Ji bo ku em Kurd ji qada Cihanê tune bibin û navê me Kurdan di dîrokêde jî nemînê, çi ji destê dijmin û xêr nexwezê Kurdan hatî ye li hember me Kurdan, bi kar û selimadine!.
Ev dîrok pir dur û direjê ku ev kiryara wêrana, ji layê Xêr naxwezên Kurdan ve, li hemberî me Kurdan hewildarin. Bi teybetî di destpêka Evdilhemîdê Osmanî ku ewî îşkere û bi şêweyên gadarî Janosid bi Kurda dikir!. Herwiha Arab - Pêrsî Tirk û hwd, xwidanên van karastana!.
Bi kiryara dabaş kirina Kurdistanê ji layê Tirk û farisan, ve 1639 ku cara yekê li Qasraşirîn Kurdsiastan kirin du (2) parçe û bi Paymana Lozan'ê ji Kurdistan bu çar (4) parçe, Ji wê rojê haya nuhu sod ji paymanên ku di navbera xwe de pêk anibûn, çi ji destên wan degirkarên Kurdistanê tê li hemberî me Kurdan bêsînor bikar tînin!.
Nav û Gotinên ku bi Kurdî ne!. Kurdistan - Gelê Kurd - civaka Kurd - çanda Kurd - Hunera Kurd - Awaza Kurd - Coxrafiya Kurd - Siyasata Kurd - Edebiyata Kurd - Zimanê Kurd bi Kurdan û bi gelên Cihanê jî dane qedexe kirin û bi serde jî demografiya Kurdistanê di her guharê û dixwezê bi Kurdan jî bide guhartin!.
Balkêşe lê ma çima em kurd evqas ji vê helweste dijmin û xêrnxwezên Kurdara amade û kemberbestene û di bin bandora xêrnaxwezê Kurdistanê de hewildar in?. Wekî ku morov li civaka me Kurdan temaşe dike, meriv pir xemgîn dibe û ku mirov ji kîjan Kurdî jî dipirse, ew bixwe jî bi vê rawşê ne razî ne.
Lê ku dikevê pratikê mixabin bi zanabûn an jî neb zanabûn piraniya me Kurdan dibin berjavandiya xêrnaxwezê Kurdan de di goncivin!.
Li layê Siyasetê ku pir agaran ji xwe re dikin Hêncet. Di layê axaftinê de Hezar û hazar egeran dikin hêncet ku xwe bi van gotinên biçûk bersiv didin.
Wek mînak zimanê me Qulibîye, jixwe eger ji ve ku çima zinanê te qulibîye zimanê degirkarên Kurdistanê?
Pir gotin hene ku bi tiştê pir biçûk û bêbingeh xwe pê di xapênin, hinik di bersivê xwe de, e ma çiqas mirov zimana bizanê ewqas baş e, Gohê xwe bide bersivê, yanî heçku hinik li hemberî hinbuna zimanîne. bilakis her zimanik ji bo morave pêwiste û baş e.
Lê eger ewe tu çima bi zimanê xwe na axivî û çima tu bi zanê xweyê zikmakî nizanî, cihê daxêye bila bizinanê biyaniya bizanê lê pirsa zimanê xweyê deyîkê nakê û na pirsê çima zimanê wî lawaza û qadaxaye, evê giringiya zimanê xwe nabinê!
Biyaniya û xêr naxwezên me Kurdan, Zimanê me qadaxa kirine, çima em Kurd Zimanê xwe bi Pêş naxin?.
Biyaniya û xêr nexwezê me Kurdan, ne xwestiye Em xwe perwerde bikin, çima em Kurd xwe li perwerdexwe xwedî dernakevin û ji her gelî pir tir pêwîstiye me kurdan bi Perwerdê heye?.
Biyaniya û xêr nexwezên me Kurdan, navê gund û deverên me guharîne, çime ew nav û deverên ku degirkerên Kurdistanê navên ku bi zimanên xwe li lê kirine em bi kar tinin?.
Biyanîya û xêr ne xwezên me kurdan, Diroka me ser û bin kiriye, Pir di dîrokê de ku bav û bapîrên me Kurdan, yên ji wan ra lazim kirine yê xwe û yên dijî sero bunu kirine û em Kurd li dîroka xwe xwidî dernakavîn û nanivîsênin?.
Biyaniya û xêr ne xwezên me Kurdan, çand û hunre me diziye, Pir kiryarên xizmet gozarî ku dibin jiyana civakê de sod jêtê girtin, Degirkerên Kurdistanê sodgerê wan karana?.
Biyaniya û xêr ne xwezên me Kurdan, dijê me zagon amada kirine, her zagonaka ku hete roja îro li hemberî heyine Kurda, da hatiya amadakirin, çima em kurd van zagone dibin berjevendiyan Degirkerên Kurdistanê de bikar tînin?
Biyaniya û xêr ne xwezên me Kurdan, nav û paşnavê me Goharine, çima em Kurd Navên Kurdî yên xweş bi kar nainin û navê degirkarên Kurdistanê bi kar tînin?.
Biyaniya û xêr ne xwezên me Kurdan, welatê parça kirye, lê çima em Kurd vê parçabunê bi kar tînin?
Mixabin pir Partî û Siyasetmetdarên Kurdan hên xwe bi navê dekirkarên xwe bi navdikin!.
P....îran, P.... Tirkî, P...îraq P...Surî.
Shune bêjin Partî......... Bakurî Kurdistan, Partî...... Başûrê Kurdistan, Partî... Rojhilatî Kurdistan, Partî....... Başûrî Roj ava, P....Surì, P....Tirkî, P....îran, P..... îraq.
îcar nuhu, Kurdê îraq - Kurdê îran - Kurdê Tirkî - Kurdê Surî.
Ez nuhu Tamaşa dikim li çapamaniya Kurdî, bi rastî cihê xemgineyêye.
Hinik hene ku di nivis û axivtinên xwe de bi vî şêweyî hewildarin.
Mînak:
Civina niza çi......... Kurdê îranê!
Festiwala niviskarê kurdên Surî!
Niza çi.... Kurdê Tirkî!
Niza çi....... Kurdê îraqê?.
Erê ma ne dijmin û degirkarên Kurdistanê ev biryar dane?.
Erê ma ne dujminên Kurdistanê Kurdistan kirine çar (4) Parça?.
Erê ma ne îran - Tirkî - Surî û îraq navên Degirkerên Kurdistanê ne?
Erê ma ne ev dewlatên degirkeran ku dibêjin Kurdistan Tune ye?.
Baş e Kurdistana îran - Surî - Tirkî û îraq Heye, Lê ka Kurdistana Kurdistanê?!
Na hêjayan ev gotin tew çawtin. Kurdistanik heye û Yek parçaeye xelkê bi kutekî Hatiye Kurdistan li xwe leva kirine û ne bi riza Kurda ya.
Ev Gotinê ku di van babata dene hemû di bin berjevendiya ne xêrxwezên Kurdisatnê de ne û ew zagon destûrên ku li hemberî Kurdan dane em wan destûrên xwernexwezên Kurdistanê li xwe rawadikin!.
Hivîdarim ku Kurdê lixwe mikurbin û li xwe vegerin, ew gotinên bi wate ya Navê Kurdistan bi wata wê wek başûrê Kurdistan - bakûrê Kurdistan - Rojhilatê Kurdistan û Rojavayê Kurdistan, di her nivis û axiftinên xwe de bi semilênin.
Kurdistanik Heye ew jî Kurdistana Kurda ye, Kurdistana Tirk- Arab û Farisa tune ye!...
çıçax kurd gotın edi bes e ku em bın van devletan de bıjın we çaxe azadi çébıbe pıştre jı me re bejın kurdé kurdistané
ReplyDeletelee em heji hehe hejı em asımıle nebune:)))bıla bı teqın:))))
ReplyDelete