Dilovaniya Xwedê Teala ~ HAWARNET Nêrîn

8/22/11

Falincekî pirr giran derbas kiribû. Di nav nivînê xwe de bêtevger dirêj ketibû. Dixwest destê xwe dirêjê tiştekî bike û bixwe an jî bi devê xwe tiştekî bibêje. Lê rewşa tê de bû destûr nedidayê. .
 
SELÎME OKUR

Hawar Net
22 Tebax, 2011 Weşandin: 1521 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
    
 

ZTenê bi çavên xwe li mirovên der û dora xwe dinêrî. Û wan bi vî awayê seh dikir. Li dora wî keçikên wî, lawên wî û nêviyên wî hebûn. Ji ber ku rewşa wî çiqas diçû ber bi xerabiyê ve diçû û girandibû, gundiyên wî dihatin serî lê dixistin. Û rewşa wî çawan e, meraq dikirin. Di heşê hemiyan de eynî tişt hebû. Ha wê îro bimire, ha sibê…

Ji ber vî rewşê keçikên wî pirr meraq dikirin, ne tenê keçikên wî, lawên wî jî xemgîn bûn. Malbata wî ji bo li ser bixwînin gazî melê gund kiribûn. Li gor îslamiyetê mirovek bikeve sikratê li ser Qur'ana Pîroz dixwînin, ew jî giyanê xwe bi hêsanî radest dikin.

Rewşa Hecî Emîn jî wusa bû. Mele li ser dixwend, gundî jî ji bo wî hêwîş dikirin. Wan jî vî rewşê bi çavên xwe tesdîq dikirin. Hecî Emîn ji bo salan û ji dîrokê şahidek mezin bû. Di jiyana xwe de pirr tişt û pirr dijwarî dîtibû. Ger wî behsa jiyana xwe bikira wê bi rûpelan binivîsanda, dîsa jî wê qîm nekira. Carna zarokên xwe kom dikir ji wan re qal dikir. Carna jî cîran û gundî dihatin, li wî guhdarî dikirin. Wî rewşê heta nîvê şevê berdewam dikir. Û roja din dîsa kom dibûn heta nîvê şevê guhdarî dikirin. Lê niha wek zarokekî biçûk di nav cihê xwe de dirêj ketibû.

Hecî Emîn wek miriyekî bê rih dirêj ketibû. Ji çavên wî hêstir dihatin û di nava xwe de dişewitiya. Heta heşê wî yê dawiyê hatibû serê wî, yê demê wî yê pêşiyê çûbû. Carna xwe bi xwe wusa digot: "Mirov ji ku vegere, jê re kar e."

Heşê wî dereng hatibû serê wî. Lê baş hatibû serê wî. Belkî Xweda Teala hinek tiştan ji bo pê bide famkirinê, wan tiştên bi êş û elem pê dida kişandin. Heta mirovek rastiyê bidest bixe, carna bi hezaran tiştên çewt dibîne. Di bûyerên Xweda Teala de her gav hîkmetên mezin hene.

Hecî Emîn, di ciwaniya xwe de pirr egît û mêrxas bû. Di her kar û tevgerê wî de viya diyar dibû. Lê mêrxasî tenê ne dinê de pêwîst bû. Di axretê de jî pirr pêwîst bû. Jixwe derdê Hecî Emîn jî viya bû.

Hecî Emîn di ciwaniya xwe de gunehên herî mezin kiribû. Niha ji bo gunehên wî were bexşandin heta serê sibê ji Rebbê xwe re hêwîş dikir. Him gunehê wî pirr bûn, him jî bibû sedema qetla Mîran. Carna difikiriya, gelo wê Rebbê wî, wî bibexşîne? Carna li ser viya difikiriya, dikir eqlê xwe wenda bikira. Ger tevlî van gunehan biçûna hafa Wî, wê çi bibûna? Dîsa bersiva vî pirsa xwe, wî xwe bi xwe dida. Wê rezîl û perîşan bibûna. Zanibû tiştên kiribû tiştên biçûk nebûn. Beriya nexweşiya xwe ji bo bexşandina xwe bi şevan ranediket û heta serê sibê nimêj dikir. Carna jî heta serê sibê difikiriya û digiriya. Ji aliyekî din jî hêviya wî qet kêm nedibû. Zanibû Rebbê wî xwediyê rehmetekî mezin bû. Evdekî berê xwe bidana Rebbê xwe, Rebbê wî jî bi rehma Xwe wî efuw dikir. Lê ezaba Wî jî, ji heşê xwe dernedixist.

Li ber serê Hecî Emîn, Kekê Hesen rûniştibû. Kekê Hesen, hevalê wî yê herî kevn û baş bû. Bi hev re kal bibûn. Di rewşên baş û xerab de her gav bi hev re bûn. Heta wî gavê jî ji hev neêşiya bûn. Ji ber viya Kekê Hesen li rewşa wî dinêrî, pirr xemgîn dibû. Mêrê bi sed mêran ketibû vî rewşê. Kekê Hesen, carna xwe bi xwe wusa digot: "Hey feleka zalim… Tu ji kesê re namînî." Kekê Hesen destmalekî girtibû û xweydana wî paqij dikir. Ji aliyekî din jî jê re wusa digot: "Eşheda xwe bîne. Zimanê te tevnegere jî di dilê xwe de bibêje. Mêrxasiya xwe nîşanê heval û hogirên xwe bide." Kekê Hesen her roj dihat ber serê Hecî Emîn û bi vî şiklê jê re dibû alîkar. Ji aliyekî din jî jiyana Hecî Emîn wek fîlmekî ji ber çavên wî derbas dibû.

Hecî Emîn hêj şeş salî bû, bavê xwe wenda kiribû. Diya wî, baş û xerab wî mezin kiribû. Dema bibû panzdeh salî, diya wî jî bi nexweşiyekî xerab jiyana xwe ji dest dabû. Piştê mirina diya xwe rojekî li vî malê, rojekî li wî malê mabû. Karê xelkê dikir û bi wî awayê rewşa xwe îdare dikir. Pişt re çûbû leşkeriyê û piştê çar pênc salan hatibû gundê xwe.

Mirovekî wanê pêş li gundekî jê re karekî dîtibû. Vî gundê, gundê beg û axayan bû. Navê axayên gund jî Adem Beg bû. Wî demê mirovek xwediyê mal û milk û zeviyan bû. Li ba gel rûmeta wî gellek zêde bû. Li van gundan te digot qey çûk jî bi fermana wan difiriyan. Haya wan ji her bûyeran hebûn. Gundiyên rewşa wan xizan bûn, dihatin karê mîr û began dikirin û debarên xwe bi vî awayê pêk dianiyan. Beg û mîr pirr hindik bidana wan jî gel dengê xwe nedikir. Gava kesekî dengê xwe bikirana di cih de ji wî gundê mala wan bar dikirin wan ji gund diqewurandin. Ji ber ku kes alîkariya gundiyan nedikir, wan jî vî zilmê pêjirandibû. Xwermenda wî demê jî beg û mîr bûn. Dema gel bixwestana tiştekî bikirana, ewul dihatin ba mîr û began û bi hev û du re dişêwiriyan. Dema kesekî ji bo leşkeriyê xwe bidana alî, an xwe veşartana mîr û began wan didan dest. Ji bo viya li vî gundê jî rewş zehmet û dijwar bû.

Hecî Emîn jî, li ber destê Adem dişixuliya. Serê ewul xizmeta ajalan dikir. Ji ber ku Hecî Emîn pirr jêhatî bû, karên nava malê dabûn wî. Li ser karkeran disekiniya, karên wan sehêt dikir û ji rewşa wan Adem Beg haydar dikir. Hecî Emîn roj bi roj diket çavê Adem Beg. Ev rewş, xweşa Adem Beg diçû. Carna xwe bi xwe wusa digot: "Mêrekî wusa ji min re pêwîst e." Rojekî Adem Beg gazî Hecî Emîn dike û jê re wusa dibêje: "Ez dixwazim heqdestê te zêde bikim. Ezê te bi nav maliyê re bizewicînim. Ezê malekî ji te re çêbikim û ezê çend ajal bidim te. Lê li hember vana ezê jî ji te çend tiştan bixwazim; tuyê her dem li ba min bibî. Ez ji te çi bixwazim tuyê bi cih bînî."

Ji wî rojê pê de Hecî Emîn her dem bi Adem Beg re bû. Adem Beg biçûna ku ew jî pê re diçû. Her tiştên Adem Beg dizanibû. Adem Beg baweriya xwe pirr pê anîbû. Adem Beg çi bikira ji Hecî Emîn re jî digot. Roj bi roj karê Hecî Emîn diguheriya. Carna Adem Beg tiştên herî dijwar jê dixwest. Lê Hecî Emîn jî ji karê xwe zêdetir razî bû. Derdê wî xwarin û vexwarin bû. Lewra Adem Beg wî zewicandibû, malekî û ajal dabû wî. Êdî ji Rebbê xwe çi bixwesta. Lê êdî wusa bibû ku Adem Beg karê xwe yê qirêj jî pê dida kirinê. Hecî Emîn lê varnediqiliya.

Rojekî, Adem Beg gazî Hecî Emîn dike û jê re wusa dibêje: "Here li filan gundekî du zilam hene. Demekî zerarek wan gihîştibû min. Her duyan jî bikuje û her du guhên wan ji min re bîne." Hecî Emîn diçe û tiştê axa jê re gotiye bi cih tîne. Carekî din jî diçe gundekî, xwediyê wî gundê dikuje, pîreka wî û qasê çarsed ajalên wî ji axa re tîne. Li cihekî din mirovek bê dilê axa biaxife, wî demê Hecî Emîn diçû wan dianiya ber lingên axa. Bi kurtî jiyana wî bi vî awayê didomiya. Hecî Emîn bibû devbixwîn. Haya wî qet jê tune bû ku çi dike çi nake. Heşê wî, aqilê wî, jiyana wî hemî bibû axa. Axa bigota here xwe ji çiya biavêje, wê wek wî bikirana.

Erê, Hecî Emîn ji jiyana xwe jî qet agahdar nebû. Hatibû wî temenê, hêj ji Rebbê xwe re qet îbadet nekiribû. Berê qiblê li ku ye, haya wî jê tunebû û van qetlan jî niha ketibûn sitûyê wî…

Pîreka Hecî Emîn ji vî rewşê kêfxweş nebû. Çend car jê re gotibû, em ji vî gundê herin. Lê Hecî Emîn guh nedabû jina xwe.

Meha tîrmehê bû. Serê sibê tevlî berbanga sibê leşker hatin gund. Leşker tenê nebûn, bi wan re qasê çil, pêncî girtî jî hebûn. Adem Beg, bilez ji nav cihên xwe rabû û çû pêşiya leşkeran. Çend ajalan ji bo wan da serjêkirin û ziyafetekî da wan. Dawiyê leşker van girtiyan jî kirin gomê. Gundiyan van girtiyan pirr meraq dikirin. Gelo vana kî bûn? Çima vana anîbûn, kiribûn gomê. Tenê Hecî Emîn zanibû vana kî ne. Carna diçû nava wan bi wan re diaxiviya. Lê bê xebera Adem Beg. Di nav wan girtiyan de zarok û pîrek jî hebûn. Vana di şerê Şêx Seîd de ji Şêx re bibûn alîkar. Ji ber vî yekê xwermend wan girtibû û anîbû, kiribû hepsê. Ji ber ku li hepsê cih nemabû wan anîbûn gund. Heta sizayê wan diyar bibana wê li vir bimana.

Van girtiyan hefteyekî bû li vir bûn. Adem Beg ne xwarinekî ne jî vexwarinekî dabû wan. Du sê roj jî wusa berdewam bikirana wê bimiriyana. Hecî Emîn di wî navberê de xewnekî dîtibû. Di vî xewna xwe de bavê xwe dîtibû. Bavê wî jê re wusa digot: "Ger tu dev ji vî komê bernedî û ji wan re nebî alîkar, ezê heqê xwe ji te re helal nekim." Li ser viya Hecî Emîn şevekî radibe, deriyê gomê vedike û hemî van mirovan azad dike. Dawiyê bi pîreka xwe re ji wir direve. Adem Beg lê bigere jî wî nabîne. Leşker jî Adem Beg ji vî bûyerê berpirsiyar digrin û dikin hepsê. Li hepsê jî jahr didinê û wî dikujin. Piştê mirina Adem Beg, Hecî Emîn derdikeve holê. Li gundekî din jiyana xwe berdewam dike. Kekê Hesen li vî gundê nas dike.

Hecî Emîn çend sal kar dike û rewşa wî gellek ber bi başiyê ve diçe. Ji tiştên xerab hezar car tobe dike. Dest bi nimêjê dike. Di çilê pênc saliya xwe de fêra Qur'anê digre. Zarokên xwe jî di rêya îlmê de dide meşandin. Hecî Emîn û Kekê Hesen bi hev re diçin hecê. Ji vir pê de êdî gav û seetên xwe di rêya Xwedê de xerc dike.

Van tiştan yek bi yek di ber çavê Hecî Emîn re derbas dibûn. Niha belkî canê wî pirr diêşiya, nikaribû tiştekî bikira, lê di dilê wî de aramiyekî pirr mezin hebû. Carna xwe bi xwe wusa digot: "Min gunehên gellek dijwar kir, ji van gunehan ê herî mezin jî qetl bû. Min birayên xwe yên misliman dikuşt.  Di şerê Şêx Seîd de zarok û pîrek jî hemî alîkariya Şêx dikirin, lê min jî wî demê qerwaşiya Mîr dikir. Ez ji xwe pirr fedî dikim. Ji bo van
bûyeran min bi hezaran ji Rebbê xwe efuw xwest. Înşallah Xweda min efuw bike."

Demek paşê Hecî Emîn bi îşaret gazî Kekê Hesen kir. Di guhên Kekê Hesen de tiştekî got. Kekê Hesen jî rabû û hemî zarok û mêvanan ji hundir derxist, bir derve. Hecî Emîn tenê mabû. Lawên wî yên mezin pirsa wî ji Kekê Hesen kir. Kekê Hesen wusa got: "Niha mêvanê bavê te hatine, ji ber viya em derketin derve."

Ewul lawê wî tu wateyek neda vî bûyerê. Dawiyê wusa pirsîn:
-Mêvanê bave me kî ne?

Kekê Hesen wusa bersiv da:
-Mêvanê wî Şêx Seîd e, hatiye serlêdana wî.

Pişt re Kekê Hesen çû hundir. Li hembera rewşa ku dît, mat mabû. Mirov digot qey nûrek di hundirê odê de ye. Rûyê wî biken bû. Çavê wî hatibûn girtinê. Pêçiya xwe ya eşhedê rast dirêj kiribû û bêhneka wek mîsk û emberê ketibû hundir.

Çavên Kekê Hesen tije hêstir bibû. Hevalê wî yê bi salan wî berdabû, çûbû. Ji aliyekî din jî pirr kêfxweş bibû ku mirinekî bi vî şeklê bibû para wî. Xweda Teala wî bi rehma xwe ya pirr bexşandibû.

Kesek rehma Xwedê bixwaze, Xweda Teala qat bi qat nesîbê wan dike…  .

Dilovaniya Xwedê Teala

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org