Cîhan deyndarê gelê Kurd e ~ HAWARNET Nêrîn

8/30/11

Kurd bi deh salan e li edaletê digerin. Edalet, huquq, mirovahî û vijdan wek berfa li zozanan veşartî ye..
 
MEDENÎ FERHO

Hawar Net
31 Tebax, 2011 Weşandin: 1345 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
    
 

Kurd, di nava evîneke kevijî de, ber bi van nirxên mirovahiyê dibezin; lê riya gihiştina van nirxan, hewqasî dijwar kirin û bi kelem, dirrih û mayin kirine, rê û rêbûwarên di çîrok û çîvanokên efsûnkirî de têne bîra mirov.

Siyasetmedarên  dewletên têkildarî cografya Kurdistanê, li çar dewletan jî, wek peykerê edaletê derdikevine pêşberî mirovahiyê.  Mîna Xwedawendên destpêka dîrokê, wek leheng û pêşengên destanan jiyanê dibexişînin. Di dawiyê de wek serteşîk û xerdela bi striyên tofanî derdikevine pêş û  dibine Xwedawendên bûyerên trajîk.

Yek ji van siyastemedaran jî,  li firazeya pey xwe nanêre.

Ji sedema ku li pey xwe nanêrin, ji wan weye ku bi gotin û kiryarên xwe Tewratek nû  nivîsî ne. Lê na,  teva jî  tariyek, reşahiyeke  bi tofan radestî gelê Kurd kirine.

Di rastiyê de jiyanek bi êş û azar diafirînin.

Min, ji bo romana xwe ya destpêka 12ê Êlûnê, navê “HADES LI SER KAR E” bi kar anîbû. 31 sal di nvaberê re derbas bûn, mixabin hîna Hades li ser kar e. Yek çû, yê din hat, îro Erdogan heman karî dimeîne..

Hades di mîtolojiya Yewnana kevin de Xwedawendê tariyê ye. Di mîtolojiya Kurdan de Ehreman e...  Jiyanê bi kanunên despot, hiyerarşiya burokratîk û zihniyeta nijadperestî dikujin. Bêguman di jiyaneke wiha kuştî, guvaştî û hêrtinî de, edalet, huquq, mirovahî, vijdan mîna berfa li ber tavika Tebaxê ye.

Ji xwe li Rojhilata Navîn mirovahî her roj dihele, her roj tê kuştin.

Hemwelatiyên dewletên Rojhilata Navîn teva, ne bi roj, ne jî bişev dikarin nefesê bidin û bistînin; di nava jiyaneke fetsînok û elemoyî de digevizin. Mirov li kîjan dewleta Rojhilata Navîn binêre, kuştinek cûda, birîndariyek cûda, nexweşiyek cûda, bexil û bextreşiyek cûda xuya dike. Jiyan riyeke bi rûmet e. Mixabin zihniyeta têkildarî cografya Kurdistanê, ev rê kirine şikefta tariyê û dîlgirtinê.

Piştî şerê 30 salî û berdêlên giranbiha, gelê Kurd riyek nû, riyek fereh, riyek bi ronahî vekir. Kurd hîna di destpêka vê riyê de ne. Helbet ji bo rêwîtiya vê riya nû, fereh û bi ronahî, xemleke nû, temtêleke nû, qazkirineke nû, rewşeke nû û tirnaliyek nû lazim e. Ji xwe her riya nû taybetiyek nû dixwaze. Nexasim riya ku, jiyaneke nû, derfetên nû radestî mirov bike... Mirov mecbur e xwe li gorî wê riyê û dawiya wê riyê amade bike.

Ev riya nû Xweseriya Demokratîk e.

Min di nivîsa berî niha de, kin be jî behsa pêvajoya desturên bingehîn yên Tazmînatê û Komara Tirkiyê kir. Lê dive ku mirov zanibe, jiyan tenê bi kanunan û rêbazan nayê dizayn kirin û parvekirin. Ji ber ku jiyan ji kanunan, ji rêbazan mezintir e. Jiyan bi mirovan tenê jî, bi tixub û sînor nabe. Xweseriya Demokratîk jî, li gorî mezinahî, nirx û pîroziya jiyanê, li gorî nirx û pîroziya mirovahiyê  hatiye qaz kirin. Lewma ez modela Xweseriya Demokratîk, di ser kanunan re, di ser zihniyeta netew-dewletan re dibînim. Ji ber ku kanun, rêbaz, ferman û zihniyeta netew-dewletan ne ji bo hemwelatiyan, ne ji bo mirovan,  ji bo erkê û ji bo netew-dewletê hatine amade kirin. Ev jî tê wateya ku hemwelatî, yanî mirov, wek mînaka li Tirkiyê; tenê ji bo karkirin, eskerî kirin, bac û bêşdayinê û ji bo dengdayina Hadesan û şagirtên wan e.

Siyasetmedarên Kurd jî, yên Tirk jî, li gorî daxuyaniyên wan yên heta îro,  şaş nêzîkî modela Xweseriya Demokratîk  dibin. Model, ne federasyon e, ne konfederasyon e û ne jî bi tenêya serê xwe rêvebiriya herêmî ye. Ne modela Dewleta Gel e jî.

Ev model, rêxistiniya gel e, kontrola gel e, afirgerî û bazara gel e, karê gel e, biryara gel e, rêvebiriya gel e û di dewsa hiyerarşiya burokratîk ya fetsînok de, rêxistiniya gel diparêze. Ew gotina ku di avaniyên parlamentoyên dewletan de cih digire: “Erk, ya gel e”, di modela Xweseriya Demokratîk de dikevê pratîkê û cihê xwe yê rast dibîne. Gotina di dadgehan de cih digire; “edalet bingeha milk e” tê guhertin, dibe, “edalet bingeha mirovahiyê ye, navê vijdanê mirovahiyê ye.”

Hinek ji siyasetemdarên kurd, b mêhneyên cûda li dijî îlan kirina Xweseriya Demokratîk derdikevin. Ev ne rast e. Yên ku dereng mane dewlet in, rayedarên dewlerê û desthilatdariyên dewletê ne. Gelê Kurd, mîna her tiştî di îlan kirina modela Xweseriya Demokratîk de jî dereng maye.  Hemebrî 30 sal şer, Tirkiyê ji bo mafên rewa yên gelê Kurd yek gav bi tenê jî avêtiye? Naaa, her gava ku dibêje, ezê biavêjim, yan jî dibin sîwana zihniyeta fermî de diavêje jî, ji bo xapandinê ye.

Gelê Kurd, nêzîkî sed salî ye, bendeyî edalet, huquq, mirovahî û vijdanê raya giştî ya cîhanê, bendeyî peyman û mafên gerdûnî ne, lê kanî?  Tiştek li meydnaê nîne.

Cîhan di aliyê, edalet, huquq, mirovahî û vijdan de deyndarê gelê Kurd e.

Cîhan deyndarê gelê Kurd e

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org