Rolê kurdan di şoreşa Sûriyayê da ne berçave ~ HAWARNET Nêrîn

8/22/11

Miletê Sûriyayê yê ereb pêdiviyeka mezin bi miletê kurd heye ji bo piştevanîkirina wan di vê şoreşê da, lewa êkrêziya partên kurdî di vî demî.
 
ÎLYAS NERWÊYÎ

Hawar Net
22 Tebax, 2011 Weşandin: 2356 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
    
 

Berdewamiya wan şoreşên li rojhelata naverast û bi taybetî li welatên erebî û xewna miletê kurd, gorankarî di beradewamin dijî desthelatên takrew û zulim zoriyê û birs û xweveşartinê, herçend gule û firoke û tank bo bersîngirtina xwenîşanderan dihêne bi kar înan û bi hezaran kuştîne û bi hezaran hatîne zîndankirin, lê van miletan biryar da di wî çiwarçûveyî da nejîn, ewê sîstemên împiryalî û serkirdeyên wan dikêşin.

Weku ya diyar encamê şoreşên Tunisê û Mîsrê ladana (Zeyin Alabdîn BinElî) û (Mihemed Husnî Mobark) ?y bû, herwesa Lîbiyayê û Yemenê û Sûriyayê jî di rê dane. Welatê Sûryayê ku pêkdihêt ji (kurd û ereb û ermen û elewî û mesîhî) ?ciyan û li dûv amareya dezgehê hewalgîriya Emrîkayê li 2006 ê ku kurd nêzîkî 18% ji sercemê 18 . 881 . 361 ku dibine nêzîkî 4 milyon kesan li welatê Sûriyayê ku pitiriya wan akincîne li bakûrê vî welatî, bi taybetî li Qamişloyê û Efrînê û Hesekê û Dêrkê û Kobanê û gelekên dî berbelav bûne û piraniya wan dihêne nasîn weku biyanî di vî welatî da, anku di bê nasnamene ku mafê welatîbûnê bi wan nehatiyedan ji layê rijêma Sûriyayê ve.

Li 15 adara 2011 genc û hejarên vî welatî serhilda dijî siyaseta stemkarî û regez perêsî û tak hizbiya rijêma Sûriyayê, miletê me yê kurd li welatê Sûriyayê ku dihête niyasîn weku miletek zulim lêkirî û bêbehir ji kêmtirîn maf, ew jî mafê welatîbûnêye, taku niha rolê kurdan ne yê berçave di vê şoreşê da, yan jî dibêjin çu tiştek nekiriye ji bo vê şoreşê yan beramberî wê zolim û zoriya li wan hatiye kirin, taku niha divêt ev roje weku xewnekê bo wan bû, ji ber ku eva niha li wî welatî rûdidet şoreşeke bi hemû manaya xwe ve, ne bi tinê şoreşe dijî desthelatdarê vî welatî yan parta wî, belku şoreşeke dijî hemû hizir û bîrên şovînî û regezperêsiya wan dijî miletên ne ereb, pitir ji nîv sedî. Piştî her şoreşekê gorankaryên mezin dihênekirin di sîstemê hukimraniyê da, eger çend vekêşît, gorankarî anku destûrekê nû ji bo parastina mafê hemû neteweyên di vî welatî da dijîn, ji ber vê çendê, divêt miletê kurd rolekê berçav bigêrît hemberî vê şoreşê û êkrêziya xwe diyar biket ji bo bi destve înana mafên xwe yên kultûrî û rewşenbîrî û.... hwd, daku di paşerojê da anku piştî ji navbirina rijêma basa Sûriyayê careka dî weku niha ji mafên xwe bêbar nebin.

Herwesa di vî demê nazîk da, miletê Sûriyayê yê ereb pêdiviyeka mezin bi miletê kurd heye ji bo piştevanîkirina wan di vê şoreşê da, lewa êkrêziya partên kurdî di vî demî.

Rolê kurdan di şoreşa Sûriyayê da ne berçave

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org