04 Îlon, 2011 Weşandin: 1345 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
Di ser wê rojê re 27 sal derbas bûn. 27 salan gelek guherîn bi xwe re anîn. Guherînên siyasî, çandî, zayarî û civakî pêk hatin. Ez dixwazim bêhtir li ser rewşa Êzîdiyan a beriya dest pêka 15`ê Tebaxê û piştî wê binirxînim.
Beriya 15’ê Tebaxê me nedixwest kes bizanibe ku em Kurd in. Me herdem Kurdbûna xwe vedişart. Em kesên Êzîdî di ser de me nasnameya xwe ya olî vedişart. Me nedixwest kes bizanibe ku em Êzîdî ne. Hezar belayên bihatana serê me hebûn.
Eger em bêjin neyaran wisa dikir an jî em bêjin ji nezanî ferq nake, cîh ji me re li tu deverê nebû. Dev ji neyaran berde, em di nava Kurdên misilman de jî nedihatin qebûlkirin. Her çiqas em ji yek netewê bûn jî, lê ola me pirsgirêkek gelekî mezin bû.
Nanê me nedixwarin, heram bû. Qetla me helal bû! Çûna bajaran li me qedexe bû. Lê bi 15`ê Tebaxê re guherîn ket nava civakê. Her ku guherîn ket nava civaka me Êzîdiyan jî bêhtir di nava şoreşe de cîhê xwe girt. Ji ber ku şoreşê bandora xwe ya pozîtîf herî zêde li me dikir.
Îro weke Êzîdî em li hemû deverên welêt bi serbilindî dibêjin: Ez Êzîdî me. Bi taybetî li bakurê Kurdistanê, li devera ku şoreşa zîhniyetê lê çêdibe. Cejnên me di televîzyonên van şoreşgeran de tên pîrozkirin. Li devera ku ev şoreşger bi hêz in, panêlan di derbarê ola me çêdikin û bahsa zilm û zora li ser me documenter, pûrtikê li ser me çêdikin û me didin naskirin.
Êdî gelek kes dibêjin: Yên li ser ola xwe ya esasî mane Êzîdî ne. Ev kes qedrê herî bilind didin me, ji ber ola me. Îro Platforma Olên Mezopotamya heye, ku armanca wê avakirina xweşbîniya di navbera olan de ye.
Yên destê xwe dirêjî mexdûrên komkujiya Şengalê kirin, kesên nêzî vê hereketê bûn. Yên bi çalakiyan li gelek bajarên Kurdistanê fermana li ser me şermezar kirin, mirovên vê tevgerê bûn. Yê ku herdem pesnê Êzîdiyan dide û dixwaze Êzîdî werin parastin serok û rêberê vê tevgerê ye. Yê ku dixwaze em bêhtir li çand, ziman û ola xwe xwedî derkevin ev rêxistine.
Pêngava 15`ê Tebaxê ya wê rojê hat avêtin, îro di qonaxeke nû de ye. Îro em ji gelek şaşî û neheqiyên din re dibêjin: Êdî bes e! Weke Êzîdî divê em jî dengê xwe tevî qêrîna ‘êdî bes e` bikin, da ku ew deng xurtir derkeve. Her ku ew deng xurtir bibe, neyar wê bêhtir bitirse. Her ku ew tirsiyan, destkeftiyên me wê zêde bibin. Ji bo ve yêke, ez bang li hemû civaka Kurdê Êzîdî , dost û malbata xwe dikim ku bi deng û rengê xwe, xwe tevlî festivala çanda Kurdî, kampanya ji bo nasnama Kurd ku li Almaniya hatiye dest pê kirin bikîn.
Ez bi van bîr û baweriyayan ji gelê Kurd û malbata Yildirim Ayhan re sersaxiyê dixwazin.Bila rahma xwedê lê be û sere malbata wi saxbe. .
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...