Min guneh tê bi gunehan… ~ HAWARNET Nêrîn

8/30/11

Dixwazim di vê gotarê de wêjevanên kurd ên bi nav û deng bibîr bînim û li ser wêje, cudahî û taybetmendiyên wan çend  Dixwazim di vê gotarê de wêjevanên kurd ên bi nav û deng bibîr bînim û li ser wêje, cudahî û taybetmendiyên wan çend gotinan binivîsim. Ji ber ku dûrbîna me ya di wêjeyê de qels e; em nikarin bi rehetî behsa wêjeya kurdî bikin û çend gotinan binivîsin.
 
DÎLAN AYDIN

Hawar Net
30 Tebax, 2011 Weşandin: 2116 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
    
 

Wekî em dizanin dema behsa wêjeya kurdî tê kirin; destpêkê E. Xanî, Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî tên hişên me. Lê ji derveyî bakur, li parçeyên din ên welatê me jî wêjevanên bi nav û deng hene. Elî Herîrî, Baba Tahirê Hemedanî H. Qadirê Koyî û gelekên din… Lê em der barê wan de pir kêm xwedî agahiyan in. Sedema vê jî kêmbûna xwendinê ye. Û ez bawer im sedemek din jî ev e; berê me her dem li rojava ye. Tevî ku dergûşa hemû hebûnan Mezopotamya –rojhilat- e jî em zêdetir berê xwe didin rojava.
Li bakurê Kurdistanê Xanî, Cizîrî û Teyran, wekî sê têrkên geş in. Piştî sedsalan jî ronahiyê didin û me digihînin rastî û tamên wêjeyî.

Dema em risteyên wan ên ji bo hev nivîsîne dixwînin; yekitiya giyanî, neteweyî û wêjeyî bi hîmê şewq û şemala xwe ve dertê pêşiya me. Di risteyên wan de xuya dibe ku pir ji hev hez kirine, bi hebûna hev kêfxweş bûne, heyranê kesan nebûne. Ji ber şarezahiya xwe, serkeftina xwe ya di wêjeyê de baş dîtine, bi şanazî behsa xwe û hev kirine.
Bêguman ev kûrî û ronahiya wan a wêjeyî ji aliyê wan ê manewî tê. Manewiyatek ku bi ax, dar û ber û kevirên welatê wan re xwe kiriye yek! Jixwe ger ev yekîtiya me behsa wê kir nebûya; dê berhemên wiha nejibîr ku heta hetayê dikarin werin xwendin li dû xwe nehiştana. Ger cîhana te ya hundirîn nebe tu nikarî berhemên nejibîr biafirînî û pêşkêşî însaniyetê û dîrokê bikî.

Ger îro li Bazîdê E. Xanî hê jî dijî, li Cizîrê M. Cizîrî û li Miksê Feqî dijî; ev yek ji ber pîrozahiya wêjeya wan e. Çiqas sedsal derbas bibin jî; ew li cihê xwe dimînin û ji dem û dewranan re dibin bersivên wêjeyî. Lewre wan bi wêjeya xwe ya watedar, ku bingeha xwe ji ax û civaka wan girtiye; cihek pak û pîroz ji xwe re ava kirine.
Niha dixwazim çend riste ji helbesta E. Xanî ya bi navê  “Ey dil ger te divêtin bibî daîm mesrûr (kêfxweş)” pêşkêşî me bikim (…)
Gunehan ger nebûya lezet û zewqek haşa
Failê asim nedibû tarik û taib mehcûr
Min guneh tê bi gunehan ku li nav baxê cîhan
Semerê xoştir ew in bûn bi heramî meşhûr…

Ji bo em wateya hin peyvên erebî fam bikin divê em li ferhengê mêze bikin. Di van risteyan de em dibînin ku tiştên guneh in ku; guneh têgihên olî ne, tam û zewqa wan heye. Lê Ehmedê Xaniyê nemir, gunehê xwe bi gunehan tîne. Bi van risteyên xwe ji me re dibêje ‘gunehê xwe’ bi gunehan bînin. Ev jî nîşan dide ku wêjevanên nejibîr li bal aliyên xwe yên neteweyî, aliyên xwe yên olî jî parastine. Bêguman vegotina wêjeya wan pir zor e. Lê bi baweriya min ji bo rewşa civakî ya giştî ku roj bi roj bi lîstikan ber bi xirabûnê ve diçe; wêjeya wan, dikare rê nîşanê me bide û me ji valahiyên ku pergal wek cinawiran roj bi roj diafirîne rizgar bike. 

Min guneh tê bi gunehan…

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org