Berxwedana azadiyê û parastina destkeftiyan ~ HAWARNET Nêrîn

9/4/11

Tevgera azadixwaza Kurdistanê careka din beramberê tehdît û metirsiyên ciddî ye
 
BAYRAM AYAZ

Hawar Net
05 Îlon, 2011 Weşandin: 0021 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
    
 

Armanca me ji vê hevokê, ne telaliya tirs û xofê ye. Na… Kesê ku tenê dahula hawarê lêde û propagandaya tirsê bike, dikare carna bi nezanî bibe sedemê belavkirina newêriyê di nav gel de û manewiyeta xelkê bișkîne. Eger ev șașîtî çêbe, wê demê mirov bêhemdê xwe xizmeta propaganda psikolojîk ya dijminên xwe dike. Bi taybetî vê kêliyê her Kurd û Kurdistaniyekî/a welatparêz hewce ye li vê pirsê șiyar be, newê leyistika dijminên Kurdan. Berxwedan ji bo azadiya miletê me û rizgariya welatê me mafeke me rewa û huqûqî ye. Berevajî, kî li dijî koletiyê, înkarê, asimilasyonê, binpêkirina mafê miletî dernekeve û berxwe nede, ew kes kêmxem e û çewtî dike.

Berxwedan ji bo azadiyê jiyan e û parastina destkeftiyên tevgera Kurdistanê li hemi parçeyan erkekî netewî ye. Helbet ev gotinên me divê newên wateya șerxwaziyê û pîjkirina tund û tujiyê jî. Na, em Kurd așitîxwaz in û șer û xwînrêjî ne ji berjewendiya me û xelkên cîran e. Ne șerxwazî, ne jî sertewandin. Bi vî zanînê divê em pirsgirêk û metirsiyên pêvejoyê û erkên xwe niștîmanî û netewî bi așkere binivîsin, binirxînin, kurt û kêmasiyên xwe, șașî û xeletiyan bi bîra hevdu bînin û hevdu serwext bikin. Kar û xebatên xwe ji bo azadiyê di çarçoveyeka stratejîk niștîmanî de bimeșînin.

Belê, em bi vê hizirê bahsa tehtîd û metirsiyên heyî dikin. Ev du sê meh in, tevgera Kurdistanê careka din li ser maseya șerxwazan e. Bêhtir tevgera çekdar û sivîl ya bakur û rojhilatê Kurdistanê li ser maseyê ye. Îran û Tirkiye Qendîl û deverên dorber kirine hedefa topbaran û bombebaranê. PKK û PJAKê ji xwe re dikin hincet. Helbet ev mijareke ciddî ya tevgera niștîmanî-netewî ya Kurdistanê ye. Divê çareseriyekî were dîtin, daku rewșa PKK û PJAKê li ser bașurê Kurdistanê nebe “serbarekî” giran ku metirsiyên mezintir li ser destkeftiyên miletê me derkeve hole. Divê em qenc bizanibin ku di dilê hemî rayedarên dewletên hawirdor û hêzên nîjadperest-șovenist yên Ereb û Faris û Tirk de armanca sereke têkbirina Dewleta federe ya bașurê Kurdistanê ye. Her wisa ji nuha ve pêșî lêgirtin û puç kirina tevgera binê xetê jî hedefeka wan ya sereke ye.

Belê vê kêliyê armanca dewletên cîran û hêzên șovenist ew e ku nehêlin Kurdên binê xetê li „Suriyeya nû“ statuyeka îdarî-dadwerî-siyasî bi dest bixin. Nuha, kar û îșê diplomasiya Tirkiyeyê ya sereke ev pirs e. Ka çawa bikin Kurd nebin șirîkekî serkevtî. Diplomasiya Tirk berê dixwest rejima Baas hin reforman çêbike, tevgera „Ixwanin Muslimîn“ û grupên din yên olî bike șirîkê xwe û sistemê reforme bike, lê yekîti û merkeziyeta sistemê jî werê parastin. Di vî hesabî de dervehêștina Kurdan hebû; an jî herî zêde bi hin mafên kesayetî weziyetê îdare bikin û nehêlin doza mafên kolektîf gelî biserkeve. Hesabê dewleta Tirk li Tirkiyeyê jî ev e. Naxwazin û nahêlin ku hebûna Kurdan wekî gelekî xweser were pesinandin. Vê yekê li Suriyê naxwazin, li Îranê naxwazin û li Tirkiyeyê naxwazin. Ji van dewletan re buye derd û kulekî mezin ku Kurdan li Îraqê statûya îroyîn bi dest anîne. Li wê derê jî nahêlin ku pirsa Kerkûkê û deverên din çareser bibe, roleke xerabker dilîzin ku Iraq û Kurdistan pirsên xwe heyî bi adîlane çareser bikin.

Di vê prosesê de ji me Kurdan re yek riyekî dimîne: Bi aqilmendî berxwe bidin û destkeftiyên xwe biparêzin. Ji bo vê yekê jî berî her tiștî pêwiste Kurd hay ji hevdu hebin, barê hevdu giran nekin. Tirk û Îranî û Erebên șovenistên Bexda û Șamê di xewnê xwe de keyfa șerê birakujiyê dikin. Ev xweziyên wan divê di gewriya wan de bimîne.
Vê demê gelekî girîng e ku em goh bidine gotin û gilehiyên Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, evê ku di her fersendê de dibêje: „Bila kes ne li bendê be, li ser vê axê êdî șerê xwekujiyê naqewime“. Divê tevgerên Kurdistanê destê xwediyê van gotinan xurt bikin.

Berxwedana azadiyê û parastina destkeftiyan

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org