Sê tarîxên Hawarê / CELADET BEDÎRXAN ~ HAWARNET Nêrîn

5/14/10


Ji ber ko Hawar di panzdehê Gulana sala hezar û neh sed û sih û didowan de hatiye dinyayê, di panzdehê vê Gulanê de diviya bû Hawar bibe neh salî Lê ji ber ko Hawar ji hejdehê Tebaxa sala hezar neh sed û sih û pêncan heta panzdehê vê Nîsanê şev û roj şeş salan pêde razaye û ji ber ko demên xewê, xewên rojê, di heyîna heyberan de nayine hesêb, Hawar îro bi tenê nûzake sê salî ye.

Di jiyana Hawarê de sê tarîxên bîrawer hene. Me ew tarîx di bin sernama vê bendê re şanî dan.
Tarîxa pêşin:15 Gulan 1932. Di vê tarîxê de gazî û hawara Kurdan ji dil û devên wan ketine nav xêz û xîzekên çend rûpelan û kovareke kurdî anîne pê. Ji Kurdan re Hawar, Hawareke nû, Hawara zanîn û dazanînê za.


Ev roj di jiyîna Kurdmancan a civakî û edebî de rojeke tarîxî ye. Di vê rojê de Kurdmanc bûn xwediyê elfabêke biserxwe, elfabêke Kurdî û ji nîrê elfabêyên miletên din, miletên beyanî xilas bûne.
Ev elfabê ala biserxwebûna heyîna me a edebî ye.
Berê di ser keleha me a edebî re alên biyaniyan li ba dibûn. Di vê rojê de Kurdmancan ew al daxistin, çirandin û lişûna wan ala xwe a milî daçikandinû ji hêsiriya wan bandêran filitîn, xwe dan ber siha bandêra xwe û di vê qadê de bûne biserxwe.
Belê, elfabiya ko ji sala hezar neh sed û nozdehan ve ez lê dixebitîm, min ew di wê rojê de, di rûpelên Hawarê de belav kir.
Kurdmancên ko pê hesiyan û hînî wê bûne îro zmanê xwe bi elfabiya xwe a milî û bêi tu dişwariyê dinivîsînin û kovar û kitêbên ko ketine çapê bi kêfxweşîdixwînin.
Lê Hawarê gelek dom ne kir. Jejmara wê a bîst û şeşan di 18ê Tebaxa 1935an de belav bû û ji hingê ve Hewar nama derket.
Lê hîmê xwendin û nivîsandinê, elfabê belav bûbû û piştî razandina Hawarê ji gelek û hergav nebin ji carcara bin kitêb diketin çapê û digihan destê kurdmancan.
Di wan salan de ji kurdên ko bîrewerê heyina xwe ne û di di^le wan de rûmeta milet û welat heye bi hînbûna xwendin û nivîsandina zmanê xwe xebitîn û zanîna xwe pêş ve birin. Ew ne bi tenê xebitîn û elimîn, lê xebitandin û elimandin jî. Belê ew ji vî miletê bêdibistan re bûne dibistan, dersa welatiyên xwe gotin û ew gihandin; ji wan mirovên nezan mirovên xwende anîne pê.
Lê yên ko xwe, bi gotinê, Kurdên qenc û welatparêz dihesibînin wextê xwe bi kurt û pistên pûç û vala derbas kirin û ji lewra hêj (e) û (ê) i hev ferq nakin. Lê ew bi zmanê biyaniyan û hinekê wan bi çendekan dizanin, û hîn hene ko wan çendekan dizanin, û hin hene ko di wan zmanan de xwenda û zanayinê xurt in jî. Lê bi zmanê xwe ê mader, bi vî zmanê şêrîn û delal, bi zmanê da û dapîr, bi zarê kal û kalikên xwe nizanin.


Mirov dibêje qey ew ji bin hikmê bandêra biyaniyan naxwazin derkevin û hêsîrî bi wan şêrîn e. Heke welê ye, divêt rayekî biyaniyan di wan geriya be. Rakî wilo ku bi dizîkan bi wan ve bûye. Her wekî şaîrê sorî gotiye: Her kesî kurd naseraw bi hez be bonî kurd ne ka pirsiyarî daye ley ka ta le babî xoy biga.
Belê ew bi zmanê xwe ê mader nizanin. Ew zmanê ko xwendin û nivîsandin wî ji her zmanî hêsanîtir e.min bi xwe ceribandiye, kurdekî nezan, li gora şehrezariya xwe di wextekî gelek kurt da hînî elfabiya xwe dibe; ji pênc heta sih rojî
Malxirabino! Ma ewçend wext nîne, hon ko ji bo hînbûna zmanên biyaniyan bi salan ve xebitîne û îro jî dixebitin, ji bona jo bona ko bikarin fînfoneke; derewîn bi lêv bikin. 


Kuro eyb e, şerm e fehit e. An hînî zmanê xwe bibin, an mebêjin em Kurd in. Bê zman Kurdîtî ji we re ne tu rûmet e, ji me re rûreşîke giran e. Pesn û şabaş û hezar pîroz ji wan re ko hînî xwendin û nivîsandina zmanê xwe bûne û bi vî awayî mifta heyîna xwe xistine bêrika xwe û ji bin bandêra miletên biyanî bi der ketine. Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan re ko bi zmanê din dizanin bixwînin binvîsînin û elfabiya zmanê xwe hêj nas nakin. Lê ji bo hînbûnê tucaran wext ne deren e, û wextê hînbûnê li tu kesî nabore. Yên ko bi elfabiya zmanê xwe nizanin, lê bi zmanên din gelek dizanin, divêt bizanin ko ev elfabê rojekê, ji wan dê bête pirsîn. Lê kes nizane heke ew roj dûr e an nêzîng e. Hingê bibêjin jî emê bielimin, li wan dê li wan bête vegerandin: Me hêvî hebû em di te de mamostekî peyda bikinne şagirtekî. Xwendevanino, bi kurtî eve dîrokiya heft salên bêhawar, wek heft salên selayê bê av û bê baran. Tarîxa sisiyan panzdehê Nîsana sala hezar û neh sed û çel û yekê ye, yanî îro ye. Hawarên pêşîn, her bîst û şeş Hawar xebitîne Kurdmancan hînî elfabiya wan bikin. 

Hawar di nav miletê xwe ê bêdibistan de, kêm û zêde karê xwe bire serî. Hawar dê dîsan bixebite û tiştekî din jî bi ser ve zêde bike: Gramêr. Di Hawara pêşîn de min elfabiya xwe belav kiri bû. Di vê hejmarê de ezê dest bi belavkirina Gramêra xwe bikim. Ev di di zmanê Kurdmancî a nivîskî de gaveke nû ye. Ji xwe hîmê zmanekî li ser sê hêmanên bingehîn sekiniye: elfabê, gramêr û ferheng. Me elabê belav kir, îro ji dest bi belavkirina gramêrê dikin, ko Xwedê hez kir ferheng jî li pey e. Em niho hinek bi gramêrê, bi gramêra zmanê xwe mijûl bibin. Gramêr çi ye? Gramêrzanan gramêr bi awayên têvel tarîf kirine. Bi kurtî gramêr tevayiya qeydeyên rastaxaftin û rastnivîsandina zmên e. Ev qeyde bi xwe ji zmên têne der. Belê herkes bi zmanê xwe ê mader bêi ko bide eqlê xwe rast daxêve. Ev rastî bi hin qeydan tête pê û mirov dema xeberdanê de bêi ko bizane bi wan ve diçe. Gramêrzan bi van qeydan hûr dibin van ji hev derdixînin û disenfînin. Tevayiya van qeydan gramêr bi xwe ye. Em bên ser gramêra zmanê Kurdmancî. Gramêra ko ez îro di Hawarê de belav dikim, min bingehên wê di sala 1929 an de li Hesiçê danîbûn. Ji hingê ve ez lêdixebitim. Pêrar min gramêreke dibistanî digel hînek û wezîfean çêkirî bû. Bi destpêkirina şer min nikarî bû ez wê bigihînim çapê. Lê ji milê din hewcedariya me bi gramêrê roj bi roj bêtir dibî. Xortên ko hînî xwendin û nivîsandinê dibûn, dihatin û li qeydeyên zmanê xwe dipirsîn, gramêrek dixwestin. 

Di vê navê de me destûra derêxistina Hawarê ji nû ve stand. Hingê min dest bi senifandina gramêreke din kir. Ne gramêreke dibistanî, lê bingehên qeydeyên gramêra Kurdmancî. Îro ezê vê gramêrê di Hawarê debelav bikim. Ji milê din min kitêbeke kiçik bi navê >Kitêba Sînemxanê< nivîsandi bû. Ev kitêba kiçik ji bo zarokan gramêreke piçûk bû. Heke min pêk anî ji Hawarê pêve ezê eva ha jî bidim çapê. Ev bend ji alîkî dîrokiya Hawarê, ji aliyê din pronivîsa xebata me ye. Beriya ko ez vê biqedînim herwekî di destpêkê de min gilî û gazindên xwe ji kurdên zana û nezan kir, di xelasekê de jî ezê wezîfeyên wan ji nû ve pêş wan bikim. Tiştê ko min divêt ez ji we re bibêji, bi kurtî ev e: Hîn bin, Hîn bin, Hîn bin Hîn kin , Hîn kin, Hîn kin Belê bi tenê hînbûn ne besî me ye. Divêt em hîn bikin jî. Her kurdê ko xwendin û nivîsandinê dizane divêt yên ko nizanin bielimîne. Ji kurdê xwenda re divêt, heke ber destên wî de Kurdên nezan nînin, li wan bigere, wan peyda û hîn bike. Bi hinan hînkirin bi qasî hînbûnê xweş e, heye ko xweştir û bi rûmetir e jî. 

Belê heke hînbûn berhevkirin û standine, hînkirin danker û dayîn e. ji xwe Kurdmanc bi nav û deng in ko destê danê ne. Belê hîn binû vê carê ji berê bêtir û çêtir û bi awakî tekûz. Berê di destên we de bi tenê elfabê hebû, niho gramêr jî gihaye we.

Celadet Alî Bedirxan Kovara Hawar: hejmara 27

Sê tarîxên Hawarê / CELADET BEDÎRXAN

  • Weşanger: Anonymous
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org