Burkay Hat, Çima Nehiştin Aram Tîgran Were? ~ HAWARNET Nêrîn

8/4/11

Kemal Burkay piştî 31 sal vegeriya welêt.
 
FORUMA HEVBEŞ

Hawar Net
03 Tîrmeh, 2011 Weşandin: 1056 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
    
 

Kêfxweşiya hatina Burkay, hinek xemgînî jî hatin bîra me. Di 8’ê Tebexa sala 2009’an de hozanê navdar stranbêj Aram Tîgran çû ser dilovaniya xwe. Tîgran beriya mirina xwe wasiyet kiribû ku wî li Diyarbekîrê defin bikin.

Di strana xwe ya “Rabe Lawo” de jî, hesrata welat wiha anîbû ziman:

Rabe lawo em herin welatê xwe
Cihê meskenê cem bav û kalên xwe
Mirin xweşe li nav dost û pismamê xwe
Jiyan xweşe li cem dost û pismamê xwe

Di vê stranê de jî qala mirinê dike. Qala mirina xweş dike. Mirina xweş li welat, di nav dost û pismaman de ye.

Ez dixwazim behsa nakokiya ku li hemberî Burkay û Tîgran nîşandan bikim.

Hikûmetek ku xwe weke oldar dibîne, di raya gelde wisa tê zanîn divê zanibe ku, di Îslamiyetê de wasiyet çiqas girîng e. Wasiyeta Tîgran qebûl nekir, Tîgran li Diyarbekîrê nehat defin kirin.

Ev strana Tîgran ya “Rabe Lawo” carek gûhdarî bikirina dibe ku, dilê wan rehm bigirtana.

Dema ku Burkay vegeriya, Tîgran hate bîra min û nakokiya hikûmetê min xemgîn kir. Xwezî hikûmet ji miriyan netirsiya.

Xwezî çawa bangî Kemal Burkay, Şivan Perwer, Yaşar Kaya hûnermend û siyasetmedarên Kurd yên li sirgûnê kir, wisa wasiyeta Aram Tîgran jî qebûl bikira.

Aram Tîgran jî mirinek xweş di nav heval û pismamên xwe de bijiya. Dost û Hevalên wî, Xizm û Hezkiriyên wî, karibana biçiyana serdana gora wî, jê re dia bikirana û kulîlikek daniyana ser gora wî.

Em dixwazin ku, vegerîna Kemal Burkay ji bo Rewşenbîr, Siyasetmedar û Hunermendên me yên din ku li sirgûnê ne bibe mînak. Ew jî vegerin meskena bav û kalên xwe. Mirinek xweş di nav heval û pismamên xwe de bijîn.

Çend roj paşê salvegera mirina Tîgran e.
Hikûmet jî bila samîmiyeta xwe nîşan bide, gora Aram Tîgran bîne Diyarbekirê.
Bi vê wesîleyê, em Tîgran bi xemgînî bibîr tînin.

Burkay Hat, Çima Nehiştin Aram Tîgran Were?

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org