Çima misilman li pişt melayên dewletê nimêjan nekin? ~ HAWARNET Nêrîn

7/7/11

Mizgeftên mala Xwedê îro wê kirine mala nîjadperestiyê û perestgeha zordestan. Heya ku em mizgeftên pîroz ji destê şeytanên modern rizgar dikin, em dê vê berxwedanê dom bikin. 


BEDEL BOSELÎ
Hawar Net
08 Tîrmeh, 2011 Weşandin:1043 (Gor Dema Kurdistanê), hawarnet.com
    
  
Mihemed Peyamberî di jiyana xwe de xizmet ji bo ehlaqê paqij û mafê mirovan kir. Ayîna îslamê ya ku wî fêrî mirovan kiriye şoreşvan û mirovîn bû. Dema hêj xort li gel hevalên xwe “peymana fadilan” çêkiribû û armanc parastina mafê jar û feqîran bû. Wan singê zordestan girt. Piştî bû Peyamber wekhevî û ehlaqê paqij li rihê mirovan neqişand. Edalet ji bo herkesê wek yek bû.

Lê piştî peyamber diçe ber dilovaniya Xwedê misilman ji îslama rastîn dûr dikevin. Misilmanek birsî û cîranê wî di nav zengîniyê de bextewar e. Di nav her du milan de pevçûn dest pê dikin. Ebûzerê Xifarî eshabê (hevalrê) peyamberî bû ku piştî wî li hemberê zordestan jiyana xwe fedayî mafê feqîr û jaran kiriye. Li mizgeft û her derê rastiya îslamê digot. Lê serdestan ew û yên wekî wî ji cîvatê dûr xistin, ji kîs xwe hedîsên nû peyda kirin. Derewên xwe yên xapînok kirin malê îslamê. Êdî kiyê bû rêveberê misilmanan pişta xwe da wan derewan. Xwîna gelên misilman her mêhtin.

Bi vî rengî îslamiyetên cûr bi cûr peyda kirin. Niha her dewletekê li gor berjewendiyên xwe misilmanetiyeka cida wê heye. Yek ji wan dewleta Turkiyeyê ye. Li destpêkê Turkiye bi piştevaniya Birîtanyayê li ser 2 bingehan hat avakirin. 1 jê dijminatiya îslamê bû ya din jî dijminatiya newteweyên netirk bû. Ji bilî kurdan sehildanên tev neteweyên dî têk çûn.  Bi dehan salan Qûrana Pîroz qedexekirin. Mizgeftên Stenbol, Amed û bajarên dî ji bo ajalan kirin gov (axûr). Bangê erebî qedexe kirin û bi zimanê tirkî bang dan. Atarûrkî nivîskarê sîrûda neteweyî Mehmed Akîf Ersoy rêkir Misrê ku Qûranê bi peyvên ahengî wergêrî tirkî bike. Dema wergêra xwe anî dûmahiyê û pê hesiya ku dê Qûrana erebî qedexe bikin û li şûna wê wergêra tirkî bidin bi xwendin, tev xebata xwe avêt nav agirî û şewitand. Lewma jêre birayara kuştinê dan. Dema hat girtin da bihête daleqandin. Lewma heya pir kal bû neçû Tirkiyeyê. Dema zanî êdî dê bimire çû Tirkiye. Xwest ku cara dawîn welatê xwe bibîne û bimire. Ev kî bû? Nivîskarê sîrûda neteweyî.


Lê bi derbazbûna demî dewlet têgihişt ku nikare xwe li pêş dînî bigire. Çimkî hizra îslamî her belav dibû û ji wan re dibû bela. Vê carê çi kirin? Gotin wekî dê misilmanetiya Xwedê ya heqparêz û rastgo belav bibe, bila ew îslamiyeta em dixwazin bihête qebûlkirin. Em ê wê îslamiyetê li rih û mejiyan biçînîn. Terîqetên dînî wekî ava bi coş her pêş diketin. Lewma dewletê li asta amadehiyê dibistanên “Îmam û Xetîban” vekirin. Armanc ew bu ku misilmanên li gor berjewendiyên xwe peyda bikin, bi xêra wan dînî dê ji bo xwe bikin pergala zordestiyê. Bi têlevîzyon û rojnameyan ev armanc pêşde birin. Li aliyê dî terîqetên îslamê yên rastîn çend li ber xwe dan jî man dibin bandora vê plansaziyê ve. Û mixabin roja îro gelê Tirkiye jî wek dewletên dî yên cîhana îslamê hizir dikin ku misilmanin lê ne wûsa ye. Li her alî xwediyên dewletê wekî Xwedayên dewletê tên qebûlkirin. Lê ev qebûl ne bi zanebûn e. Mirovan hay ji xwe nîne.

Çi mela û çi rêxistinên îslamî ên dewletê xizmeta îslama tirkperest dikin. Beriya ku melayek dest bi melatiyê bike divê vê sondê bixwe: “Ez li ser Qûran û şerefa xwe sond dixwim ku dê li ber xizmeta berjewendiyên nîjada tirk bim. Dê li ser rêya Atatûrkî bim…”. Sondeka dirêj e û hinek peyvên wê ev  in. Vêca hinek pelge derketin meydanê ku dewleta Tirkiye li hemberê doza kurdan 15 hezar mela li gor şerê psîkolojîk (derûnî-saykolijîk) wê perwerde kirine û şandine Kurdistanê.  Ew mela dê ji bo tirkperestiyê bixebitin. Lewma piraniya kurdên xwedan xîret biryar dan ku li pişt wan melayan nimêjan nakin. Hem li mizgeftann qedexe ye ku mela bi kurdî baxivin. Tirkî baxivin jî nikarin ji Îslama rastîn xûtbê bidin.


Lewma kurdên berxwedar nimêjên xwe li meydanan dikin, naçin mizgeftan. Mizgeftên mala Xwedê îro wê kirine mala nîjadperestiyê û perestgeha zordestan. Heya ku em mizgeftên pîroz ji destê şeytanên modern rizgar dikin, em dê vê berxwedanê dom bikin. 

Çima misilman li pişt melayên dewletê nimêjan nekin?

  • Weşanger: Kurdlist
  • Beş/Mijar:
  • Parve bike

    0 şîrove:

    Post a Comment

    TU ÇI DIBÊJÎ?

    Şîroveya xwe binivsîne û bi riya HAWAR NET'ê dengê xwe bigihîne herkesî!

    Ji bo şîrove nivîsandinê pêşî yan "name/URL" an jî "anonoymous" ê hilbijêre...

    Divê şîrove ve bi Kurdî bêne nivîsandin...

     

     

     

     

    Here Jor

     

    Copyright © HAWARNET Nêrîn | Beşa vîdeoyan ya Rojnameya HAWARNET'ê | Sewirandin ji aliyê Renas Media û Ev Weşana Hawar Kurdistan Media ye. | Hemû mafên weşanê ya HAWARNET parastî ne.  HAWARNET All Rights Reserved. |   Têkîlî: agahi@hawarnet.org