pêş avahiyeke pirrqatî ku tê de ofîsa serokwezîrê welêt jî hebû, û mirina 7 kesan bi encamê, heman kesê bo van teqînan berpirs li giraveke biçûk, girava Utoya ya bi dora 35 kîlometiran ji Oslo dûr, komeke ji ciwanên Partiya Kar ya desthelatdar, ciwanên li giravê di kampeke havînê de diman, dan ber gulleyên çekên xwe. Bi encama van kiryarên tirsafer 93 kes hatin kujtin û dora 100 kesan brîn bûn.
Yê kujer ne tundrêyekî rêxisyineke îslamî ya terorkar bû, wekî dihat texmînkirin, ne jî mirovekî bêhiş û dîn bû. Ew norwêciyekî 32 salîn yê bi navê Anders Behring Breivik e û pêş dest bi kujtinê bike dokumenetek bi 1500 rûpelan di înternêt de weşandibû. Di wê dokumentê de ew ronahiyê diavêje ser amanca kiryarên xwe, xweamadekirina bo wan û sedemên girtina biryarê. Agahiyên ta nuha belav bûnî radigihînin ku peywendiya wî bi komên nazî yên li Swêdê û Almanya re jî hebûye û wî tevdêra kujtina siyasetmedarên din jî kiribûne, yek ji wan serokwezîra Almanyayê Angela Merkel. Wisa diyar e ku Breivik li hember îslamê li aliyekî, û siyaseta “komonîst” û lîberalên Ewropayê li aliyê din, bi nefret e. Ew îslamê wek îdyolojiyeke tarî dibîne û wisa bawer e ku Ewropa ji aliyê wê ve dihêt dagirtine.
Tirsa Breivik ji berfirehbûna îslamê li Ewropayê ne nû ye. Ger ne bi şêweyên terorkarî be jî, berê gellek kesan ji ewropiyan re gotine, yek ji wan keşeyekî navdar: Yan xwe zêde bikin, yan wenda bibin. Ma gelo gotinên weha rast nijadperestî (rasîst) in, yan gelo rastiyek li paş wan heye?
Jimara hinek welatên ewropayî (ger jimara koçberan û penaberan nehêt hesibandin) sal bi sal kêmtir dibêye; yek ji van welatan Almanya ye. Jimara biyaniyan, musilman jî di nav de, di heman demê de li gellek welatên ewropayî, bi taybetî welatên li navend, rojava û bakurê Ewropayê, di zêdebûnê de ye. Di wê demê de ku biyaniyên ji hinek çand û welatan bi derbasbûna demê re di nav civata mezin de diheline, alîne îslamî li bervaciya helandinê tûjtir û tundrêtir dibine. Mixabin mîdya û aliyên fermî hemî musilmanan dixin nav broşekê û wek “endamên civata îslamî” behsa hemî musilmanan dikin. Divabû du navên cuda, yek ji bo îslamiyên olperest û yek ji bo musilmanên lîberal, bihatana bikarhanîn, çimkî di nav musilmanan de gellek kes hene ku bi xwe ji kiryarên oplerestan ne razî ne. Di wê demê de ku pirraniya musilnanan ne kesên oplperest in û ne jî ligel îslamiyên tundrê hevkar in jî, bixwazin-nexwazin ew jî bi şêweyeke nerasterast bi îslamiyên radîkal re dikevin nav heman biroşê, û va yeka hem li hesabê olperest û tundrêyan dihêt, hem jî hemî musilmanan di çavên hinek ewropiyan de dike yekreng. Hinek ji îslamiyên olperest ne tenê mafên îslamî dixwazin, lê dixwazin şêweya îslama xwe berfirehtir bikin û li ser yên din feriz bikin. Nimûneyek: Roja îniyê, 22/07/2011, dadgeheke Sydney musilmanek bi kefalet ji girtîgehê da berdan. Kesê hatî berdan û du hevalên xwe ketibûn mala ciwanekî û bi şîrmaqan li wî dabûn, wek sizayê şerîe’ta îslamî bo vexwarina alkoholê.
Ewropayî bi pirranî kesên bi tolerans in. Ger ne weha bûya kiryarên bi xwîn ê ji mêj ve bi rê ketibûna. Lê ligel vê toleransê jî, li hinek şûnan rika beşekî ji hevwelatiyên resen li hember biyaniyan, bi taybetî li dij musilmanan gihîştiye wê radeyê ku ew dan-û-stendina bi wan re meraq nakin, heta li hinek şûnan naxwazin bi wan re biaxifin. Aliyên îslamî yên olperst û radîkal, li milê din, her bi gazind û nefret in. Li dû bidestxistina mafekî dest bi daxwaza mafekî tundrêtir dikin. Hinek jinên wan napejirînin ku hîcaba ji ser rûyê xwe rakin, dema karmendekî dewletê dixwaze rûyê wan û wêneya nasnameyê bide hember hev. Li hinek welatan hukûmet neçar dibêye qanûnên xwe biguhere da ku van kêşeyan çareser bike, lê guherandina qanûnan bandorê li azadiya hevwelatiyên ne musilman jî dike. Nuha olperestan êdî dest pê kirine li hinek şûnan, Australya jî di nav de, bicîhkirina şerîe’eta îslamî bikin. Bi gotineke din, dibêjine ku divêt şerîe’ta îslamî şûna qanûna dewletê bigire, bi kêmasî bo musilmanan. Daxwaza van şêwe mafên ku heta li hinek welatên musilman heye ku nebin, li welatên rojavayî pêlên nefretê li nik hinek koman li hember îslamê bilindtir dikin û jimareke ji ewropiyên ku dan-û-stendin ligel musilmanan niye weha dizanin ku erf û toreyên wan ji nav diçine û çanda wan di nav tehlûkeyê de ye. Li hinek bajarên mezin yên welatên ewropayî û welatên wek Australya xelkê welêt ji hinek devaran bar krine, çimkî daniştvanên wan herêman êdî bi pirranî musilam in, xwedan mizgeft û rêxistin û komên corbicor in. Li bajarên wek Parîsê, London û Sydney li hinek deveran mirov dibêje qey li welatekî musilman e, yan heta li Afrîkayê, Pakistanê yan Hindistanê ye. Va yeke jî hinekan ditirsîne ke çanda ewropayî ji nav biçe.
Ji mêj ve ye gellek kes, yek ji wan nivîskarê gotarê, di wê tirsê de ne ku faşîzm û rêxistinên nazî vegerin Ewropayê. Çima? Wek li jor hat ragîhandin gellek ewopayî xwe û çanda xwe di nav tehlûkeyeke mezin de hest dikin. Tund-û-tûjiya rêxistinên radîkal yên îslamî û kiryarên wan yên terorkarî li welatine ewropayî û DYA weha dikin ku navê îslama radîkal û nefreta wê li dij rojavayiyan û xirstiyaniyê her roj di mîdyayê de be. Jê bêtir, gellek ji kesên ku navên wan di lîsteyên terorkariyê de ne ereb, pakistanî û kesên musilman yên ji welatên din in, lê van kesan li welatên ewropayî bi xwe ji day bûne, hevwelatiyên wan in û li wir perwerde bûne. Dilsoziya wan ne bi welatê ew lê ji day bûne, lê bi welatekî, yan rêxisyineke, îslamî re ye û amade ne bo wan kiryarên terorkarî li şûna ew lê dijîn û hevwelatî ne bi rê xin, wekî li London qewimî. Koçber û penaberên îslamî, li milê din, ew jî bi derbasbûna demê re dibin hevwelatî û dest pê dikin ji her alî ve wekheviyê bixwazin, mafê lêkirina mizgeftan, xwendeghên îslamî, bikarhanîna şerîe’tê jî di nav de.
Aliyekî din yê zêdekirina xema hinek kes û komên rojavayî domandina çemê koçber û penaxwazên ji Afrîkayê û Asyayê ye, gellek ji wan musilman. Li hinek welatên Afrîkayê û Asyayê belengazî, nearamî û lihevdan di zêdebûnê de ne, lê her weha jimara zarokên ji day dibin. Bi zêdebûna jimara penaxwazan li aliyekî û kêmbûna ewropiyên ji day dibin li aliyê din re balansa jimarê xwe li dij berjewendiya ewropiyan badide, û dema balans li berjewendiya biyaniyan û musilmanan be va yeka dibe sedema zêdebûna nerazemendiya ji rewşê di nav kes û komên li dij biyaniyan û îslamê de.
Di wê demê de ku hinek rêxistin û kilîse bizava dîtina çreyên din dikine, bi amanca ku balans û toleransê mentiqî bihêlin, alîne din aşkere daxwaza guhertin û berbendkirinê dikine, lê ne bikarhanîna zorê û tevdêrên radîkal yên nijadperest (rasîst). Lê aliyên nazî û yên tundrê ji ewên ku xwe û çanda xwe di nav tehlûkeyê de dibînin, ew weha bawer in ku dema girtina tevdêrên radîkal êdî hatiye. Van kesan siyasetmedarên xwe nerm û “bêberpirsiyarî” dibînin, çimkî, bi dîtina wan, van siyasetmedaran naxwazin rê li pêş hatina biyaniyan, bi taybetî “leheya îslamî” bigirin. Bûyerên xemafer û trajîk yên roja îniyê li Norwêcê cîh girtî encamên van hestan in û kesekî ji ewên ku amade ne êdî tund-û-tûjiyê bo amancên xwe bi kar bihînin raber dikin. Lê va destpêk e. Tirsa mezin ew e ku jimara penaxwazên ji Afrîkayê û Asyayê hîn zêdetir bibe û îslama radîkal li Ewropayê berfirehtir bibe. Ger weha bibe radîkalîzma li hember îslamê û penaxwazan dikare li welatine rojavayî berfireh û bilind bibe. Em bixwazin-nexwazin, wek her dem, gellek kesên bêtwan, musilmanên ne radîkal û ewropiyên lîberal jî, dikarin bibin qurbanên kiryarên rêhişkên her du aliyan. Em hêvî bikin ku rewş negihê vegera faşîzmê û karbidestiya nazî.

Analizek cak a.. zzor supas.. destxos bira... Dawud
ReplyDeleteSpas dikim kek Dawûd. Kêfxwesh bûm bi têbiniya te: Shahîn
ReplyDelete