Koma "Dewletbûn" pêngavekî mêjûyî ye ~ HAWARNET Nêrîn

8/4/11

Pêdivî ye hemû xelkê me palpştbin û arîkar bin û hemû bizava û şiyana terxan bikin pêxemet destiveynana roja ragehandina dewleta Kurdistanê.
 
M. ÎBRAHÎM AMÊDÎ

Hawar Net
05 Tîrmeh, 2011 Weşandin: 1056 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
    
 

Bi hestekê neteweyî û azirî û xemxur pêkînana giropê Dewletbûn li roja 31/7/2011 bi rê û resmekê hejî li hula parika azadî li demjmêr şeşê êvarî li parêzgeha Duhokê bi serokatiya dikiturê pirufîsur (Bedirxan Sindî) û endametiya jimareka nivîser û rojnamevana û genicên paşerojeka geş hate ragehandin, wek karek û pêdiviyeka mêjûyî ku ya pêdivî bû berî dehan salan ev girope hatiba damezirandin.

Cihê dest xuşyê û supasiyê û cihê serferazyê ye ku bi vî giropê têkuşer dê helgirê xewneka neteweyî be û hukar û palderê ber bi dewleta kurdî ve biçin li pey mafê çarenivîsê netewa û mîsaqê dewletên yekgirtî birga (1) ji madê (1) ya sala 1976 û ji aliyê 149 dewletan ya hatiye muhirikirin û guhurînên siyasî yên dewletên rojihelata navîn ku temenê vê xewnê sedan sal in yên pir xebat û can fîdayî û rojên sext û dijwar û dehan şoreş û serihildana û hizaran karên ne mirovayetî dijî kurdan her ji helweşandina komar û dewlet û mîrinşînên kurdî ta kîmiya barankirinê û enfalên reş û mehandina nasnama kurdî. Evro giropê dewletbûn dihêtin wek delîvek bûne hatibûne û diyar bûne bo ber bi azirandina babetê mafê hebûn û damezirandina dewleta Kurdistanî wek her neteweyek ku niha xwedan dewlet û komarin li cîhanê.

Hîvî umêd ewin giropê navihatî bibe hêvênê serkeftina îrada miletê kurd û biriyara çarenivîsê û berê binaxê xurstî yê dewletbûnê. Ku kurd çiwaremîn neteweye piştî netewa ereb, turik, ecem, li rojihelata navîn û jimara wan tuxîbê (50) miliyon kesaye. Li parçeyên Kurdistanê li (Îraqê, Turikî, Îranê, Sûriya) ta Kurdistana sur dijîn wek yek parça erdî cugrafiyen li ser tepa erdî lê peymana luzan ya reş ya 24/7/1923 Kurdistana yek parçe kire çiwar parçe û li bîra me hemûyan be ku kurd xwedanên xwe dewlet û komar û mîrinşîn bûn û yekemîn dewleta kurdî ya hatiye damezirandin 2500 sala berî zayînî binavê dewleta (lulu) ku 140 sala hukmê kirî li devera zehaw û helman heta devera hekar ku rêbazeka gelek dûr û dirêje ta evro li sala 2011 ê digehe 4511 salaye û halê kurda ev haleye û dibê dewlet û komarin.

Lewra em dibînîn barê giropê dewletbûn gelek yê girane û erikekê girîng û hestiyar yê li ser şanî û pênigaveka biçûke bi jimareka biçûk ber bi pênigaveka mezin bi jimareka mezin bi piştevaniya xwedê mezin û diluvan û hemû xelkê Kurdistanê û derçûyên qutabxana bizava rizgarî xwaziya kurdî. Û pênigava yekê bila pênigava komkirina egerên şkandin û helweşandina dewlet û komar û mîrinşînên kurdî be. Çi bûn û kîne û çine, her ji egerên navixoyî ta peymana luzan û rêkeftina cezar ya reş li sala 1975 û bibine belgename û pêzanînên mêjûyî û serdem bo karê giropî ku hîvî xwazîn diserkeftî bin di vî karê pîroz da û ya pêdivî ye hemû xelkê me palpştbin û arîkar bin û hemû bizava û şiyana terxan bikin pêxemet destiveynana roja ragehandina dewleta Kurdistanê.

Û helbesta helbestvanê mezin Ehmedê Xanî herdem li bîra me be li demê gotî:
Ez mame di hikmeta xwedê da
Kirmanc di dewleta dinê da
Aya bi çi wecih mane mehirûm
Bilcumle ji bo çi bûne mehkom

Koma "Dewletbûn" pêngavekî mêjûyî ye

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org