Çend Diyarbekîr hene?!... / SERHAD B. RÊNAS ~ HAWARNET Nêrîn

5/8/10

Amed îro di warên sîyaset, çand û huner, bajarvanî, nifûs, medya û aborî de bajarê herî girîng a Kurdan e.

Amed bi navê xwe yê din ku di nava gel de zêdetir tê naskirin Dîyarbekîr...


Amed ji bo Kurdan bê gûman xwedî girîngiyeke stratejîk û girîngiyeke hestî jî ye.

Lê her alî li gor xwe Amedek dibîne û pêk anîna "Dîyarbekîra xwe" hewl dide. Ev yek jî dibe sedem ku em behsa ji yekî zêdetir Amedan bikin.

Li ser dîroka Dîyarbekîrê gellek tişt bi Kurdî û Tirkî hatine nivîsandin û lêkolînên cûda hatine pêk anîn. Bi taybetî bi dîroka xwe ya kevnar û qedîm bi sedan salane balê herkesî li ser vî bajarî bûye.

Ji bo dîroka nêz ya Kurdan ji Serhildana Şêx Saîd heta mala Cemîl Paşayê û ta roja me ji bo Kurdan bûye cihekî girîng û navendî.

Îro Diyarbekîr xwedî serjimara (nifûs) giştî nêzî 1 mîlyon 800 hezar e. Nifûsa fermî ji nifûsa heyî kêmtir e. Him problemên di jimartinê de û him jî girseya ku ne li nifûsê ne qeyd kiîne û her wiha dewleta Tirk ji bo ku razemendî bo Dîyarbekîr kêmtir biçe hewla dewleta Tirk bo kêm nîşan dayîna nifûsê heye.

Bi vê hejmarê xûya dibe ku Dîyarbekîr

- li bakûrê Kurdistanê bajarê herî mezin e.
- li hemû Kurdistana mezin piştî Silêmanî û Hewlêrê bajarê 3'yemîn e.
- li nav sînorên fermî a komara Tirkîyeyê bajarê 6.emîn a herî qelebalix e.

Li navenda Diyarbekîrê em dikarîn bibêjin ku Diyarbekîrî pirr kêm in. Li Amedê nifûseke zêde a Mêrdîn û Bingoliyan heye. Her wiha nifûseke mezin jî ji navçeyên Amedê û bajarên din ên Kurdan hatine û bicîh bûne.

Diyarbekîr bi her avayahî ji bo kurdan navendek girîng û kelahek stratejîk e. Divê kurd bi her avahî vê kelahê xûrttir û bi hêztir bikin. Bi rexistin bûn, komale û sazî ava kirina li Amedê, xebatên şaredariya Amedê, xebatên sermayedarên Kurdpewer, xebatên medyaya Kurdî ji bo xûttir kirina vê klehayê bi girîng e.

Ji bo Kurdan û tevgera siyasiya Kurdî Dîyarbekîr

Piştî salên 80î rol û girîngiya Amedê di têkoşîna rizgariya Kurdan de zêdetir bû. Dewleta Tirk jî bo çewsandin û asîmîle kirina Amedê hewla pir mezin da û hê jî dide.
Ji bo gellek Kurdên dervey Amedê navê Amed xwedî wateyeke mezin û romantîk e. Kesên dervey Amedê di xeyalên xwe de wek bajarekî ku herkes girêdayî Kurdeyatî ye û bi zimanê Kurdî tê axaftin difikirin. Lê rastî de rewş cûda ye.

Di hin bajarên Kurdan de asîmîlasyona sîyasî pir pêş de û hin bajarên Kurdan de asîmîlasyona çandî pêş de ye û hin bajarên Kurdan de jî her du jî pêş de ye.

Li Amedê bi hewlên dewleta Tirk û ji ber cihê xwe yê coxrafîk a bajêr asîmîlasyona çandî-zimanî pirr pêşketiye. Lê berovajî vê yekê li Amedê asîmîlasyona polîtîk pirr kêm e û ya heyî jî sal sal kêmtir dibe. Li aliyekî din de jî asîmîlasyona çandî jî pirr hêdî be jî ber bi kêm bûnê ve diçe.

Amed îro di warên sîyaset, çand û huner, bajarvanî, nifûs, medya û aborî de bajarê herî girîng a Kurdan e.

Çend sedemên navend bûna Amedê ji bo Kurdan;

-Ne bi avayekî fermî be jî di rewşa fîîlî de navêndên partiyên sîyasî ên Kurdan wek DTP (BDP), KCD, HAK-PAR, KADEP, TEVKURD li Amedê ne.

-Navêndên gellek weşanên medyaya Kurdî li Amedê ne. Wek rojnameya Azadiya Welat, Rojnameya Dema nû, Dîha, HAWAR NET, kovarên wek Bîr, Nûbihar, Kovara W, Tîroj, Mizgîn, Çirûsk, Kelha Amedê, TevKurd, Demokrat, Tîgrîs, Roja Kurd û gellek weşanên din li Amedê ne. Her wiha gellek weşanên herêmî jî weşanê dikin. (Wek Gun TV û radyo)

- Li Amedê gellek çalakiyên çandî û hunerî tê pêk anîn. Amed wek navenda çand û hûnerê ya bakûrê Kurdistanê ye. Bi taybetî Festîvala Çand û Huner a Amedê ku ji aliyê şaredariya Amedê ve tê pêk anîn xwedî bandoreke mezin a ser çand û hûnera li Amedê ye.

- Şaredariya Amedê û navçeyên wê di destê Kurdan de ye û şaredariya navendiya Amedê şaredariyeke xûrt û çalak e. Heta bandora xebatên şaredariya Amedê li ser şaredariyên din ên Kurdan jî hene. Park û seyrangehên mezin li Amedê hene.

- Cejna neteweyîya Kurdan herî zêde li Amedê bi avayekî girseyî tê pîroz kirin.

- Amed di raya giştî ya navnetweyî de wek navenda Kurdan tê naskirin û bala medyaya cîhanê jî ser Amedê ye.

Ev Dîyarbekîr zêdetirr taxên Baxlar, Kayapinar, Sûrîçî digre navxwe bi aybetî di nav malan de axaftina bi Kurdî pêş de ye. Taxên han zêdetir piştî vala kirina gûndên Kurdên koçber bûyî çêbûye. Dîyarbekîr zêdetir Amed e.

Dîyarbekîra nîv-Kurd û nîv-Tirkan / Fettullahçiyan

Piştî Diyarbekîra Kurdan Diyarbekûrek din jî heye ku ji aliyê kesên ku ji bo pêşeroja Kurdan û hedefa Kurdan bi riya hewlên ne-dîrek ya dewleta Tirk bihêz dibin tê pêşxistin. Di vê Diyarbekîrê cemmata Fettullah gulen û çend cemaatên din serdestin û bi avayekî berfireh xwe birêxistin kirine û bi malên xwendekaran, bi yûrdan, bi dibistanan, bi marketan, bi dikkanan, bi pirtûkfiroşan, bi komaleyên xwe li her derê Diyarbekîrê wek vîrûsa nexweşiyeke xirab belav bûne.

Cemaata Fettulah Gulen bi taybetî kesên nîv asîmîle bûyî, di nava olperestan (ne oldar) û di nava girseyên ku bi taybetî eslê wan Bîngol û bajarên din e û li Diyarbekîr bi deh salên berê bi cîh bûne û bi piranî bi esnafî re mijûlin (ku ji bo wan şikestina camê dikanên wan ji rûmet û azadiya netewa wan girîngtir e) xwe bi taybetî bi riya komaleyan û bi rojnameya Zaman û Samanyolu TV birêxistin kiriye.

Xetera "vê Diyarbekîrê" ji bo kurdan herî kêm bi qasê xetera artêş û dezgehên dagirkeriyê ya dewleta Tirk mezin e û armanca Fettuulah Gulen eve ku Tirkçitiyê bi riya dînî li Diyarbekîrê belav bike..

Dîyarbekîra dewleta Tirk û "Tirkî"

Li Diyarbekîrê "Diyarbakir"ek jî heye. Di vê "Diyarbakir"ê Tirkên ku ji hêla Tirkiye ji bp wezifeyê û ji bo kar hatine, memûrên dagirkeriyê ya dewleta Tirk, leşker û polîsan û malbatên wan û Kurdên ku bi temamî asîmîle bûnê û jiyanek bi Tirkî û xwedî fikrên Tirkî ne dijîn.

Di vê "Diyarbakir"ê de her tişt li gor daxwaz û armancên dewleta Tirk dimeşe. Ziman temamî Tirkî ye. Kesên ji vê beşê li kolan û kûçeyan de nînin. Li mal Û lokalên xwe an jî çend navendên danûstandinê de ji xwe re "Tirkiye"ya xwe ya biçûk çêkirine û di nava wê dijîn. Mûzîka Tirkî guhdarî dikin, ji bo maçên tîma Tirkiyeyê pîrozbahiyan pêk tînin. Di rojên "fermî" ya dewleta Tirk de pîrozbahiya "serkeftinên" xwe dikin. Û Kurdên dejenere û binketî li dûvên wan digerin.


 
© HAWAR NET Ev gotar aîdî HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.

Çend Diyarbekîr hene?!... / SERHAD B. RÊNAS

  • Weşanger: Anonymous
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org