Gelek bîr û boçun derbarey navê Kerkûk hene û ev nave li gor kuçkirina xelkî bo wê deverê hatye guhartin, dijêderekîda hatye ku bi şêweyekê aşkera amaje bi bajêrê Kerkûk ditêkistên Mîxî da hatye kirin, ku dizivrineve bo serdemê Ekedî yan, wesan diyardibe ku Lulubiyan bajêrê navbirî ava kiriye, wekû ya çespayî dimêjûyê xurêda li deverên Kerkûk û dewrûberbûn li hizara du û yekê berî zayînê, diwî serdemîda Kerkûk bi du nava dihate navkirin, ewjî: Erabxa û Îlanî, wate bajêrê xudawendan, lê dijêderekê dî da hatiye; hindek belge wê çendê nîşan diden ku ya dirust ewe Kutiyan bajêrê Kerkûk danaye, ewjî bipal piştiya (Enoyclopaedia of Islam) ku dibêje; nikrandinên erkolociyan wesan diyardiken, ku bajêrek hebû binavê Erebxa, yan Erenca, yan Erfa, û her yek ji cad (S.H.Gadid) û sidinî simît (Sidney Smith) wesan diyardiken, ku Kerkûka niha ewe ya digutê: Erbxa, herwesan di jêderên aramîda binavê (Kirxa-Di-Bît Silox) hatye, wate; bajêrê Siloqiya, di serdemê Sasaniyan da digutê; Germekan (GARMAKAN), wate; cihê gerim, taku niha vî navî dibêjine devera Germiyan. herwesan Babilyan digute Kerkûk; Amince û Aşuriyan digutê; (Erinca–Eribha–Arafe–Araba–Arapa), û di hindek jêderên Exirîqîda hatye; Arabîxus û Bîlîmus digutê; Kurkura. herwesan demê mêjûnivîsê Yunanî yê kevin Bilu Tarx behsê hêrişên eskenderê mezin dike li sala 331-ê P.Z, navê (Arabxî–Arabxa(Îrife))-Erbaxî) li şûna navê Kerkûk bikar dîne.
Di jêderên Siryanî da Kerkûk binavê Bîp girme (Beth Garme) hatye niyasîn, her ewan jêderan digute Kerkûk; Kirxadî bîp silux (Karkha de Beth Selokh). herwesan di jêderên erebî da jî navekê taybet bo Kerkûk danaye, wekû dipirtûka (Mucim Albildan) da ya xudanê wê (Yaqut Alhemuy) hatye Kirxînî, û di jêderekê dî yê erebîda (Alhewadis Elcamiye) hatiye (Kirxîtî), her heman nav (Kirxîn-Kirxîtî) li ser demê Mexoliyan da jî dihatine bikarînan.
Di mêjûya Kerkûka kevin da gelek nav hatîne bikarînan, taku evro bûye Kerkûk, ew nave jî wekû (Kirkînî, Kirix, Kirik Silux, Kirik Siloq, Kurkure, Girgir... htd), pîç pîçe geşe kir, taku bûye Kerkûk, derbarey navê Kerkûk wate ku bi Kerkûk hatye navkirin du boçun hene, ya yekê navê Kerkûk dizivrînîte ser demê dewleta Qereqînlu, wate dibêje; Yekem car ev bajêre Kerkûk li ser demî çi dewleta Qereqînlu bi Kerkûk hatye niyasîn, û ev nave ji peyiva Kirik hatye wergirtin, wate; ciwanî di Turkiya kevin da. Belê sê jêderên dî wesan diyardiken ku navê niha yê Kerkûk yekem car ji layê Elî Alyezîdî di pirtûka (Zefer name) da hatye bikarînan, ew jî li sedê pazdê zayînî. herwesan nasnavek bo Kerkûk hatye danan li sala 1947-ê, ew jî digute Kerkûk; Bîka Kurdistanê ew jî ji ber hindê ku bajêrekê Kurdistaniye, wate; kurd û ereb û turkman û aşurî û...
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...