Înkara Kurdistan û helwesta Kurdan ~ HAWARNET Nêrîn

8/22/11

Dewleta tirk ya kemalîst, li ser axa welatên Rûm, Kurd, Ermenî û Lazan ava bûye.
 
XIDIR ÛSO

Hawar Net
23 Tebax, 2011 Weşandin: 0632 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
    
 

Vê dewletê, piştî radestî û belavbûna dewleta Osmanî, li ser navê nîjada tirk, van welatana bi rêya leşkerî ji nû de dagîr kirîye, îlhaqa xwe ya sîyasî û aborî pêk anîye. Di her warê jîyanê de hebûn û mafê van gelan înkar kirîye û bi qanûnên ku di meclîsa xwe de pejirandine jî qedexe kirine.

 Her gelê ku li hember vê bişaftin û tunekirinê serî hildabe jî, bi sîstematîk hatine zîndankirin, îşkencekirin, nefîkirin û kuştin. Piştî kesên ku serî hildin li meydanê nehîştine û yên mayî çavtirsandî kirin, bi çavsorîyek nedîtî, dest bi qedexe, asîmîlasyon û dezenformasyonê kirin! Ji gelên ku bi hezar salan li ser axa xwe dijîn, xwedîyê dîrok, çand, ziman û kevneşopîyên taybet û kevnar in re gotin hûn tirk in û ev welat jî tirkîye ye.

Lê ya bi rastî wek ku ew jî dibêjin, tirk wek Turkmen û Selçûkîyan, ev li dor hezar salîye ku hatine herêma Rojhilatanavîn. Ji dema hatin Rojilatanavîn û vir de, ji çand û zimanê wan yê ji Asyanavîn bi xwe re anîn, hema bêje tu tiştek nemaye, bi bingehîn pêşî yê Kurd, Faris û Ereban, pişt re jî çiqas gelên ku xistin bindestê xwe tev aborîya wan, hemû hêjayîyên wan yên dîrokî û çandî jî talan kirin.

Ji bo ku bi Peymana Lozanê, gelên Rûm û Ermenî wek fileh, gelhûr qebûl kirin, hebûna wan û zimanê wan qanûnen qedexe nekirin, lê yê Kurdan, Ereb û Lazan Qedexe kirin. Anatolîya Rûman, wek “Anadolu” bi nav kirin û tirkî wek herêmên “Andolu”yê bi nav kirin. Ji Kurdistanê jî re gotin herêma “Doğuanadolu” û “Güneydoğuanadolu”yê. Di navbêna parçeyên Kurdisatanê yê di bin nîrê Tirkî û yên di bin nîrê Sûrî, Iraq û Îran de jî qereqol, têldirk, mayin û barûyên leşkeran danî. Gotin li ser rûyê vê dunyayê ne bi navê Kurd gelek an neteweyek hey e û ne jî bi navê Kurdistanê warek an welatek hey e. Loma çi tiştê ku bi hebûna Kurd û Kurdisatanê ve girêdayî tevde qedexe kirin. Li tirkî bi şaşî be jî ji devê mirovekî gotina Kurd û Kurdistan dernakeve, kî bi kar bîne jî ew li hemer hebûna tirkî û qanûnên wê sûcekî li hember dewlet û milet û qanûnûnîyeta tirkî dike: Lewra wê gavê bêqanûnîyeta hebûna dewleta tirk dertê meydanê. Dewleta zordar û mêtinkar, vê helwesta çavsorî, ji xwe re kirîye prensîbekî man û nemanê.

Heta ji bo ku wezîra derve ya Emrîka Condoleezza Rice, gotina Kurdîstan bi kar anîbû, rojnamevanên tirk, jê pirsîn û gotin; “Devê te lê şaş bû, yan te bi zanîn gotina Kurdistan bi kar anî!” Helbet tirk zanin ji bo çi wê gotina bi kar anîye. Armanca wan ku berpirsên Emrîka carek din gotinek werê bi kar neynin. Ji bo xatirê tirkîyê, dunya û alem, heta ku mimkun be kesek gotina Kurd û Kurdistan bi kar nayne. Ger li kîdera dunyayê endamê dewletekê an neteweyekê gotina Kurdistan bi kar bîne, dewleta tirk, li hember xwe mîna neyartîyekê şîrove dike û wê helwestê sebeba terorê û mîna mudaxeleyek nav xwe dibîne.

Gava ku ez dibêjim tirk, grûb an partîyên wan yên çep û rast jî hema hema di her warî de di bin bandora dewleta xwe de sîyasetê dikin û xwedî helwest in. Wek mînak, gava dibêjin pirsgirêka Rojhilatanavîn, yekser û bi tenê pirsgirêka Filistîn qest dikin. Ew jî ji Başûrê Kurdistanê re dibêjin; “Bakurê Iraqê”, an ji Bakurê Kurdistanê re dibêjin; “Başûrê Anatolya” û “Başûrêrojhilatê Anatolya”. Avakirina Kurdistanek federal yan serbixwe, neyartiya bi dîn, îdeolojî û armancên xwe re dibînin.

Ev dewleta tirk, çep û rastê tirk li alîkî, partîyên Kurd yên xwe sipartine qanûnîyeta tirkî jî û wekîlê DTP jî, ez bala xwe didim wan bi gelemperî ji Kurdistan re dibêjin “Bakurê Iraqê”, “Başûrêrojhilat”. Mîna ku Kurdên me, bi gelemperî yên kurdbûna xwe kebûl dikin jî, mirovek ji wan bipirse ku Kurdê kîderê ye, dibên; “Em Kurdên tirkî, sûrî, Iraq yan Îran in(!)” Kurdên ku ji ber pirsgirêkên neteweya Kurd li dewletên Ewropa mafê penaberîyê bidest xistine, dîsa jî gava yek ji wan dipirse dibêjin; “Em ji tirkî, ji Sûrî, Iraqî yan Îranî ne(!)” Ev jî di encama sîyaseta van dewletan bi Kurdan hatîye pejirandin: Ger tu Kurd be jî, divê tu ne Kurdê Kurdistanê be; yanî ne Kurdê xwe be, yên van dewletan be. Ji bo ku tu tucarî nebe xwedîyê ramanek ku bibe xwedîyê welatê xwe û dewletek Kurd. Ya rastî inkar, qedexe, bişaftin û dezenformasyona dewletên mêtinkar di nava mejî û di kûrahîya zanîna mirovên Kurd de bi cîh bûye! Ev jî ji bo civata Kurd trajedî û jenosîdek çandî û civatî ye. Divê komele, rêxistin û partîyên Kurd bi giranîya vê berpirsîyarîyê tevbigerin, xwedî helwest û prensîbên neteweyî yên rewa bin.


Di vî warî de watinîyek giran dikeve ser milê Başûrê Kurdistanê: Bi taybetî divê bi rêya kanalên TV û radyoyên satelaytan ji bo gelê Kurd weşanên bi zanîn û zanînyarî bikin. Lewra giranîya nufûsa Kurd Kurmanc e, divê li gorî wê, kanalên ku giranîya weşana xwe bidin ser kurmancî û bi taybet alfabeya latînî bi kar bînin bên damezirandin. Başûrê Kurdistan di vî warî de çalak nebin, her sal bi sedan an bi hezaran Kurd asîmîle dibin û wenda dibin!

Înkara Kurdistan û helwesta Kurdan

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    1 şîrove:

    1. "Di navbêna parçeyên Kurdisatanê"(bi Tirkî:Kürditanın parçaları arasında).Navbêhn neqeba demî ye.Rastiya wê divê "navber" be...

      ReplyDelete

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org