Ji bo bîranîna gernasekî miletê kurd Wedat Aydin ~ HAWARNET Nêrîn

7/5/11

Endamê KÎP-ê-DDKD-ê û serokê HEP-ê yê Diyarbekrê, welatperwer û gernasê miletê kurd û kelemê çavê dijminan Wedat Aydin, 20 sal berê, di 5-ê tîrmeha 1991-ê da li Diyarbekrê bi şev ji alî qatilên dewletê ve ji mala xwe hate revandin û bi bêbextî, qeleşî û hovîtiyeke mezin hate qetilkirin.
ZINARÊ XAMO
Hawar Net
05 Tîrmeh, 2011 Weşandin: 1439 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com


Îro 20-emîn salvegera vî gernas û canfîdayê lawê kurd Wedat Aydin e.

Ez û hemû hevalên wî yên xebat û têkoşînê, yên refên DDKD-ê di vê roja şehîdbûna vî kurdperwerê mezin û qehremanê ziravpiling da wî bi xoşewîstî û hurmeteke mezin bibîr tînin û serê xwe li ber têkoşîna wî ditewînim.

Wedat Aydin, kurdperwerekî canfîda û bêperwa bû, ew kelemê nava çavê neyaran bû, xwediyê doza xwe û mêrekî dilpola bû, çavê xwe ji felkê nedikuta, di rojên herî giran da tim  di nava gelê xwe da û di refên pêşî da bû, bi tena serê xwe dajot ser çeper û kemînên dijmin û ew ji hev tarûmar dikir.

Vê cesaret û bêperwatiya Wedat Aydin, dijimin gelkî nerehet dikir û loma jî gelek caran ew girtin, avêtin zindanê, gef lê xwarin lê wî dev ji xebata xwe berneda û loma jî qetilkirin.

Wedat Aydin, yek ji wan gernas û canfîdayê miletê kurd bû ku di bin îşkenceyên herî giran da, di zindana Diyarbekrê da tu carî ji ber dijmin danexwar û serê xwe netewand.

Piştî derketina ji hefsê jî wî xwe neda alî û dev ji xebat û têkoşîna ji bo azadî û serxwebûna gelê xwe berneda, di nava xebata demokratîk û legal da di refêrên herî pêşî da ciyê xwe girt û heta roja şehîdbûna xwe têkoşîna xwe domand.

Wedat Aydin, şehîdê miletê kurd e, em hevalên wî yên têkoşînê û gelê kurd ewê Wedat Aydin û hemû şehîdên doza kurd û Kurdistanê tu carî ji bîr nekin.

Wedat Aydin û hemû şehîdên doza Kurdistanê di dilê me da dijîn û em bi hurmet hemûyan bibîr tînin û soz didin ku emê ala wan tu carî li erdê nehêlin û Kurdistana ku wan ji bo wê canên xwe feda kirin emê miheqeq rizgar bikin.

Ji bo bîranîna gernasekî miletê kurd Wedat Aydin

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org