Kalê Zal û Apê Gêwê ~ HAWARNET Nêrîn

8/16/11

Serûweneke Mala Zalê ku nayê zanîn...
 
XÛRŞÎD MÎRZENGÎ

Hawar Net
16 Tîrmeh, 2011 Weşandin: 1434 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
    
 

Zal û apê Gêwê pismamê hev û li bajarê Eynehîrê akincî bûn. Jina apê Gêwê Melîsa, xwîşka Kalê Zal bû. Tevî Zal hîn xort bû jî, ji nav û dengê mêrxasiya bav û kal, şervanî û xurtiya malbatê, dewlemendî û mêvaperweriya wan, xelkê bajar, malî û pismaman tev jê re digotin: ´Kalê Zal...´ Gotina ´Kal´ leqeba mezinayiya wî bû. Ji jîrekî û aqilbûna Apê Gêwê re jî digotin: ´Apê Gêwê...´ Kalê Zal û Apê Gêwê li pişta bajar, li binê çiya, li ser girekî dor daristanî qesrekî mezin, çendik û çend wetaq, çar eywanê debdebe, di her eywanekê de heft stûn, ava kiribûn û bi hev re rûdiniştin... Ewleyiya bajar di binê perê wan de bû... Şeva ku mêvanekî an mêvanên wan tune bûna, tune bû... Ku mêvanên wan tune bûna, ew şev xewa wan nedihatin... Bi hev re bûn, biçûna şer û cengan biserketî bûn, biçûna nêçîrê, dîsa biserketî bûn... Seyisê hespên wan, xûlamên wan, qerwaşê jinên wan û baxçevanên wan hebûn... Di baxçeyê wan de her tewir fêkî û li ser darên fêkiyan çend cûre sewalên ser daran û firendeyên rengîn, ji şalûl û bilbilan bigre heya bi kewên gozel û qumriyên evînperest hebûn. Di nava daristanê dora qesrê û baxçeyên wan de, sewal û firendekuştinî qedexe bû. Navê wê daritanê, ´Daritana Serbestî´ û yê baxçe jî, ´Baxçeyê Gulabî´ bû. Hemî tiştên wan hebûn, lê zarûkên wan tune bûn. Mihînên wan jî xwîşkên hev û ew jî nedizan, ber nedigirtin. Tevî her sal payizê dikişandin jî, ber nedigirt, her du jî stewr bûn.
Xulamê wan ê sereke, pismamê wan û navê wî Emro bû.


Xelkê bajar jî û yê dor û berê herêmê jî digotin:
`Kalê Zal û apê Gêwê ocaxkor in…`
Rojek ji rojan Kalekî Rîspî tê dibe mêvanê Kal Zal û Apê Gêwê. Rîspiyê biyanî, dinêre zarûk di nava wê qesra debdebe de tune ne. Ewil ji xwe re dibêje: ´Qey çûne derve nava zarûkan...´ Lê dema şîvê jî zarûk tune ne. Ji miraqn dipirse:
´´Hûn çiyên hev in?´´
Apê Gêwê dibêje:
´´Em pismamê hev in.´´
´´Qey zarûkên we tune ne?´´
Ew jî dibêje, hal û hewal wisa wisa…
´´Bû çendik û çend salin em zewicî ne, zarûk ji mer e çênabin... Du mihînên me yên seglawî hene, ew jî stewr in, ber nagrin...´´


Kalê Rîspî ji tûrê xwe du sêvan derdixe, yekî dide Kalê Zal û ya din jî dide Apê Gêwê. Ji wan re dibêje:
´´Hûnê van sêvan biqeşirînin, toyên wan bidin mihînên xwe, navika wan jî hûnê felq bikin, nîvî hûn û nîvî jî jinên we, hûnê bixwin. Dê ji we re zarûk, ji mihînên we re jî canî çê bibin… Lê gere hûn nav bi zarûkan ve daneyînin! Heya ez têm...´´



Sibetirê piştî taştê, Kalê Rîspî xatir ji wan dixwaze û diçe.


Sal û meh, hefte û roj derbas dibin. Zarûk gir dibin. Kurê Kalê Zal xort û bi hêz e, yê Apê Gêwê jîr, lewend û xwarziyê Kalê Zal e. Di xurtiyê de li xalê xwe, di zîrekiyê de li bavê xwe çuye. Caniyên hespan jî bûne du estorên hedhedî, ji tovê serhedî...


Dema her du kur ji bona lîstikê diçin nava zarûkan, zarûk bi bê naviya wan tinaz û papiza xwe dikin, dibêjin: ´Bav û dayikên wan, nizanin navan bi wan ve deynin... Nav nayên bîra wan...´ Wan piçûk dixînin, malbatên wan nezan û kovî dibînin. Ji wan re: ´Bê nav` dibêjin. Lê qirfwarî... Pêre jî dikenin... Ew jî rojê serê yekî, roja din milê yakî, ya din çaqa yekî din dişkînin. Dema êvarê tên mal, dê û bavên zarûkên birîndar tên ber derê Apê Gêwê û Kalê Zal, gilî û gazinên xwe bi dê û bavê wan de dikin...


Apê Gêwê û kurê Samsiwar Kalê Zal li zarûkan şîretan dikin, qwêtiyan dibêjin, lê tewş e... Zarûk dîsa fena xwe dikin û rojtira din, dîsa êvarê li pêş deriyê wan gengaş, qayiş e... Erza wan dibin, li wan didin, tewş e. Dikin nakin, her êvar li ber derê wan, qîrîn û qelebalix, gazin û gilî ne. Wisa rojekî tê, êdî Apê Gêwê û Kalê Zal jî bi wan nikarin… Heta li qada bajar, li bav, ap, xal û pismamê zarûkên mexdûr jî didin. Xwedê xurtiyekî daye wan ku ji xurtiyan dere ye...
Rojekî mezinên bajar dibêjin: ` Hemî şer û pevçûn, lihevdan ji ruyê navên van kurikan çê dibin. Em ê navan bi wan ve deynin…` Rê li ber wan namînin. Apê Gêwê û Kalê Zal jî ji bêçaretiyê dipejirînin. Radibin dibêjin:
´´Em ê bi merasimekê navan bi wan ve deynin.´´
Apê Gêwê û Kalê Zal, ji temamê bajarê Eynehîrê re şekir dişînin, rojê nîşan dikin, wê rojê goşt û birinc hazir dikin, nişteciyên bajar yên vexwendî tên merasimê. Li diyarê banê Qesrê sifreyekê amade dikin, avrî ji reben û sêwiyan re dimîne... Xwarina xwe dixwin, dema civat radibe, her yek navekî ji Apê Gêwê û Kalê Zal re dibêje. Di dawiyê de, apê Gêwê, Kalê ku sêv dabûn wan di nava xwendiyan de dibîne û nas dike. Dinêre ku ew Rîsipiyê sêv dabûn wan, di nava civatê de ye. Gava Kalo seh dike ku Apê Gêwê ew dît, tê cem Kalê Zal û jê re dibêje:


´´Bila navê kurê te Ristem û yê xwarziyê te jî Bêjem be!´´
Ew roj temamê nişteciyên bajar, navê Ristem û Bêjem fêr dibin. Lê, bi danînan navan jî bajarî ji ber destê wan nafilitin. Zarûk çawa hîn bûne, wisa jî dajo…
Rojekî heyeta bajar li hev dihêwire û di civînê de dibêjin:
´´Em bîstê nîsanê, Roja Gamêşqiranê temamê niştevanên bajar bibin çolê nêçîrê. Em ê Ristem û Bêjem bi pûştî li nîvê Boxaza Qewsikê, yekî li milê çepê li ber wê dara qaçê, yê din jî li milê rastê li ber wê kevira gelme deynin... Divê her du jî sobe (destvala) bin… Em ê herin jor û bi hurehurê ji çol û yabanan lawiran, gamêşên tirrxesîn bi ser wan de bişînin... Di nava wan lawiran de berazên manqij, hirçên zirto û gurên har hene… Dê beraz û dirende wan perçeperçe bikin… Em û zarûkên me ji wan bifilitin…´´
Wele Roja Gamêşqiranê roja nêçîrê îlan dikin, ew roj bi temamê bajariyan diçin nêçîrê. Ristem û Bêjem di Boxaza Qewsikê de sobe datînin, diçin ji çiya lawir û koviyan bi ser wan de dişînin… Berya lawir bigihîjin wan, Ristem û Bêjem destvala di nava Boxaz de, Bêjem ji Ristem re dibêje: `Em wisa destvala bin nabe… Sewalên dirende dê me bikujin. Wan jî tiştekî ji me re negotin… Nehsiyek, xasûgiyek tê heye…` Ristem radihîje dareke melayirê, Bêjem jî radihîje dareke bitmayê, ji qurm heldiqitînin. Diterişînin, qet dikin, nîvî dikin çovên Badikanî, qetê din jî dikin mertal... Di nîvê Boxaza Qewsikê de, Ristem li milê çepê, Bêjim li milê rastê di pawaniyê de...


Bêjem ji Ristem re dibêje:
´´Sewalên ne dirende, yên çêrê, fena xezal, pezkovî, kiroşk, pilûr, fîl û gergedan, ga û gamêçên kovî û sewalên qels nekuje, gune ne. Yê dirende û talûke ku te dît êrişê tîne ser te, bilî ku irqê wan, qir bikî, nebexşîne, li textika enî bide, bikuje. Lê qarişê çêlik û gudikên wan nebe...´´
Ritem jî dibêje:
´´Ez zanim meriv sewalên sawa, çewrik û gudikan nakuje. Nayê bîra te, dema meta min ji me re çîrok dibêje, dibêje: ´Meriv sewalê mê, yên diçêrin, kar û sawa nakuje. Tenê payizê meriv kare nêçîra ajalên nêr bike...´´


Çi dehbe, lawir, sewal û dirende hene, ji ber hurûhurû, qelebalix û dengên bajariyan ji şikeft, kun û şikêrên xwe derdikevin û fena şepe (aşît) bi ser wan de dişehitin nava Boxaza Qewsikê. Sewalan bi bayê bezê bi ser Ristam û Bêjem de dihatin... Ewqas dehbe ji ku derketin, wan jî seh nekirin, fena pelan (volqan) ji diyarê çiya biherişe, ji neqeb û hesuyan bi ser wan de ajalên kovî dihatin. Bilî wî boxazî jî derbasok û neqeb tune bûn ew lawir derbas bibin…


Ewil qefleyekî çeqel fena cewrikên Harût û Marût, çeqelên goran, dikevin tirban dixwin cendekê miriyan, bi bayê bezê jor de tehisîn. Bi pergala xweparastinê dihatin... Zêde kovî ne, ku firsendê bibînin, dirantûjê devgenî ne. Diranên wan jehrî ne, kî kez bikin har (qudûz) dibe... Lê gava dîtin di neqeb de du leheng hene, bi qesta êrişker ajotin ser wan... Ji bona çeqelan Bêjem û Ristem dibûn xurînî... Lê çeqelan nedizanî ku ew ji sîlsîleya Mala zalê ne, heft bavên wan deng deranîne, pirêze li pey wan hene, ji pevçûnê re amade ne... Wele weşandin çeqelên êrişker. Her cara ku Ristem çova melayirî diweşîne, şeş, bêjem pênc çeqel anjiyan dikirin... Yê hinan çovên Badikanî li serê wan diketin, mêjî difirî, di cî de can didan, yê hinên din li çaq û stuyê wan diketin seqet diman... Tenê heft cewrikên çeqelan derbas bûn bi kotekan... Dûv xistibûn qûna xwe, fena qaçaxçiyê leşker li dû...


Piştî çeqelan, zûrveyeke gurên sibatê, bi qanûna nêçîrê, xweparastinê dihatên. Yazdehên wan Ristem û heştên wan jî Bêjem dan erdê. Dêlegurek û çar cewrikên wê yên yeksalî hîştin û yên din dan erdê. Ji yên li erdê, tenê yek sê çaqên wî şikandî, bi çaqeke di newala nava Boxazê de dirêjbuyî û birîndar dinalî... Ristem ji Bêjem re got: ´Nêzî te ye, yekê lê de bikuje, bila ecrê nekşîne...´


Di pey guran re, pênc pilingên xwediyê sê cewrikan fena bayê babelîskê ketin alima çovên wan. Heke Bêjem çovê li her du çaqên wî yên pêşî nede û neşkîne, Ristem jî li çapa devê wî nede û diranan di dev de nepelixîne, dê Bêjem bibeliîne. Lê firsend nedan, lawirê hût wisa şewşibî li binê latekî qirase ket, hay ji xwe nema. Her pênc piling, nêr û mê kuştin, her sê cewrik, Ristem ji Bêjem re got: ´Wan nekuje, bila derbas bibin.´


Piştî pilingan, malbateke şêran, her yek fena dêwan, bûjiyê stuyê wan fena stiriiyê tîravêjan... Lê şepal bê bûjî û zêde bedew bûn... Bê enik û bê cewrik bi hev re ketin neqeba wan... Şepaleke û şêrekî tenê hîştin ji bona ocaxkor nemînin li çolan...


Di pey şêran re, ebûrê berazan, di nav de pênc gudikên wan. Mahû li pêşî, berajê manqij pawanê wan... Berazên diran tûj li pey wan, her du diranên devê wan, nêzî diranên fîlan, derb navêtin gudikan... Di derba ewil çova Ristem doqa mahuyê maçî kir û da nava newalê hafa guran û şêran, Bêjem li her du diranên manqij dabû, xwîn ji dev diherikî fena laserê çeman...  Êrişker nehîştin ji qefleyê berazan...
Garanekî gamêşên kovî, koçên wan  dirêj, qasê dûvê rovî. Her yek qasê gamasiyê li nava ava deryaya dibezî. Gava gamêşên kovî çav bi çovê destê Ristem û Bêjem ketin, di cî de ketin pergala leşkerî, nalik û sakên salê dan nava çembera artêşî û bi aliyê Ristem û Bêjem de hatin. Her qiloçekî wan fena şûrên Milikî, xincerên Sêdeqnî... Serê qiloîên wan tûj, fena serê tîrên nêçîrê yên Melekanî... Ristem ji Bêjem re got: ´Sakan nekuje, lê tore û madagen bide textika enî... Em ê bi qoçên wan ava bikin koşkeke ji qiloçên gakovî... Heya dawî li garana gamêşan anîn, destên wan qusiyan, peqik ketin gurçikên tilî...


Ateyeke gergedanan bi gurrekanî, nikaribûn xwe tapêl bikin, bi halan û holan, ji xarê, pêş xwe nedidî, himdik dima ku li hev biqelibin, godikên wan di binê piyên wan de bimînin anjiyan.... Qoçê ser lêvên wan fena xincerên botan. Ristem û Bêjem tenê çar nalgêr û vîştgêra hîştin, ji bona çiya babgûriz nemîne ji koviyên nesla gergedan...


Dor hatibû fîlan, eşîreke ji sê beran, li pey hev, ji eşîrên federasyona Lûlan, gudikên qicik xistibûn nava xwe dihatin giran, guhên wan ji hev vebûbûn fena qetekên çiyan, ji wê beza wana rewan, xortomê bi wan bûbûn fena tîrên li xezîneya kevan... Hîn ji dûr Ristem got: ´Em xwe bidin alî ji ber qefleya wan, sermezinê famane, bila bibihurin hêsan...´ Bêjem gor: ´Na em bikujin mezinan ji bona diranên wan, pê ava bikin qesreke ji hestiyan...´ Hîn bi hev re biryar nedabû, hindik mabû fîlên kovî ji hêrsan, Ristem û Bêjem bihêlin li nava piyan, lê şervanan ew firsend nedan koviyên temtêlgiran. Pîr û tirtireyê fîlan, bi zimanê xwe dabû ferman, leşkerên wî êriş kirin ser pawanan, Ristem û Bêjem ji bêmecaliyê, ji tirsa can û giyan, nîvî kuştin, nîvî hîştin ji bona xet û xemla mêrg û çolan, nîşana sîlsîleya wan...


Di pey eşîra fîlan, heft şîp, qasê wan tîravêj, du qatê tîravêjan kûze, nîvê tîravêjan kurbeşik, heft keftarên nû ji şikêra xwe derketî û qerimandî, fena kîskê xesandî, nedikerîn pir bazdin û malbatekî jî werşeqan şehitîn nava newala terman, ketin berangeya çovên wan, şîpekî ji nava wan heftan, xwe çengê Bêjem kir, heke Ristem zû tevnegeriya û li şatika stû nedaya, dê Bêjem perçeperçe bikira li qada meydan... Diranên wê fena bismarê solên hespan... Loma jî şîp nehîştin, her heft jî kuştin miriyê wan dan kêleka cendekên qurbanan... Bi ya Ristem buya, dê du tîravêj bihîştana, Bêjem got: ´Vana mezitirîn ji azbeta jûjiyan, jûjî hene, çi hacet bi van lawiran? Stiriyên ser pişta wan fena diriyan... Vana nemînin jî dibe...´ Loma ew jî giş dan ber mertalan... Werşeqan diranên xwe nîşan didan, lê ew diranê tûj li ber darê Ristem dibûn mêvan, ji dev diweşiyan nava axa wan deran.


Bi wê zarûtiyê jî, darweşandina Ristam fena şêwekarekî perwerdedîtî li medreseyên şeran û cengan... Pirrê derbên xwe li textika eniyên lawiran didan. Wisa li wan didan ku sewal nikaribûn biperpitin li newala kuşyiyan... Tenê firindeyên bi ser wan de difirin, ji ber wan difilitin, yê bezê, bê destûr nedifilitî ji ber desên wan...
Dema bajarî jor de hatin, dêna xwe danê, haylooo, çi bibînin… Yekê enîdoq ji nava wan, bi awayekê heyirî got: ´Errrrik, vana sewal nehîştin li çolan... Hey hewr ji ber destên wan... Em ê çi xwelî li serê xwe kin, çawa bifilitin ji ber destên wan?´ Ristem û Bêjem gamêşên kovî di şîşên qirase re kirine, dane ser agirê daran, pirangekî çêkirine ku goştê gayên pîr jî pê disoje li tifikên çiyan...


Bajariyan dîtin ku zûzû nikarin bifilitin ji wan. Mezinên wan ji hev re gotin: `Em ê zinaran bi ser wan de biherişînin, bibêjin çiya hejiya, ew di binî de man...´ Gişan xurtiya xwe kirin yek û bi hev re xwe dan zinar ku bi ser wan de biqelibînin, Ristem pişta xwe daye zinar û goştê sotî dibeliîne li pêş kuçika daran… Pişta wî bi zinar ve, ji Bêjem re dibêje: `Fena ev zinar bileqe jor de were xwar…´ Pişta xwe pê ve dijdîne… Ji bona pişta xwe bi zinar ve dijdîne, yê  hinekan ji zoran çavên wan zo derdikevin ji kulîna çavan, yê hinekan pişta wan dişkê û yê hinekên din jî mil û çaqên wan... Bajariyên me dinêrin tewş e, hemî hewldanên wan fewt diçin, dev ji wan berdidin û mecbûr diçin rûdinin li eywanan, xwe didin kêleka jinan…


Ristem û Bêjem jî demekê li çolê man, çêkirin prang ji agirê darên qaçan, sotin hêtên gamêşên salan... Bêjiem ji Ristem re got: ´Piştî birize goştê van sewalan, baran lêke, tav lêde, qaqot û hestî spî bin bi salan, em ê koşkekî çêkin ji qoç û diranên wan...´


Heya bajariyên cîran sewalên xwe dixin nava mêrgên wan….

Kalê Zal û Apê Gêwê

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org