Demokrasî - 1 ~ HAWARNET Nêrîn

3/2/11

ŞAHÎNÊ BEKÎRÊ SOREKLÎ
Hawar Net
03 Adar, 2011 Weşandin:0632 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com


Peyva înglizî DEMOCRACY [dêmokrasî] di sedsala 17emîn de ji peyva fransî “DÉMOCRATIE” [dêmokratî] hatiye.


PFransî bi xwe ew ji latînî girtiye û latînî ji yewnaniya kevn.  Navê DEMOKRATIA di yewnanî de ji du peyvan pêk dihêt: “DEMOS” (gel, xelk) û “KRATIA” (hêz, karbidestî).  Bi gotineke din, demokrasî wateya “karbidestiya gel” dide (çavkanî: New Oxford American Dictionary).

Wikipedia wateya demokrasiyê (democracy) weha dide:

“Demokrasî şêweyeke rêxistina siyasî ye, ligor kîjanê tevahiya gel bi encama pejirandineke giştî, referandomeke rasterast, yan bi rêya nûnerên hatinî hilbijartin kontola hevbeş ya pirsên xwe bi wan û berjewendiyên wan ve peywendîgir dikin dike.” [Ferhengok li dawiya gotarê heye]

Lê em bipirsin, gelo rast li cîhanê şûneke weha hebêt ku li wir tevahiya gel bi encama lihevkirineke giştî her tiştê xwe bi wan û jiyana wan ve peywendîgir dike bi rê ve dibe û karbidestiya mîkanîzma dewletî dike?

Ligor şîrovekirineke Encyclopaedia Britannica (Volume III, USA: 1974), demokrasiyeke bi wateya li jor tenê ji bo kurtedemekê di nav civatine Yewnanistana kevnard de hebûye, civatên ku hejmara wan ji 10 000 kesan ne bêtir bûye, civatên ku tê de mafê dengdanê û beşdariya di proseya demokrasiyê de bo jinan û evdalan nebûye.  Ji wê demê ta bicîhbûna wateya demokrasiyê ligor formeke bi teorî 2000 sal derbas bûne.

Ligor heman çavkaniyan, demokrasiya ku em dinasin, demokrasiya nûjen, di sedsala 17emîn de li Amerîka (DYA) û welatine Ewropayê dest pê kiriye. 

Di navbera şêweya demokrasiya li Yewnanistana kevnar dest pê kirî û destpêkirina demokrasiya nûjen de “demokrasiyeke” bi sînor li hinek şûnan hebûye, lê ne demokrasiyeke ligor bingeheke bi teorî û rêbaz. Nimûne: hilbijartina hinek kiralan bi şêweyekê ji şêweyan, cîhgirtina şêwrê di nav hinek civatan te, girtina dîtin û baweriyên serdarên herêman, eşîran… 

Li DYA sala 1788ê bo yekem car serokek ji bo dewleta yekgirtî hat hilbijartin.  Ber hilbijartina George Washington di wê salê de, rêbazekî nû hatibû nivîsandin û pejirandin (çavkanî:  Wikipedia û Beşê înternêtî yê Encyclopaedia Britannica).

Di qonaxa dîrokî ya îroyîn de gellek şêweyên demokrasiyê û teoriyên derbarê wê de hene.  Bo nimûne, li DYA û welatên rojavayî serokkomar, yan serokwezîr, bi rêya hilbijarinên giştî dihên ser karbidestiyê û bo demeke diyar kirî ligel hukûmeta xwe welêt bi rê ve dibin.  Yê dibe serokwezîr divêt piştgiriya bêtir ji nîvê endamên parlemanê, yên rasterast ji aliyê hevwelatiyan ve hatine hilbijartin, bi dest xîne.  Li welatên kiralî yên wek Brîtanya karbidestî di dest serokwezîr û kabîneya wî de ye.  Maf û karên kiralê bi sînor in û ligor rêbazê welêt in. 


Ferhengok:
Pejirandineke giştî = qebûlkirineke ji aliyê hemiyan ve
Referandomeke rasterast = jêpirsîneke giştî
Hevbeş = bi hev re, bi beşdariya hemiyan
Berjewendî = menfe’et
Peywendîgir = eleqedar
Wate = xwebêj, m’ane
Lihevkirineke giştî = ittîfaqeke di navbera hemiyan de
Peywendîgir = eleqedar
Evdal = ebd, ebîd
Karbidestî = hukumdarî (hukûmet)

Demokrasî - 1

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org