Hemasa Kurdan Tê Avakirin ~ HAWARNET Nêrîn

2/27/11

NEWROZ BATMAN

Hawar Net
27 Sibat (Reşemî), 2011 Weşandin: 1843 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com


Hizbulah rêxistineke di Lubnanê de hatiye sazkirin. Êrîşên ku li ser Lûbnanê dihatin kirin û nakokiyên hundirîn hişt ku partîyekî bi navê partîya xwedê ava bibe. Li belê li bakurê Kurdîstan û Tirkiye navê Hizbulahê ku pir caran derbas dibe ji Hizbulaha li Lubnanê cuda ye.


Di 90-94’an de Hizbulaha Lûbnanê daxuyanîyek da ku ti têkîliya wan bi rêxistina bi navê Hizbulaha Tirkiyê re tine ye.

Dema damezirandina komarê bizavên îslamî derveyî sîyasetê hatibûn hiştin. Bi salên 60’an re li cîhanê di bin navê kembera kesk, îslamiyet bi destê gladyo û bi destê Ewrûpayê hate şînkirin. Ji ber wê jî, li Tirkiyê bizavên îslamî bi salên 70’an re hêdî hêdî derketin. Armanca wan ew bû ku bizava ciwanên 68’an li Rojhilata Navîn tine bikin. Di heman demê de li Tirkiyê jî bizavên ciwanên çepgir pir li pêş û bi bandor bûn. Ji ber wê jî bi destên biyaniyan bizava Îslamî hate birêxsitin. Pêre jî derbeya 12’ê Adarê pêşxistin. Wiha jî rê li pêşiya bizavên Îslamî hate vekirin. Piranî rêxistinên wan ji derve ji Ewrûpayê alîgarî werdigirtin. Niha em li tevgerên îslamî binêrin, dibînin ku ji despêkê ve her cûre alîkarî ji welatên Ewrûpî bi taybet Elmanya standine. Ji ber wê jî, li Tirkiyê bizava îslamî ne bi destê kesîmên îslamîyeta rast û bi serê xwe derket. Li gorî siyaseta cîhanê pêdivî pê hat dîtin ku li Tirkiyê, li Efxanîstanê, li Cezayîrê û pir deverên dîtir bizavên îslamî û cardin li Îranê şoreşa îslamî rêxistin bikin. Berî 12 îlonê jî li Tirkiyê hin bizavên bi vî rengî xwestin pêş bixin. Yek ji wan jî rêxistina Hizbulah ê bû.

Di sala 1979’an de li derdorê weşanxane ya ‘Menzîlê’ Hizbulah kom bû. Armanca wan avakirina dewletekî îslamî bû. Lê belê bi demê re hin perçebûn bi taybet di aliyê birdozî de derket û bi pêşengtiya Hisên Velîoglu di derdora weşanxana ‘îlîm’ê de xwe saz kirin. Îlîmparêz hîn zêdetir alîgirê şîdetê bûn. Encax heya 84’an bi veşartî xwe rêxistin dikirin. Darbeya 12 îlonê beşên îslamî hedef negirtin. Piranî aliyên çepgir û demokratîk hatin hedef girtin û hemû qadên dewletê, birokrasiyê, jiyanê hate vala kirin. Bi beşên îslamî re hatin dagirtin. Ji ber ku dewletê dixwest îslamîyetê bi kar bîne. Em bînin bîra xwe, Kenan Evren dema destûrnemeya bingehîn a 12’ê Êlûnê amade dikir li her deverê bi hedîsan dest bi axaftina xwe dikir. Darbeya 12 îlonê alîkarî û piştgiriya bizava îslamî kir.

Di salên 84’an ku Bizava Azadiyê têkoşîna çekdarî destpêkir, Hizbulahê jî dest bi hovîtiya xwe kir. Li kurdistanê di Wan, Ferqîn, Batman û Cizîrê, em dikarin bêjin biryargehên xwe li ber difna dewletê û bi alîkariya yekîneyên komando ya leşkerî avakirin. Çalekiya wan a yekemîn bi kuştina ciwanekî 18 salî bi navê Şirîn Tekîn ku, hîna pola yekemîn a zaningeha Yûzûncû Yil’ê dixwend, bi hinceta di meha Remezanê de xwarin xwariye, destpêkir.

Piştî darbeyê hemû qadên perwerdeyê bi mamosteyên faşîst re hate dagirkirin. Yekbûna wan a bi Hizbulahê re hîşt ku zordestiyeke pir mezin li ser dibistanan çêbibe. Xwestin kadroyên xwe li jêr de çêbikin. Bi salên 87’an re alikariya dewletê ya madî jî çêbû û vê hişt di nav wan de nakokî derkeve. Di navbera îlîmparêz û menzîlparêzan de li Ferqînê gundê Sûse pevçûn derket û bi dehan mirov hatin kuştin.

Dewleta Tirkiyê li dijî Bizava Azadiyê her dem xwest alternatifên nû avabike. Li kurdistanê bi salên 84’an re bi destê dewletê du tişt avabûn, yek cerdevanî, ya duyemîn jî hizbûl-kontra bû. Li çiya hemberî gêrîla bi rêka cerdewanan, li bajaran jî bi rêka Hizbulahê xwestin bizava gel biperçiqînin. Bi salên 90’an re ku di kurdistanê de serhildanên pir mezin pêk hatin, herî zêde wê demê Hizbulah hate geşkirin û em dikarin bêjin kuştin û kiryarên failê wan nediyar gihîşte asta herî bilind. Li ku derê me têkoşîn bilind kir, xwestin wê derê têxin bin kontrola xwe. Armanca wan ew bû ku Botan û derdora Botanê derveyî şoreşê bêhlin. Tevgera wan herî zêde di pêvajoya Tansu Çîler de piştvanî girt. Piştî ku Tansu Çîler got; ‘lîsteya navan di berîka min de ye’ Buldan, Musa Anter û pir kesên demokrat hatin kuştin. Li Kurdistanê dewlet û Hizbulahê bûn yek kes. Wezîrê karê hundirîn ê wê demê Îsmet Sezgîn, waliyê Amedê bi xwe jî îtîraf kirin ku Hizbulahê bi destê dewletê li hemberî PKK’ê hate birêxistinkirin. Wan çawa çalekiyên xwe pêk dianîn? Li sûkên tejî mirov, demanceyên xwe derdixistin û guleyek li serê mirovan dixistin. Destê xwe dihejandin û diçûn. Ti polîs û leşker jî mudaxele nedikir. Cardin bi kesekî bi navê Sidik Tan ku ji bo kurdistanê pir ked dabû û nûnerê mafê mirovan bû, li Batmanê di mala xwe de hate kuştin. Gel kujerê wî Şefîq Polat girt û teslîmê polîsan kir, lê belê çend roj şunde hate berdan. Jixwe piranî çekên dewletê bi kar dianîn.


Piştî komploya navnetewî êdî pêvajo guherî û pêwistiya dewletê bi Hizbulahê nema. Ji ber li gorî wan PKK wê belav bibûya. Encex heya 2000’an çalekiyên wan berdewam kir. Em dizanin li Batmanê 2 kes, li Ferqînê 3 kes di wê pêvajoyê de hatin kuştin. Armanca Hizbulahê ew bû li kurdistanê PKK’ê xilas bike û li ser mîrateya wê rûne. Lê belê piştî demekê ew jî ketin ferqa wê ku têne bi kar anîn. Ji ber wê jî li Amedê Gafar Okan kuştin. Êdî Hizbulah ji kontrola dewletê derketibû. Êdî Hizbulah kêrî dewletê nedihat û girtina endamên wan destpêkir. Lê belê pir balkêşe hemû berpirsyarên wan ên sereke di pevçûnan de hatin kuştin. Ji ber ku dewletê hesaba wê jî kir, kesekî bikaribe piştre biaxive divê nemîne.


Lê em dikarin bêjin bi hukumeta AKP’ê re ji bo Hizbulah di hin herêman de xwe birêxistin bike amadekarî û derfet hatin dayîn. Di sala 2007’an de AKP’ê li hemberî PKK’ê bi Emrîka re hevpeyman çêkir. Got ku “divê hin rêxistinên din alîkar bin û em wan derxin pêş”. Jixwe girtiyên Hizbulahê ne wekî girtiyên PKK’ê ku li ber mirinê ne, nikarin mafên xwe yên herî bingehîn jî bi kar bînin. Ew li girtîgehê bi rêka înternet û telefonê her di nav tevgerekê de bûn. Rêbertiya me pir caran me hişyar dike û dibêje “AKP ji bo Hemasa kurdan amade bike di nav hewldanekê de ye”. Hemas çawa avabûbû; heya salên1990’an ku rêxistina RRF (Rêxistina Rizgariya Filistînê) li filistînê berxwedaneke pir mezin pêşxist û bi salên 90’î re hewldanên aştiyê destpêkir. Îsraîl û Emerîka dîtin ku RRF xurt e û wê pir taleban bike. Ji bo bizavê lewaz bikin, di hundurê rêxistinê de Hemas avakirin. Hemasê xwe wisa nîşan dide ku rêxistineke îslamî û radîkal e. Em dizanin ku hemû alîkariya wan ji derve tê dayin û li hemberî RRF’ê şer dikirin. Çend endamên bizava Filistînê kuştin. Hêzên derve her tim dixwazin di navbera gelan hin rêxistinên wiha kontrawarî çêbikin. Em temaşe bikin di demên wiha de ku têkoşîna PKK’ê bilind bûye, li Îmraliyê hin hevdîtîn pêk tên, em ber bi aştiyê ve gav diavêjin, Hizbulah tê berdan. Ev jî diyar dike ku, ew dixwazin Hemaseke kurdan avabikin. Jixwe beriya sersalê Abdulah Gul ku çû Amedê û got “pêwîst e di nav kurdan de dengên cuda hebin”. Ango dengê cuda jî Hizbulah e.

Di dema jinên Kurd pêşengtiya serhildanê dikirin jî, Hizbulahê şiyarbûyîn û tevlîbûyîna jinê ya din av şoreşê de ji xwe re weke gefxwarinekê dît. Hezaran keçên kurd berê xwe dan çiya û beşdarî refên gêrîla bûn. Jinan vejîneke pir mezin jiyan kirin. Ew, ji vê zindîbûyînê tirsiyan. Li gorî wan jin divê her di nav mala xwe de bimînin. Weke koleyekê tenê kar bike û dengê xwe dernexîne. Kuştina Gonca Kurîş mînaka herî dawî ya vê ferasetê ye. Ew jin berê alîgirê Hizbulahê bû, lê tenê gotibû “di îslamiyetê de lêdana jinan serbest e, ez tevlî nabim. Pêwîste jin xwe biparêzin” hate revandin û bi îşkenceyên pir hovane hate kuştin. Dema ku Rêbertiya me di derbarê jin û malbatê de çareserkirinên dîrokî pêşxist û pêşya rêxistinbûna jinê vekir, wan li her devera Kurdistanê jinên serê wan vekirî, welatparêz bi tehdîtan, bi rijandina kezabê ya li rûyê wan, xwestin jinê têxin malan de. Ew ji hêza jinê tirsiyan.


Armanca Hizbulahê çav tirsandina gel bû. Jixwe bi pêvajoya nû re ku, gel li Xweseriya Demokratîk xwedî derket, ji bona vê coşa gel bişkênin, tirs û xofê têxin nava gel, cardin Hizbulah serbest berdan. Lê belê niha Kurd weke salên 90’î nînin. Ji ber ku wê demê gêrîla bi çiy re sinordar bû. Di nava gel de jî, saziyên demokratik ne ew çend li pêş bûn. Îro gelê Kurd xwedî zanebûneke siyasî, exlaqî, rêxistinî û parastina rewa ye. Gelê kurd pir baş dizane ku, ti elaqeyeke Hizbulahê bi îslamiyetê re tineye. Beriya her tiştekê pêwîste jin li hemberî wan helwest nişan bidin. Li dijî nizama ku dixwazin li ser jinê ferz bikin, têkoşîn bimeşînin.

Pêwîste gelê Kurd li hemberî ew kesên di nav tevgerên wiha de cih digrin, parastina xwe ya rewa, parastina xwe ya cewherî pêşbixin.

Hemasa Kurdan Tê Avakirin

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org