şêweyên dirindane dijayetiya şoreş û serhildanên cemawerî û siyasî yên milletê kurd kirîne, bi merema hindê ku wazê li nasnameya xwe ya netewayetî û cografî û ciyopolotîkî binît, lê rijdiya gelê Kurdistanê û girêdana wê bi resenatiya nasnameya xwe ya neteweyî û pîroziya xakê welatê xwe hêleka sor bo xwe danaye û evro hemî cîhanê jî ageh ji vê çendê heye.
Eger em bihên û gotina vî kabirayê ereb bêxîne jêr gengeşe û pirsînê dê bo me diyar be eve cewhere û nîvşkê raya giştî ya cadeya erebî ye, ji ber ku siyasyên part û layenên erebî li Îraqê û dîsan şiloveker û vekolerên taybetmend û rewşenzana yên wan wesa hevgirtîne, ku dema behsê kêşeya kurdî dihête gorê ew dibîte sedema helawîstin û ragirtina hemî kêşe û girftarên wan û evro cêbecêkirina madeya (140) bûye kilîl û zaminê êkgirtina Îraqê û biraderên ereb bi raşkawî dibêjin; Dem bi serve çûye û bûye madeyek û (êkspayer) û kar pê nahêtekirin, ji ber hindê jî di warê piraktîkî da madeyek rênicî ye û di nav mehfelên qanûnî û siyasî da dihête paşguh êxistin û miraweheyeka di cih da di gelda dihêtekirin, bo wê êkê bi hizra wan gîrokirin û kevnkirina madeya (140) anku bi dûmahîk înana vî babetî ye, lewra ya başe ewkarê nêvdewletî û derve ageh ji vê çendê hebe û bizanin welatê Îraqê bi xwe ya êkspayer bûyî û şeriyeta dewletîniyê ya ji destdayî, çinku êk ji merc û şengesteyên dewletbûnê parastina sinorên dewletê ye û yadîtir jî parastin û peydakirina asayşê û îmnahiya navxwe ye , berovajî û heta ku nivêsîna vê gخtarê jî welatên dewrûberên Îraqê yê sinorên me dibezînin û topbaran diken û çi helwîstek ji dewletê nehatiye wergirtin, erê eger em pirsekê biken eveye serosîmayên dewletînyê? evro jî şerê mezin yê li ser kursîka erşî dihêtekirin û dîsan ji dewletserê wan xwdanên egala rewşa asayîşê di çi hal daye?.
Ya ji hemiyê mezintir û seyirtir jî gelek ji me şanaziyê bi helgirtina vê egalê diken û ereba ev egale kiriye hêmayê hêzê û hebûna xwe li Kerkûkê, lewra dibe eve bibîte cihê sersormana gelek biraderan û di heman dem da bibîte cihê dilgiraniya gelekên dîtir û digel rêzên min bo hemû layekî û min çi mebestên birîndarkirina hestê çi layenekî nîne û ji ber hindê jî ez yê piştrastim û xwendevanê berêz dilniya dikem, ku boçûna hemî ereba beramberî miletê kurd êk boçûne çi caran ya baş û xêr tê da bo me nehatiye kirin û xwastin sererayî wan nakokî û arîşeyên li navbera wan da û li ser kêşeya kurdan di rêkevtîne û di êk senger da karwanê dijayetîkirinê dahajon, li vêre da pirsek ya heyî me dirawesitînit, erê eve ne pêguhorên (bedîl) yên (Sedam Husîn)î ne? Û li dûmahiyê dê bêjîn; ne egal û nemuşek û kêmiya û xerdel û top û firoke neşên îradeya miletê me bişkênin.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...