Neteweyekî parçebûyî: Zor û zehmetiyên têkoşîna gelê kurd ~ HAWARNET Nêrîn

8/22/11

Di vê dema ku serhildana kurd careke din zindî dibe de, pirtûkeke bi navê Kurd û Kurdistan (1) derketîye û tevahîya dîroka gelê ku hejmara wî ji 17 mîlyon kesan zêdetir e tîne bîra me.
 
FORUMA HEVBEŞ

Hawar Net
22 Tebax, 2011 Weşandin: 1632 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
    
 

Qedera vî gelî ecêb e! Piranîya gelên ku di bin bandora Osmanîyan de bûn, pir zû mafê serxwebûna xwe bi dest xistin, lê belê ne vî gelî. Digel her tiştî, çawa ku Maxime Rodinson di nivîsa pêşîn ya berhemê de dibêje "Ha ji we re gelekî pir taybet, yê ku bi zimanê xwe ê zelal diaxive (..), yê ku li ser axeke yekpar dijî, yê ku bi çandeke xas hatîye mezinkirin, yê ku di nav xwe de tu carî asîmîlasyon qebûl nekirîye, yê ku bi hezaran caran tespît kirîye ku ew neteweyî ye û civakeke neteweyî ye"...Îro gelê kurd di nav çar dewletan de hatîye parçekirin, li Tirkîyeyê ew % 23.8, li Îranê %16, li Iraqê %28 û li Sûrîyeyê jî %11ê nifûsê pêk tîne.
Arşîva bîra Kurdan

Di vê hejmarê de jî me cardin ji arşîva Le Monde diplomatique du nivîsên Sélim Turquié ku di tebaxa 1977ê de hatine weşandin, hilbijartin û me xwest em pêşkêşî xwendevanên xwe bikin.

Nivîsek ji wan şîroveya du pirtûkan dike: Pirtûka ‘’Kurd û Kurdistan’’ ku ji aliyê zanayê kurd Îsmet Şerîf Vanlî ve hatiye nivîsandin û du cildên din ku di nav weşanên ‘’Gesellschaft für bedrohte Völker- (GfbV)’’ de hatibûne derxistin. Di hin cîldên pirtûkê de gotarên gelek nivîskarên din jî hene. Nivîskar, behsa Vanlî û Kendal Nezan dike ku li ser Kurd û Kurdistan bi nivîsên xwe yên balkêş beşdar bûne.

Nivîskar, pirtûkeke din a bi navê ‘’Iraqa Nû û Pirsgirêka Kurd’’ dide nasandin ku ew jî ji aliyê nûnêrê Iraqê yê UNESCOyê Aziz el-Hajj ve hatiye nivîsandin û li gor Turquié, helwêsta pirtûkê û helwêsta Baasî mîna hev in. Nivîskarê pirtûkê Aziz el-Hajj, bi xwe yek ji rayedarên Partiya Komunîst a Iraqê bûye. Pirtûk tevgera kurdan li Iraqê mîna hevkarên împeryalîzmê nîşan dide.

Nivîseke din ya Sélim Turquié jî, li ser peymana di nav Bexda û Tehranê de ye. Di vê nivîsê de Turquié balê dikşîne ser wehşeta dewleta Iraqê û dide xuyakirin ka çi qetlîam kirine, kurdan çawa sirgun kirine û mafên wan binpê kirine. Di vê demê de tevgera kurd têk çûye û tu serhildan û şer jî tuneye. Lê dîsa jî dewleta Baasî derfeta jiyanê nade kurdan û bi alikariya Îranê rê li ber wan digire, nefî û qetil dike.

Kurd û Kurdistan berhemeke hevbeş e, ji alîyê rewşenbîrên kurd ve hatîye nivîsîn. Ev koma rewşenbîran li ser dîrokê lêkolînê dike û rewşa heyî ya kêmneteweyan û herweha ya kêmneteweyên belavbûyî dinirxîne. Ligel nasname û zanabûna neteweyî ya van kêmneteweyan, xaleke wan a din ku hevbeş e jî; ew hemû xwedîyên rastîyekê ne ku ji alîyê gelên bindest ve hatine bindestkirin. Ev "dagirkerîya xizanan" ku li dijî wan tê bikaranîn, li gorî gotinên parêzerê kurd [Ismet Şerîf] Vanly, ji hemû dagirkerîyan xirabtir e. Ji ber ku ev dagirkerî weke "pirsgirêka hundirîn" ya van welatên cîhana sêyem hatîye bi nav kirin: sempatîya navneteweyî ya li dora pirsgirêka kurd heyî, di vê rewşê de zêde encameke baş bi dest naxe.

Çima gelo, digel giringîya hejmara xwe, kurdan nikaribû dewleteke serbixwe, weke hemû cîranên xwe, damezirînin? Nivîskarê kurd Kendal [Nezan] bersiveke baş dide vê pirsê û vê yekê bi nirxandina xwe ya derbareyê rewşa fîzîkî ya Kurdistanê ve girêdide –welatekî di nav çîyayan de tenê hatî hiştin, paşmayî û tu derîyên wî ên li ser behrê vebibe tune– û bi taybetî rewşa civakî (eşîrî) ya gelê kurd û her weha paşvemayîna wî ya îdeolojîk û safîya siyasî ya rêveberîya wî bûne sedem ku ew nikaribe ji xwe re dewleteke serbixwe ava bike. Ev rewşa wî bûye sedem ku pir hêz jê re xayîntîyê bikin, pişta xwe bidin wê û bibin amûrên ku hêzên serhildanên vî gelî werin pelçiqandin. Zexta ku li dijî vî gelî hatîye bi kar anîn pir dijwar bûye û xwîn rijandîye. Di navbera 1925 û 1938ê de yek mîlyon û nîv kurd li Tirkîyeyê hatine qetilkirin û koçberkirin. Li Îranê ev zext hêdî hatîye meşandin, lê belê asta wê dijwartir bûye. Di her alîyê de li dijî gelê kurd zexta rojane hatîye meşandin, di jîyana wî ya rojane de hertim koçberî hebûye û ew bûye hedefa siyasetên asîmîlekirina çandî û ya zimanî jî.

Pirtûk dîqeteke taybet dikişîne ser kurdên Iraqê û tevgerên berxwedanê ku ji sala 1961ê vir ve li vî welatî hatine dest pê kirine. Bandora şer ji dewlemendîya petrola Kurdistanê ye, ku parçeyê mezin ya petrola Iraqê ye û %53,6 hatina giştî ya dewletê ku ew jî ji %72 tîcareta derve ya welat, zêdetir e. Têkoşînê hin encam dane, ji ber ku kurd tenê li Iraqê weke "netewe" tên naskirin û li wê derê, di prensîpê de, mafê wan ê "otonomîyê" heye. Hebûna şer jî bi nasnekirina vê otonomîyê ve girêdayî ye -heman rastî îro jî heye- û kurd dixwazin ku ev otonomî li ser esasê "herêman" were naskirin. Wateya vî şerê dawî yê li gorî modela navneteweyî bû ku ji alîyê Kissinger ve dihate birêvebirin. Roja 6ê adara 1975ê, di hizûra serok Boumedieneyî de, Îran û Îraq hatibûn cem hev (C.I.A. di kûlîsan de baş kar kiribû) û wan têkçûna tevgera Mela [Mistefa] Barzanî îmze kiribûn. Careke din hate dîtin ku, dema pirsgirêka kêmneteweyan dibe mijara gotinê, nakokîyên di navbera rejîma "pêşketî" û ya "şûndemayî" de ji holê radibin û ew hêzên xwe dikin yek. Heman senaryo di demên bihurî de jî pêk hatibû, di sala 1932ê de, şahê Îranê alîkarîya xwe li ser kurdan birî û pişt re jî artêşa tirk ket nav axa Îranê daku kurdên berxwedêr bipelçiqîne. Weha jî bû, artêşa tirk gihîşt armanca xwe.

Pirtûkeke din, Îraqa Nû û Pirsgirêka Kurd (2), nêrîna rejîma Baasî ya li ser pirsgirêkê xuya dike. Nivîskarê wê, Aziz el-Hajj e, ew îro li UNESCOyê nûnerîya Îraqê dike û yek ji rayedarên Partîya Komûnîst a Îraqê ye. Heman partîyê dev ji armanca xwe ya pêşxistina têkoşînê berdabû û bi rejîmê re li hev kiribû, ji ber vê helwêsta xwe jî, li pêşberî girseyan rexne li xwe girtibû. Pirtûka wî, ya ku bi rengên marksîst hatîye nexşkirin, weke rastîyeke sîyaseta hikûmeta wî ye. Ew balê dikişîne ser helwêsta rêveberîya tevgera Barzanî û dibêje, di 11ê adara 1971ê de, dema ku biryara di derbareyê otonomîya Kurdistanê de dihate nîqaşkirin, vê tevgerê rola xwe baş nelîstîye û xwe daye kêleka emperyalîzmê û xwestîye careke din li dijî rejîma pêşketî ya Îraqê, ku di demeke kurt de nifta xwe girtîye bin kontrola xwe, şer bike. Eger bi rastî Barzanî hem bi Amerîkayê re û hem jî bi Îranê re hevkarî kiribe, gelê kurd bi buhayekî mezin cefayê ew kişandîye. Aziz el-Hajj nabêje ku herêma otonom tenê dike % 51ê axa Kurdistana Îraqê (ew li vê derê herêmên giring ên niftê di nav axa Kurdistana otonom de hesab nake). Tê zanîn ku biryara 11ê adara 1971ê, ya di derbareyê Kerkûkê de, tu car neketîye merîyetê û miqabilê wê, kurd ji wê herêmê hatine koçberkirin daku girseyên ereb werin li wê derê bi cih bibin. Li gorî Aziz el-Hajj, ev weke tedbîrekê hatîye girtin daku "bîyanî nikaribin derbasî nava Iraqê bibin".

Weha dîyar e ku careke din wê pirsgirêka kurd bibe mijara nîqaşan. Pirtûkên ku di van demên nêz de hatine weşandin, bi taybetî ya Kurd û Kurdistan, rewşê bi şêweyekî dîrokî dinirxînin û balê dikişînin ser pirsgirêkê. Lê belê, dema ku mirov kêmasîyên tevgera kurd, ên ku di demên nêz de hatine jîyîn, digire ber çavan, divê em cudahîyê bixin navbera daxwaza gel a ji bo serbixwebûnê û daxwaza rêveberîya sîyasî ya vê tevgerê. Digel her tiştî jî, bi rastî, divê êdî pirsgirêka kurd nebe haceteke şerê di navbera çê û xiraban de.
Piştî peymana di navbera Bexda û Tehranê de

Yekîtîya Xwendevanên Kur-distanê li Fransayê ji me re nameyeke dirêj î pir biwate şand û em jî diweşînin:


Hikûmeta yekem ya Partîya Ba´as, ku bingehê xwe ji darbeya leşkerî ya 8ê sibata 1963yê digire û ji alîyê general Hesen el Bekir ve dihate birêveberin - yê ku niha serokê dewletê, serokwezîr û her weha serleşkerê bilind û hwd. e – bûye qatilê bi kêmanî 3 hezar komunîstên îraqî, ku di nav wan de hemû endamên buroya siyasî û komîteya navendî jî hebûn. Em li ser mijarên wehşeta ku di dema kampanyaya li Kurdistanê hat meşandin de nasekinin, herweha ne li ser dardekirinên gelê cihû, ne li ser qurbanên ku di odeyên işkenceyên Qesr el Nihayayê (Qesra Dawîn), ne jî li ser cezayên ku li hin rayedarên payebilind ên Ba´asî (Hardane Takriti, Nazim Kazar û hwd.) ku nakokîyên wan bi rêveberên partîyê re hebûn, nasekinin. Ev hemû di rabirdûyê de man. Li vê derê em ê li ser rewşa nuha, bi taybetî jî li ser kiryarên ku di nav du salên bihurî de li Kurdistana Iraqê pêk hatine bisekinin.

Em dizanin ku di adara 1975ê de, piştî peymana ku di navbera şahê Îranê û Seddam Hisên (cîgirê serokê Iraqê) de pêk hat, ku wê demê serokatîya tevgera kurd jî ji hev ketibû, berxwedana leşkerî ya li Kurdistanê helîyabû. Ev rewşa hanê, ne encama 14 salên şerê di navbera tevgera kurd û dewleta Iraqê de bû. Lewra rayedarên îraqî ji vê rewşê sûd wergirtin daku herêmên kurdan, ên li ser sînorê Tirkîyeyê, Sûrîyeyê û Îranê, herweha deverên wekî Kerkûk û Xaneqînê, ku petrol pir lê heye û ji bo kurdan stratejîk in, vala bikin û kurdên li wan deran ji cihên wan rakin. Derbareyê hejmara kesên ku hatine koçberkirin cur be cur nêrîn hene, li gor hin nêrînan hejmara wan di navbera 200 û 500 hezaran de ye.

Girseyên ku hatine koçberkirin, di kampên çola Diwanîya û Nassirîyeyê de, kom bi kom hatine bicihkirin û li wan deran, bi darê zorê kar bi wan tên kirin. Li gor wezîrê ragihandinê Tariq ´Ezîz, kurdên ku hatine koçberkirin "li dijî gelê Iraqê û li dijî serxwebûna dewleta Iraqê sûcekî mezin kirine, lewra divê ew cezayê xwe bikişînin" (Financial Times, 14 tîrmeh 1975).
Di vê demê de, hejmara kesên ku têne koçberkirin ewqas zêde bûye ku kampên berê têrê nakin, lewra rayedarên îraqî, yek li herêma El-Rifaîyê, ya din jî li herêma Souq-El-Coukhê, ku nêzîkî Nassirîyeyê, 2 kampên din çêkirine.

Koçberkirina sîstematîk ya kurdan bûye sedem ku Kurdistana Îraqê vala bibe û lewra hikûmeta Bexdayê şûna wan li heman deveran eşîretên ´ereb, yên ji başûrê Îraqê û her weha yên ji Misrê bi cih dike. Şûna navên bi kurdî navine bi erebî li gund û bajarên kurdan têne kirin. Her weha, bajarê herî kevin yê kurdan Kerkûk êdî di zimanê fermî de weke El Ta´amin tê bi nav kirin. Bajarên din jî bi navên weke Haifa, Jaffa, El-Quds û hwd têne naskirin. Li her devereke Kurdistanê, cihên stratejîk weke wargehên kontrolkirina girseyan têne ava kirin.

Di nav du salên dawîyê de, bi sedan kes hatine dardekirin, lê belê tu kes nikare hejmareke giştî û rast bide. Li gor rapora salane ya Amnesty Internationalê ku derbareyê sala 1976ê hatîye nivîsandin, "Îraq yek ji welatên Rojhilata Navîn e ku herî pir mafên mirovan bin pê dike".

Di dawîya sala 1976ê de, termên 244 kurdên ji herêma Silêmanîyê, ku bûbûn qurbanên komkujîyekê, di nav asîdê de hatine helandin. Di hejmara 21ê sibata 1977ê ya Times a Londrayê de, hin agahî derbareyê vê komkujî û kiryara hovane de hatine weşandin. Roja 29ê kanûna 1976ê, piştî ku artêşa îraqî agahî digire ku komeke partîzanên kurd hatine gundê Şarestenê, leşker bi ser heman gundî de digirin û bi bahaneya ku gundî alîkarîya partîzanan dikin, li wê derê qasî 100 sivîlan dikujin. Di nav kesên ku hatî kuştin de nêzîkî 30 xwendevanên dibistanê, ên di navbera 6-14 salî de jî hene.

Di sibata bihurî de, vê carê civaka şi´î –ku li Îraqê xwedîya hejmara herî zêde ye- li dijî cezayên dardekirinê û cefayê ku ji ber bawermendîya xwe dikişîne, rabû ser xwe. Di dema van serhildanan de êrişî gelek qereqolên polîsan hatin kirin, pir bînayên dewletê ji alîyê girseyê ve hatin hilweşandin. Ji ber van serhildanan, bi armanca dadgehkirina şi´îyan, dadgeheke taybet hat çêkirin, ku serokatîya wê ji alîyê 3 endamên Konseya Birêvebirina Îraqê û her weha rêveberîya Herêmî pêk dihat. Hukmê dadgehê bû 8 cezayên dardekirinê û 15 cezayên muebedê. Ev biryara dadgehê ji alîyê rêveberên Bexdayê ve kêm hate dîtin û ji ber vê sedemê wan hevalên xwe ên Konseya Birêvebirina Îraqê li dijî şoreşê wekî sûcdar tawanbar kirin.

Mînakeke din derbareyê van kiryarên komkujîyan: di navbera 11ê adar û 4ê nîsana bihurî de, 39 kurd hatine dardekirin. Piştî biryareke bilez, roja 11ê adarê, dadgeha Mûsilê cezayê îdamê da 6 kurdên helebceyî û ew di heman rojê de hatin dardekirin. Piştî deh rojan, roja cejna neteweyî ya kurdan, 15 kurd li Silêmanîyê hatin dardekirin, bêyî ku tawanbarîya –Tenzîmkirina Tevgera Terorîst – li ser wan bê îsbat kirin. Roja 1ê nîsanê, 8 Kurd, ku di nav wan de zarokekî 12 salî û her weha jinek jî hebû, bi gunehkarîya ku alîkarîya partîzanan kirine, hatin dardekirin. Roja 4ê nîsanê, dadgeheke Kerkûkê cezayê mûebedê da 10 ciwanên kurd. Ev ciwanên han bi "amadekarîyên ji bo kuştina walîyê Silêmanîyê" hatibûn tawanbar kirin. Ev walî dijî û tiştek jî pê nehatîye. Ji ber ku dadgehê nikaribû sûcê van ciwanan tesbît bike, ew bi "fikirandina di derbareyê terorîzmê de" hatin tawanbar kirin û darde kirin.
Li vê derê em dixwazin dawîyê li rêzkirina bûyeran bînin. Eger hikûmeta Bexdayê van kiryaran înkar bike, em ji wê dixwazin ku ew rê bide delegasyonên Neteweyên Yekbûyî, Amnesty International û her weha ya Federasyona Navneteweyî ya Mafên Mirovan daku li Îraqê û li Kurdistana Îraqê bigerin. Ji alîyê xwe ve, em dibêjin ku, eger seredanên delegasyonên van sazîyan pêk werin, em dikarin hemû agahîyên xwe ji wan re aşkere bikin daku li ber raya giştî ya cihanê, qedrê gelê kurd bê zanîn.
Her weha li vê çavkanîyê jî binêrin: Fîksîyona Xweserîya li Kurdistana Iraqê.
Çavkanî:

Sélim Turquié: Rojnamevan û romannivîsê lubnanî

Wergera ji fransî: Ahmet Dere

Le monde Kurdî

Neteweyekî parçebûyî: Zor û zehmetiyên têkoşîna gelê kurd

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org