Dewleta Tirk ji Yekîtiya Kurdan ditirse ~ HAWARNET Nêrîn

8/22/11

Rêjîma Desthilat li Tirkiyê ku bi salane, inkara gelê Kurd berdawam dike. .
 
SERBEST LEZGÎN

Hawar Net
23 Tebax, 2011 Weşandin: 0356 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
    
 

Her roja ku diçe Kiryarê xwe yên li dijî Kurdan bi awayekî aşkere derdixe hole. Dewleta Tirk bi tu awayî tehemûla hebûna gelê Kurd nake. Hebûna gelê Kurd çi li Bakur, çi li Başûr û li Rojhilat û Rojava Kurdistanê weke istiriyekê di Qirika rêjima Tirk maye. Ji ber vê yeke heyanî niha bi hebûna gelê Kurd İtiraf nekiriye û ne jî wê İtiraf bike. Pisgirêka Kurd histiriyeke di qirka Dewleta Tirk de nekare Bixwe ne jî dikare bavê je.

Dest dirêjiya Dewleta Tirk ya li ser Kurdistana Federal bi bihaneya Hebûna PKK’ê û bi bihaneya Kerkûk ya Tirkane tê kirin. Wisa hate diyar kirin ku xema dewleta Tirk ne meseleya Kerkûk û hebûna PKK’ê li başûre. Tirsa û mebesta ya bingehîn ya dewleta Tirk yekitiya Kurdane.

Di seri de konseya Rêvebir ya PKK’ê, serokê komara İraqa fedral Celal Talabanî û Serokê Kurdistanê Mesud Berzanî bang li PKK’ê kirin ku şer were rawastandin û ji bo pisgirêka Kurd li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê were çaresekirin gavên pêwîst werin avêtin.

Ji hemû cihanê ve hate diyar kirin ku dewleta Tirk ji îlana Agirbestê û pêve êrîşên xwe yên li ser Tevgera Azadiya Kurd û li Hember Kurdistanê hîn bêtir zêdebûn.

Li Bakurê Kurdistanê Artêşa Tirk Oparasyon li du oparasyona lidardixe û rojane nûçeyên şehadetên Ciwanên Kurd digihîjın malbat û xizmên wan. Herî dawîn kiryareke din yên hovane ya Artêşa Tirk dekete holê bi jehir dayîna 7 Girillayan li herêma Amed Qulpê, weneyek nûbû ji weneyên Hovane ya dewleta Tirk bû. Navnîşaneke diyar ku dewleta Tirk rêbazên xwe yên li hember Gelê Kurd û tekoşîna azdiyê tu guhertin nexistiyê û hîna inkara Kurd weke erka serekî ji bo xwe dibîne.

Di van rojên dawîn de di çapemeniya Herêmê de tê gotın ku Artêşa Tirk hin herêmên li ser sînorê Kurdistanê dane ber bomban û li ser sînorê Kurdistanê di rewşeke tetîkê de amedeye saatekê beriya saatekê derbazî herêma Kurdistanê bibin.

Bê goman ev kiryarên dewleta Tirk li hember gelê Kurd li dijî Girîllayan û herêma Kurdistanê. ji netehemuliya dewleta Tirk li bermaberî yekîtiya Kurd û serkeftinê gelê Kurd de. Sekeftina Tevgera azadiyê li Bakurê Kurdistanê di warê têgihêştina zihnî de. Bi yekbûna destkeftinê li herêma Kurdistana Fedral , Dewleta Tirk dixe nava tirseke Mezin.
.

Dewleta Tirk ji Yekîtiya Kurdan ditirse

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org