Gelek tişt hatîne gotin û nivêsîn, helwest hatîne şirovekirin, (pîvaz hatîne spîkirin),.. Pilan û pîlan hatîne darêştin û gêran bo werguhastina arîşeyên civakî û rewşenbîrî û aborî û xizmetguzarî li Kurdistanê bo yên siyasî, belku bizava Goran cihê xwe li rex herdu mezinan biket.
Eve dîmeneke pitiriya xelkî dibînin: Du partên hevpeyman û desthelatdar (P.D.K. û Y.N.K.) bizavê diken desthelata xwe cihgîrtir biken û bizaveka siyasî (Goran) bi her rêkeka hebit, divêt cihê wan bigirt yan cihekî li tenişt wan bigirt.
Pirsiyar ewe; Erê ev dîmene rastiye yan eve rûyê derekeye ji cîhaneka veşartî û aloz û fertene û şêlî?
Berî bersivê bideyin, da hindek rastiyên navmaliya xwe û derve, berçav bikeyin:
1. Îraq hêşta dewleteka helweşaye û roj bo rojê ev helweşane berçavtir lê dihêt, nexasime piştî nûtirîn helbijartinên encumenê nûneran û nêzîkbûna vekêşana hêzên Emerîkî ji Îraqê.. Baştirîn belge; danemezirana hikumeta fedrale. Erê heker ev welate bi dirustî helweşa dê çi qewmit? Nexasime herêma Kurdistanê sîstem û hêzeka rêkxistî û peytir hene û dişêt guhartinekê biket. Anku li her hilingftineka dî, yan têkçoneka dî, kurd dê dewleta xwe ragehînin.
2. Îranê, Turkiyayê, Sûdiyê, Sûriyayê, Urdinê û dewletên dûrtir jî, ecinde û bernameyên xwe bo paşeroja evî welatê zengîn hene. Ji mêje Turkiya basê vegirtina wîlayeta Mûsil (başurê Kurdistanê) diket. Basê fedralîzmeka herêma Kurdistanê digel Turkiya, kurd jî diken. Turkiya, serdemê partiya dad û geşepêdanê, tematire û hêşta pitir divêt; wîlayeta Mûsil û Suneyên ereb digelda. erebên netewexwaz û şanşîna Sûdiyê, divên Suneyên ereb, careka dî vegerine desthelatê yan bi kêmatî bi destkevtiyên baştir ji dabeşbûna Îraqê derkevin. Îran jî weku Turkiya, li ser du tewerên dî kar diket; Şîeyên Îraqê weku pîja xwe li rojava digel kurdan weku hevnejadên kultorî; dost û hevpeymanên paşerojê.
3. Dewletên mezin, nexasime Emerîka, ji bilî parastina berjewendiyên xwe û hevalan (sîstemên berjewendiyên wan bi parêzin), bawer nakem tiştekê dî hebit. evca, kîş Îraq dê armancên wê baştir bicihînit, ew baştire. Anku yekparçeyî û dehparçeyiya Îraqê, du tiştên girêdayî berjewendiyanin û pîroziya sînoran û dewletan têda nîne. Anku, Îraq çawa baştir berjewendiyên Emerîka bi parêzit, dê piştevaniya wê hête kirin.
4. Rojhelata navîn û dewletên erebstanê digelin: ewa li Tunisê û Misrê û lîbiya û Yemenê û yên dî rûday û rû didet, xelik hemî êxistiye coşeka mezin..Bi dîtina min, kî li pişt evan şoreşan bit? Bo çî bit? Baş bit yan xirab, bo pêşve yan paşve bit, rastiya havîbûna (xelik-hikumet) li evê deverê diyar diket. Êdî xelik neşên digel evî sîstemê heyî bijîn.
5. Ji par were, Turkiya pitir xwe nêzîkî herêmê û hikumeta wê kiriye (qonsolxana Turkiya li Hewlêrê vebûye, wezîrên Turkiya bi fermî sera herêmê diden, basê rakirina vîzayê dihête kirin) û hikumeta herêmê jî evê nêzîkiyê bi erênî nav diket û pêxweşe. Ji aliyek dîve, hindek gotgotik hene, evê hevbendiyê hêşta wêvetir diben û basê hindek peyman û pêkhatinên nihênî diken!!
6. Li rojhelata herêmê, Îran dûrî evan rastî û gotgotkan nîne, Îran di xew da nîne, her tiştê rû bidet, Îran xemê jê dixut, nexasime, Emerîka li aliyê dî yê sinoriye û baş dizanit kurd, piştî, ji cîhana îslamî bêhîvî bûn, rûyê wan li dilovaniya rojavaye û Turkiya dergehê wane bo her rizgarbûnekê ji bindestî û toka niho hevdînên wan kiriye stoyî. Li vir fere du pirsiyarên giringin bihêne kirin; yek: Erê li pêş berî evê sînaryoyê Îran dê bê deng mînit? Nexasime bi salan şoreşa kurdî parastiye û xwedankiriye û xwe hevnejada kurdan di zanit. Du: Erê hemî kurd bi evê sînaryoyê heker rast bit razîne? Li vir rolê partên îslama siyasî (komele û yekgirtu bi nav) û bizava Goranê dihête pêş, bo werguhastina rûyê herêmê ji rojava bo rojhelatê. Nexasime piştî bizava Goran ji herêmê û Îraqê bêhîvî bû. Ji herêmê wextê neşiyayî bibite pêguhurkê Yeketiyê û Partî, ji Îraqê bêhîviye çunkî rewşa wê aloze û neşêt xwe bi parêzit dê çi bo Goranê ket!? Bo piştrastbûnê ji evê sînaryoyê Îranî-partiyên berhingar û nîv-berhingar li herêma Kurdistanê (her sê aliyên navbirî), li evan mehên borîn, çendîn seredanên nihênî û aşkera bo Îranê kirîne.
Hosa sînaryoyekê pêkve girêdayî li ser depê şanoya Kurdistanê aşkera dibit. Qehremanên wê hindek xelkê Silêmaniyêne digel bizava Goran, û bi pîrozî û pişikdariyeka şerminane ya komelê û yekgirtuyê.. Û davên yaryê hemî li pişt sînorî-li Îranê, dihêne livandin.
Boçî li evî wextî?
Yek: Bi dîtina min, rewşa Îraqê hind aloze û derdemende, parçeparçebûn nebit, çu çare naket.. Anku damezirana dewleta Kurdistanê nêzîktire ji hîvî û pilana me bi xwe. Bi gotineka dî, hem li evê tarîkiya rewşa Îraqê dewleta kurdî çê nabit, hem dê parçeyek gehete xwedanên pirojeyî.
Du: Behane hene (rewşa şoreşên cîhana ereban, rewşa bizava Goran û bêhîvî bûna wê, partên îslama siyasî û bersîngirtina pirojê rûkirina herêmê bo rojava, kêmasiyên karê hikumeta herêmê).
Bi evê dîtinê, dîmenê xwepêşandanên gencên Silêmaniyê, du astiye. Li astê serve şerê gendeliyê û nedadiyê û kêmiya xizmetguzariyan diken, li astê veşartî û piştperdê, şerî pêş Îranêve dijî Turkiya li ser herêmê diken.
evca, heker hişyariyeka zêdetir nebit, em li ber du gefanîn:
1. Gefa dabeşbûna herêmê û dûrkirina dewletbûnê, heker Îraq hêj pitir helweşa.
2. Parçeyê bakorê herêmê dê kevte ber sîbera Turkiya û yê jêriya herêmê dê Îran bo xwe rakêşt.
Û kurd û Kurdistanî, dê vegerine serdemê dewleta Osmanî û Sefewî, lê li astekê nizimtir û qebareyekê biçûktir.
0 şîrove:
Post a Comment
TU ÇI DIBÊJÎ?
Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!
Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...
Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...