Dîplomasî û bizava kurd ~ HAWARNET Nêrîn

8/4/11

Divê ev neyê jibîrkirin ku heya guhartineke zîhniyet neyê jiyîn; çareseriya pirsgirêka Kurd negengaz e. Aliyê Kurd ev yeke pêkanî, lê, di vê mijarê de di Tirkiyê de dengegaziyek (ketum) tê jiyîn.
 
FAHRÎ KARAKOYUNLU

Hawar Net
01 Tîrmeh, 2011 Weşandin: 1056 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
    
 

Di rojnaman de xeberek “ kurd û tirk çûn xweserîya Îrlandayê bibînin”

Di nav vê heyetê de yên navê wan dîyarin- tê xwiya ku hinek kes jî nê xwastin navên wan dîyarbin- Ji parlementeran Sezgîn Tanrikulu (CHP), Galip Ensarîoğlu (AKP), Ayla Akad (BDP), Huquqnas Prof. Mithat Sancar, nivîskar û rojnameger Cengîz Çandar, nivîskar û helbestvan Bejan Matûr, rojnamevan Ali Bayramoğlu ne.

Heyet dê biçe Londrayê, Belfastê (İrlanda Bakûr) Edînburgê (İskoçya). Tê xuya ku, heyetê tevli konferansa ku li ser çareserkirina mesela Îrlanda Bakûr û bizava ÎRA yê bibin û di vî warî de hinek danûstandina bikin. Ger wekî din pêywirek vê heyetê he be jî, ji me ne dîyar e. Gor texmîna min tê xwiya ku heyeta hatîye avakirin ne bi serê xwe ye. Yên ku di nav heyetê de çîgirtine jî, di mesela Kurd de yên xwedî peyv in.

Temenîya me ewe ku di warê pêywira xwe de bi serkevin û bibin sedem ji bo çereserkirinek bi rûmet û aşîtîyane.

Bi rastî ev meseleyên ku bi awayekî niha çareserbûne, wek mesela Îrlandayê, Îskoçyayê, Qatalanya û welatê Baskê, her yek gor xwe taybetmendîyên xwe hene û bûhayê lêkolînane. Lê tu meseleyên netewî yek ne wek yekî dine ku mirov wek modelekê bigre û bîne li mesela Kurd rast bike.

Bala min gellek carî kişandî ye û min ji mûhatabên xwe pirsî ye. Gelo yekî wek Cengîz Çandar û hwd. pisporên Rojhilata Navîn tê hesêb û bi rastî ji di vî warî de, zanebûnek û tecrûbeyek xwe ya kûr he ye. We qet li ser ezmûna Başûrê Kurdistanê û bi taybetî li ser Şoreşa Kurd û destkevtîyên îro çend lêkolin dîtine? Ne tenê Cengîz Çandar, yê bi rastî nêzîkayê û dostanîyê li mesela Kurd dikin kîjanî - bê İsmail Beşîkçî Xoce- di vî warî de ezmûna Başûrê Kurdistanê û Şoreşa sed salî ya bi berxwedanek bêhempa ya bi xwîna keç û xortê kurd hatî asta îro, ji bo çareserkirina mesela kurd, ji kurda re wek ezmûnekê nîşan dane.

Gelo em çima diçin reçeta û modelan li dûrî rastîya xwe û Rojhilata Navîn digerin? Ger em xwedî marîfetbin û muhatabên me bi rastî dixwazin mesela kurd çareserbikin, tekoşîna ku sed salî bi staratejîyek kurdperwerî û bi dîplomasîyek navnetewî li ser fikrê demokrasi û edaletê meşyaye û destkeftîyên îro çima naxwazin bibînin?

Sîyaseta kurd îro di nav tevlîhevîyek têgihîştinan de digevize.

Ji Nesreddîn Xoce pirsîne “ Gelo tu evqas bi marîfetî, ma qet te tiştek îcad (dahênan) nekirî ye? Xoce jî “ Welleh min bi nan re befr xwarin icad kir, lê min jî ne eciband.”

Di hiqûqa dewletan de û di çareserkirina mesalên civakan de hinek têgihiştin û formilasyon hene. Ne hewce ye mirov dinê ji nû de kifş bi ke. Çareserkirina pirsa milletan, ya herî rewa “ tayinkirina qedera xwe, tayinkirına ayînda xwe ye.”

Ev çawa di be?

Ya herî klasîk û ya di sedsala îroyîn de jî hîn berdewam e (mînak dawî Sûdana Başûr); wek dewletekî xwe îfade kirin e.

Yên din jî; an xwe wek heremek federe, di nav federasyonê de ji aliyê sîyasî de îfade kirin; an jî xweserîyek etnîkî, cgrafîk e. Ger mesela kurd mesela milletêkî û mesela Kurdistanê be – ez wisa lê dinhêrim- gor şert û mercên di destê sîyasetê de ye, daxwaz ji van formulasyona yek e. Ji bo wî, ev biryara ku bi navê “xweserîya demokratîk” bi rastî ne me kurda ne jî mûhatabên me tatmîn kirî ye.

Bê dewletbûyînê – ku hinek netewe bi peyman ji hevudu veqetîyane û bûne dewletên serbixwe- çareserîyên bi navê xweserîyên etnîkî an cografîk divê li hevhatinek, peymanek di navbera wan alîyan de he be, gava ku ne wiha be ev biryara di jîyana gel de tiştekî naguherîn e. Ger di heremek ku hatibe rizgarkirin de, desthilatdarîyek kurda hebe, wê demê biryarek wiha dibe ku di alîyê pratîkê - perwerdeyê, civakî, ewleheyî, abor- de wateyekê îfade bike.

Ezmûna di nav pelê dîrokê de ta îro hatî, di warê dîplomasîyê de ji bo sîyaseta kurd bingehek girîng e.

Berî her tiştî, milletek gava di nav dîplomasîya dinê de - gellek carî berjewendîyên dewletên desthilatdar û xwedî erk li ber çava be jî – bi awayekî nelihevhatî be, mixabin tekoşîn û daxwazîyên wî millet ji alîyê dîplomasîyê de bala wan nakşîne. Ger di nav çareserkirina pirsekê de yên xwedî mafdarin, ne di nav vê pêvajoyê de bin û bi mekanîzmayên demokratik beşdarî vê pêvajoyê ne bin, bi rastî serkeftin ji bo wî milletî pırr bi zahmettir e.

Rewşa bizava kurd ya Başûrê Kurdistanê tê de - her çiqas kêmasî û hinek alozî he be jî- bi daxwazên gel û sazîyên demokrat û sivîl li hev hatî ne û bi dîplomasîyek navdewletî, ji bo avakirina welatek û civakek azad di tekoşînê de ye.

Ji bo mesalên netewî, di be ku hinek rê û rêbazên cûda he be û ev jî tişekî rewa ye, lê ev nê wê manê ku di bingeha çareserkirina pirsê de em li hev nekin. Ger di vî warî de sîyasetek zelal û demokrat bi îstikrar nê te meşandin, wê demê di nav gel de, ji bo bizava kurd, şik, gengeşî û bê hêvîtî dê destpê bike.

Bizava kurd bi tevahî, ji perçebûna Kurdistanê de bigre û ta îro her bûyerê, her mînakê, her ezmûna ku gel û tevgera kurd jîya ye, bi de ber xwe û gor dema îroyîn ji wana sûd werbigre.

Gava em li bizava kurd û bi taybetî li ezmûna Barzanîyan û PDK dinêrin, daxwazê wan tum netewî û Kurdistanî bû ye. Em li reformên Şeyh Abdulselam Barzanî (1905) yê di nav gelê kurd de pêkanî de û daxwaznama wî ya ku di 1907 de bi şeş xalan ji Bab-i Alî ya Osmanî re şandî dinêrin, bingeha daxazîya sîyasîya îro ya bi destê Kurdistana Federe ya Başûr ketî ji hev pir ne dûrin.

Bizava Kurd, li Başûrê Kurdistanê bi rastî, ji serê sed sala 20an vir de ta îro, ji alîyê dîplomasîyê de bi dewletên ku Kurdistan perçekirin bigre, ta Sovyetê û DYA ê di nav dîplomasîyek xurt ta bû ye. Ji van dewletana gellek carî alîkarî girtî girtin e, gellek carî hêvîya ku dipa nedîtin e, ketin tengasîya, li ber çavên wan welatê wan hatı ye sotandin. Bi enfalbûyîn, bi kîmyabaranê hatiye qirkirin, li tu cari di sêrîde DYA û welatên rojava wek dijminekî stratejîk ji xwe re nepejirandin e. Di perçekirina Kurdistanê de rola wan dîtin e, gazincên xwe kirin e, ji edaleta wan şik kirin e, rexne kirin e, lê tu car wek dijminên stratejîk nedîtin e. Em dizanin ku di dehlîzên dîplomasîyê de her çiqas zor be jî, -gere kurd zanibin ku DYA di mesela Kurdistanê û Ermenîstanê de Peymana Lozanê îmzenekirî ye- gava ku kurd, ji rêça edaletê dernekevin û mafê xwe yê netewî bi îstikrar biparêzin ji bo wan jî, rêç û derfet dê he be.

Ji bo wî, gava di dîroka mirovan de ezmûnên dîrokî û destkeftên sîyasî li ber çava be, û mirov ji xwe re li hinek ezmûnên bi dîroka kurda re tu pêwendîyên dîrokî, sîyasî û civakî nebe û hinek têgihîştên di lîteratura sîyasî û hiqûqa dewletan de nîne, wek çareserîyê di rojevêke bi rastî ya koranîyek sîyasî bi mirov re he ye, an jî mirov ne di nav nîyetek baş de ye.

Di biserneketina dîplomasîya kurd ya navdewletî de kêmasî çî ye?

Di vî warî de du xetên sereke îro he ne.
Xetek, ya bi destê Barzanîyan ji serê sedsala 20an de, ta heta îro hatîye meşandin; xeta netewî ya bi PDK hatîye formulekirin e, ev xeta bi taybetî li başûrê Kurdistanê û rojava û li rojhilatê Kurdistanê bi bandor bû ye. Xeta netewî û Kurdîstanî ya di tekoşîna PDKê de hatîye bicîbûyîn, bi her kêmasîyê xwe, tum di nav sîstema navnetewî de xwe îfade kirî ye û xwe ji dîplomasîya dinê dûrnexistî ye.

Ya din jî bi taybetî li bakûrê Kurdistanê ji 1970 î şûn de xwe li ser îdeolojîya çepîtîyê û li ser pêvajoya şerê sar ava kirî bû ye, û ev jî îro bi destê PKK tê meşandin.

Gor min, PKK îro jî bi îdeolojîya şerê sar li mesela Kurdistanê mêze dike û DYA ê û dewletên rojava ji xwe re wek dijminên stratejîk dibîne. Gava sîyaseta kurd xwe bi vî avayî tevger bi ke, deskeftek dîplomatîk jî mixabin bi dest nakeve. Ger ne misa be, tekoşîna ku gelê kurd van 30 salê dawîyê dayî de ta nuha çendîn şoreş dihate avakirin.

İttifaqên ku li Rojhilata Naverast yên dîrokî ji bin de hilweşîya ne. Bi navê Bahara Ereban, desthilatdar û dîktatorên bi dehan salan dirûxin. Di rûxandina van rejîman de gere kurd zanibin, wek ku hinek divên şoreşek çep jê dernakeve. Hêzên ku li Rojhilata Naverast van tevgera organîze dikin û destgirîyê didinê baş dizanin çi dikin. Gere kurd zanibin ku, yên sinorê dewletên Rojhilata Naverast bi cetwelan tespîtkirin, ne DYA bû ye! Ji ber wî gere bizava Kurd ji vê pêvajoyê ne dûrbin û ji vê stratejîyê sûd werbigrin.

Wek min li jor dîyarkirî, ta bizava kurd, bi her partîyên xwe li ser stratejîyek dîplomasîya navdewletî li hev nekin, ne konferansa netewî tê avakirin û nejî kongrek kurda çê di be.

Dîplomasî û bizava kurd

  • Weşanger: Anonymous
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org