07 Tîrmeh, 2011 Weşandin: 1323 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Di gel elndeka bê wexer û meşeka bê veger, roja 30 ـ 7 ـ 1983 demjimêr sê sibê, berî xewnên savayan li ser balghê hejaran kehî bibin, berî pale hişyar bibin, berî zaro di baweşa dayikên dilovan da hembêz bibin, berî bûk û zava li ser textê umêdan şad û bê hiş bibin, berî destê qedera reş tovê mirina bêdeng li şîva umêdan bi çînît, dengê zengila mirinê lêda û hemû gundî hişyarkirin. Stêrên esmanan ji şerma komkujiya kurdan xwe di nava pêlên ewranda windakrin, teyir û tewalên warî ji tirsa çavên ehrîmenan hêlînên xwe valakrin, nehingên kîşwer û eqiyanosan ji dengê stema reşekên mîrê Bexdayê li kûratiya deryan xwe mit û bê deng krin, miryên gurstanan rabûn serxwe û li banê gerdûnî hewarkrin ev çi fermane xanîkên me reş poşkirin. Lê rijêma bas destê reşê mirinê daweşandin û hemû sinor derbazkirin, êkanên basiyan mîna leşkrê Mexol û Teteran derdora komelgeha Quştepe li her çend milan dorpêçkirin û nehêlan kesek ji derazînkê derkevît. Nexwastin daykek dilovan zaroyên xwe hembêz biken û xwatira dawiyê lê bixwazît. Reşekên rijêma efleqî bi şêwekê dirindane hêrişên nemerdane kirine ser komelgehê, her li jyê 12 ـ 70 salî girtin û bi cil û bergên xewê ve ji nava gildan derxistin û weke gunehebarên cengê rakêşan ji derve û ber bi çarenivêsekê winda birin, heya melayê mizgeftê hewilda ku bikare xwe ji dest wan bê dînan rizgar bikete qesta kolkê mirîşkan kir, lê dîsa ji dest sîxorên rijêma bas qurtal nebû, hemû bi hevre kirine di tirombêlên îvada û ber bi meşa mirinê birin.
Derbarê wê karesatê, jinek Barzanî dibêje “wê rojê çiwar kur û zelamê min ji layê leşkirê Îraqê ve hatine girtin, min gelek hewildan bi tinê kurê minê biçûk neben û bo min bihêlin, herçende yê nesax jî bû, lê serbazên rijêmê bersiva min bi quntaxên tivengê dan û pêhinek li singê minda û her çiwar zaro li ber dilê min revandin, cerg û kezeb li min şewtandin, heya niha jî çarenivêsê wan ne xuyaye. Wê rojê nêzîk heşt hezar Barzanî girtin bê ku wan gunnehek kiribît yan karek dijî rijêma bes encam dabît, wan carekê bîr li rojeka wesa reş nekiribû, ji ber ku xelkek hejar û perîşan bûn û dorbûn ji hemû karên siyasî û çekdarî, û piraniya wan pale û karker bûn û xerîkên peydakirina nanê rojanebûn, xelkê sivîl û bê layen bûn, lê rijêma efleqî di xwast tola şikestinên leşkirê xwe li hember hêzên Îranê û pêşmergehên kurdistanê li berokên şerî ji xelkê sivîl û bê gunnehـ veken, bi bihaneya ku hêzên partî demokratî kurdistan bi serokatiya (Mesud Barzanî) beşdarî hêrişa (Hacî Omeran û Girde Mendî) bûne digel pasdarên Îranê li dijî supayê Îraqê. Rijêma Bexdayê heman propagende dijî hêzên êketî nîştîmanî kurdistan jî kirin, dema bajêrêHelebçe kêmiyabaran kirî û rageyand ku hêzên kurdan bi harîkariya pasdarên Îranê bajêrê Helebçe dagîrkiriye.
Sedam Husênî sala 1993 derbarê komkujiya Barzaniyan di gotarek xweda dibêje: Ew kesên xiyanet li peymanê kirîn xiyanet ya li welatî kirî, lewa me sizayek mezin daye ber wan û me hinartine dozexê û geheştine sizayê xwe, herçende ew kesên bi dest rijêma bas girtîn û windakirîn haya wan ji çi peyman û pirotokolan nebûye, peyman û hêviyên wan bi tinê peydakirina nanê rojane bûye bû zarokên xwe. Wesa sedamê diktator bi zimanekê vekirî û bê ku hest bi tawanekê biket yan ji biryar û zagonek navnetewî bi tirsît li ser zarê wî yê jehrawî hate xuyakirin ku hemû bi saxî yên valakirîn çalên mirinê li başûrê Îraqê li herêma Semawe. Piştî komelgeha Quştepe ji regezê nêr hatiye valakirin, rewşa jin û zaroyên wan pir aloz û şepirzebûn, hem ji layê derûnî û saykolojî ve hem ji hêla abûrî û kesatî ve, xelkê wê komelgehê mîna pezê bê şivan lêhatin, saykolojiya wan têkçû û hêviyên wan bi jiyanê hatin qutkirin û serê rêyan lê windabûn.
Piştî rijêma basî karê xwe yê dirindane dijî xelkê komelgehê encamdayî, hemû rêkên jiyanê lê qutkirin û xelkê komelgehê ji hemû hêlan ve durpêçkirin, anku destûrî nebû kesek destê harîkariyê jêre dirêj biket, yan seredana wan biket, her roj refeka sîxorên rijêma basî da bi ser komelgehêda girin bi biyanûya wergirtina pêzanînan li ser kes û karên wan, daku bikarin destdirêjyê li ser romet û kerameta wan biken. Zulim û zoriya rijêma basiyan li ser komelgeha Quştepe geheşte wî radeyî heya kesên xudan hest û wijdan nedikarîn hemberî kar û reftarên wan bê deng bimînn. Nivêserê îraqî (Kinan mekî) di pirtûka xwe alqeswe walsmt ـda dibêje: Ji sedema kar û reftarên rijêma basî hemberî xelkê sivîl û bê desthelat li kurdistanê, min hest bi kêmasiyeka mezinkir ku ez Îraqî, navbirî dibêje” dema çavê min bi xêzanên Barzaniyan kevtîn û rewşa wan ji nêzîkve şupandî, min şerim ji xwe dikir ku ez xelkê Îraqê me, lê dawiyê bo tev diktator û faşistan xuya bû ku dawiya her zulim û stemekê nemana wane û dê di dadgeha gelda hêne sizadan. Çawan Sedam û desteka xwe geheştin sizayê xwe yê dadwerane ku kesek nizanît ka gurrên wan jî li kîvene, ji ber ku xak û xweza jî naxwazin laşeyê wan yê genî di nava xweda hembêz biken, lewa kevtine ber nefiretên gel û ber bi dozexa ebedî ve çûn.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...