Şam hîna kuştin û terorê tercîh dike! ~ HAWARNET Nêrîn

7/5/11

Rejîma Şamê di warê bikaraînîna dijwariyê li himberî sivîlan de bi biryar e.
 
TARIQ HEMO

Hawar Net
05 Tîrmeh, 2011 Weşandin: 1832 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
    
 

Tevî hemû daxuyaniyên rejîmê û sozên reforman, lê dîsa jî her heftî bi dehan welatî li ser destên polîs û hêzên istixbaratê tên kuştin. Rêjeya kuştinê bi taybetî di rojên înan de zêde dibe. Her weha rejêya beşdarbûna gel ya xwepêşandnan jî bilind û berfireh dibe. Îna derbasbûye li gorî texmîna muxalefetê li tevahiya Sûriyeyê nêzîkî 3 milyon kes derketin kolanan û doza rûxandina rejîma Beşar Essed kirin. Gelên Suriyeye guh nedan daxuyaniya Essed ya vê dawiyê û sozên „lidarxistina diyalogekek berfireh bi hêzên muxalefetê“ re. Gel piştî daxuyaniyên Essed zêdetir hêris bû û dengê xwe li dijî siyaseta rejîma wî bilindtir kir. Essed jî wek her car dijwarî û barandina guleyan bi ser xwepêşandêran tercîh kir.

Di van her 3 rojên dawî de artêşa Sûriyeyê bi dehan gundên eyaleta Idlibê ya nêzîkî sînorê bi Tirkiye re da ber xwe û bi buhaneya „şerê hêzên çekdar“ xelkê wan hereman terorîze kir û 16 welatî kuşt. Li gorî agahiyên rêxistinên mafên mirovan artêşê bi dehan tankên xwe êrîşî herema li ser sînorê Tirkiye kir û di encamê de 16 welatî hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. Her weha van agahiyan idayên „hebûna hêzên çekdar“ li wan hereman derew derxist.

Di vê navberê de artêşa rejîma Essed hîna sewqiyatan ber bi bajarê Helebê ve dişîne. Heleb ku 2 yemîn bajarê mezin yê welat e, xwe ji bo xwepêşandanên girseyî amede dike. Hêzên muxalefetê dixwazin bajarê Helebê jî rabe ser piyan û cihê xwe di serhildana gel de bigre. Beriya çend rojan 300 parêzerî li avahiya adliyetê ya Helebê rûniştibûn û doza azadî û demokratiyê li hikûmetê kiribûn. Rejîma Essed naxwaze ku Heleb bi giraniya xwe tevî serhildana gelê Sûriyeyê bibe. Ev bajar dûrî paytextê ye û bi 4 milyon niştichên xwe dikare hemû terazûnan biguhere û dawiya rejîma Essed nêzîktir bike.

Li gorî muxalefetê heta niha hijmara kuştiyan li Sûriyeyê gihîştiye 1300 kesî û bi hezaran jî di girtîgehan de ne. Rejîm jî dibêje 160 polîs û endamên hêzen istixbaratên heta niha li ser destê „grûpên çekdar“ hatine kuştin.

Muxalefet di nava liv û tevgerê de ye. Şandeyek ji muxalefê beriya çend rojan bi serdanek fermî gihîşt Moskovayê û li wir hevdîtinên girîng bi rayedarên Rûs re çêkirin. Li gorî çavkaniyên muxalefetê ev hevdîtin gelekî baş bûn û hikumeta Rûsiya diyar kir ku „ew alîgerê gele Sûriyeyê ye û tu carî wê qebûl neke ku rê li pêşiya azadî û demokratiya vî gelî bê girtin“. Di vê navberê de DYA biryarek din derbarê rejima Essed de stend û ambargoya li ser vê rejîma hîna xurtir kir. Li gorî vê biryara nû wezareta maliya DYAyê dê dest deyne ser milik û malên hêzên polîs û istixbaratên Sûriyeyê yên di bankeyên Amrika de. Di mijara Sûriyeyê de DYA dewleta Iranê bi „alîkariya rejîma Essed ya pelçiqandina xwepêşandanan“ tewanbar dike. Li gorî DYA „dewleta Iranê polîsan ji bo kuştina xelkê Sûriyeyê dişîne alîkariya Essed“!.

Roja Duşema derbasbûye komek kesayetiyên muxalif li Şamê civînek ji bo „nirxandina rûdanên li welat“ lidarxistin. Ev civîn ji aliyê rejîmê û alîgerên wê rastî kampaniyek dijwar hat. Kesên amede hemû wek „ajanên hêzên derve“ hatin diyar kirin. Lê gelek hêzên muxalefetê jî êrîşê vê civînê kirin û ew wek „hewledana diyalogê bi rejîma xwînmij“ nîşan da. Lê bi her halî, ev gav wek encamek ji encamên serhildana gel hat qebûl kirin. Ew li dijî iradeya rejîmê û li derveyî kontrola wê bû. Ji ber hindê giring û hêjayî pesindaynê bû.

Ji aliyê Kurdan, Partiya Yekîtiya Demokrat( PYD) çalakiyên xwe didomîne. Li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê meşên girseyî lidarxistin. PYDê niha siyaseta xwe li ser 2 bingehan dimeşîne. Yekem: lidarxistina xwepêşandan û meşên mezin ku bi tevlîbûna bi dehhezaran tên organîze kirin. Duyem: xurtkirina yekîtiya hêzên siyasî yên Kurd û bi taybetî (Insatîfa Partiyên siyasî yên Kurd li Sûriyeyê) ku PYDê yek ji aktorên wê yê herî xurt û çalak e.

Ne tenê rojên inan, lê di her rojên heftiyê de PYDê xwepêşandan û metîngan lidardixe. Li Qamişlo, Koban û Efrînê her hefte çalkiyên PYDê hene. Li taxên Kurdan yên Şam û Helebê jî partiya Kurd ya herî chalak dîsa PYDê ye. Vê siyaseta çalak hîşit ku gelek aliyên ereb û Kurd PYDê wek hedef nîşan bidin û li himberî siyaseta wê astegiyan derbixin. Bi taybet aliyên girêdayî Tirkiye û AKPê bi kampaniyek reşkirinê li himberî PYDê radibin. Wek aliyekî vê kampaniyê mixabin hin „rewşenbîr“ û „nivîskarên“ Kurd jî xwe dane pêş. Ji bo herin kongreyên AKPê yên qaşo ji bo muxalefeta Sûriyeyê tên amedekirin, gelek alî rantan bi riya êrîşkirina PYDê û nirxên berxwedanê yê Tevgera Azadiya Kurdistanê dixwin.

Di dema dawî de (Insyatîfa Partiyên siyasî yên Kurd li Sûriyeyê) li Şamê bi gelek hêzên muxalefetê yên ereb re rûniştin û bi hev re muzekereyek imza kirin. Li gorê vê muzekeriyê dê gelê Kurd di destûra bingehîn ya Sûriyeyê de bête nasîn û mafên wî yên çandî dê bêtin gerntî kirin.

Tiştê niha girînge ew ku Kurd xwe ji bo her pêşveçûnan amede bikin. Eger rejim xwe bi rastî biguherîne, pêwîste ew Kurdan qebûl bike û hemû mafên wan erê bike. Eger rejîm bête rûxandin, pêwîste muxalefeta niha Kurdan mîna hevparê vî welatî bibîne û hewledanên AKP’ê yên inkarkirina mafên netewa Kurd li rojava û Sûriyeyê tu carî nepejirîne. Jixwe ji bo gelê Kurd jî xwe li himberî her şêweyê dijwarî û komkujiyan biparêze, gerek ew hesabên xwe baş bike. Ev berpirsyarî ji her kesî zêdetir dikeve ser milê nûnerê Kurdên rojava: PYD’ê!.

Şam hîna kuştin û terorê tercîh dike!

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org